Duşem, 14 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bozan: Desthilatdarî ji fikrê HDK’ê ditirse
Rojane

Bozan: Desthilatdarî ji fikrê HDK’ê ditirse

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku pêla girtinê ya têkildarî HDK'ê polîtîk e û desthilatdarî fikrê HDK'ê li hemberî xwe weke gefekê dibîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Têkildarî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di operasyona 18’ê Sibatê de 54 kes hatin binçavkirin. Piştî wergirtina îfadeyê ku bi rojan dewam kir 30 kes hatin girtin, 13 kes bi cezayê ragirtina li malê hatin cezakirin û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Wergirtina îfadeyê hîn jî dewam dike. Têkildarî Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku girtî ye, îdîaname hate amadekirin. Di îdîanameyê de ‘lihevkirina bajêr’ weke hedef hate n3ışandan û HDK jî weke ‘rêxistiniya terorê’ hate pênasekirin.

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku ev kiryar hemû xizmetê ji armanceke polîtîk re dikin.

‘GELO PIŞTÎ EWQAS SALAN NIHA BÛ SÛC?’

Alî Bozan anî ziman ku HDK ji damezrandinê û vir ve di çarçoveya pîvanên demokratîk de tevgeriya û destnîşan kir ku sûcdarî û delîlên piştî 11-12 salan hatin nîşandan, weke amûreke polîtîk hate bikaranîn.

Alî Bozan got, “HDK di sala 2011’an de ava bû. Rêxistiniyeke welê ye ku heta niha 13 caran civata xwe ya giştî pêk aniye. Ji sala 2011’an û vir ve karê xwe hemûyan li pêş çavên raya giştî dike, hevberdevkên xwe hildibijêre û li gorî pîvanên demokratîk tevdigere. Operasyonek li hemberî rêxistiniyeke bi vî rengî li hiqûqê nayê.

Ji ber ku HDK 14 sal in heye û heta niha li derveyî qanûnan nebû. Gelo piştî 14 salan îllegal bû? Ji xwe têkildarî kesên hatin binçavkirin, girtin û cezayê ragirtina li malê li wan hate birîn, tiştekî ku bibe sûc nîne. Tenê ji ber endametiya HDP’ê, ji ber delegetiya HDK’ê hatin sûcdarkirin. Axaftinên bi telefonê yên beriya 11-12 salan hatin qeydkirin. Qeydên telefonê hene û têkildarî vê yekê jî heta niha tiştek nehatiye kirin. Piştî 11-12 salan eger ev mirov têne girtin, hingî ev yek meseleyeke polîtîk e.

HDK rêxistiniyeke welê ye ku zêdeyî 40 partiyên siyasî, sazî di nav de hene. Rêxistiniyeke ku gel, komên baweriyan, derdorên civakî hemû xwe di nav de îfade dikin. Ji ber vê meseleyê, ji ber vî fikrî êrîş li dijî vê modela rêxistiniyê tê kirin. Di heman demê de bi vê operasyona li dijî HDK’ê re ev peyam ji civakê re tê dayin: ‘Ez ê her kesên ku silavê didin Kurdan bigirim’. Yek ji armancan ev e û di heman demê de dixwaze tirsê bixe nava derdorên muxalîf ên civakê. Lê belê pêkhateyên HDK’ê bi milyonan mirovan temsîl dikin. Nikarin bi milyonan mirovî bitirsînin.”

‘DIXWAZIN BITIRSÎNIN’

Alî Bozan anî ziman ku armanca desthilatdariyê ji van operasyonan belavkirina tirsê ye û got, fikrê HDK’ê ji bo desthilatdariya ku xwe li ser cihêkariyê daye avakirin, weke metirsiyê tê dîtin. Bozan bi vî rengî dewam kir, “Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di daxuyaniya xwe ya dema binçavkirina 10 endamên meclîsê ya lihevkirina bajêr de got, ‘Lihevkirina bajêr hewldanek di ser DEM Partiyê re ye’. Belê, rast e. Lihevkirina bajêr formuleke di ser partiyên siyasî re ye. Ji ber ku dema me lihevkirina bajêr eşkere kir, me gotibû: Ev yek tifaqa partiyên siyasî nîne, kombûna li hev a partiyên siyasî nîne. Modeleke ku derdorên berfireh ên civakê li hev kom dibe. Ji ber vê yekê me got navê wê ‘lihevkirina bajêr’ e, naxwe wê jê re tifaqa partiyan bihata gotin.

Formula lihevkirina bajêr AKP yekemcar ji desthilatdariyê anî xwarê û ew kir partiya duyemîn. Ji ber vê yekê desthilatdarî vê yekê li hemberî xwe weke gefeke mezin dibîne û êrîş dike. Fikrê HDK’ê li hemberî wan gefek e. Ji ber ku AKP’ê heta niha dema ku hewl da civakê dîzayn bike, timî li ser siyaseta biçûkkirin, partçekirin û cihêkirinê tevgeriya. Lê belê HDK berevajî vê yekê li ser fikrê yekbûn û piştevaniyê ava bû. Lewma êrîş dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Egîd ji bo gel û şervanan li ber xwe da’
Nûçeya Pişt re Li Mêrdînê pevçûn: 3 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Mexmûrê: Newroz cejna gelên azadîxwaz e

Jinên Wargeha Penabaran a Mexmûrê Newroza 2024’an pîroz kirin û wiha gotin: “Niha li seranserî…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH: Berpirsyarê komkujiya Enqereyê dewleta faşîst e

HBDH got, “Berpirsyarê sereke yê komkujiya Gar a li Enqereyê dewleta faşîst e, em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xiyanet di nav Kurdan de: ji Enkîdû heta Mesûd Barzanî

Enkîduyê Zagrosî xiyanetê li mal, civak û gelê xwe dike û ji bo daxwaz û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?