Duşem, 1 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên jin ‘du qatî rastî cudakariyê’ tên, mafê hêviyê tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Roger Griffin piştgiriya bi banga Rêber Apo: Ji bo mirovahiyê gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê pîrozbahiya ‘Di Civaka Demokratîk De Ji Nû Ve Zayîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Mîsogeriya vê pêvajoyê berxwedan û keda gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Raperînê herî kêm 2 hezar ciwan koçî dervey welêt kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK gundê Lacanê vala dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên jinan ji bo Dîlan Karaman komîsyona lêkolînê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?
Kurdistan

Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?

Li gundê Lacan ê li ser sînorê Hewlêrê, alozî di navbera hêzên PDK’ê û gundiyan de zêde dibe. Piştî serdegirtina ku bi zêdeyî 5 hezar hêzên çekdar hatiye kirin, gund ketiye bin dorpêçê. Hêzên PDK’ê, şêniyên Lacanê neçarî koçberiyê dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Alozî û bûyerên ku çend roj in di navbera hêzên girêdayî PDK’ê û gelê gundê Lacan ê li ser sînorê Hewlêrê de didomin, tund bûne. Hêzeke girêdayî PDK’ê ku nêzî 5 hezar kes e, bi siwareyên zirxî yên mîna tankan û bi çekên modern li ser gundê Lacanê de girtin. Piştî serdegirtinê, gund bi tevahî hatiye dorpêçkirin û tê gotin ku gundî neçarî koçberiyê tên kirin.

PIRSGIRÊKÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?

Li gor agahiyên ku Rojnewsê ji gundiyan bi dest xistine, gelê Lacanê ku ji nêzî 250 malan pêk tê û piraniya wan ji eşîra Herkî ne, bi nêzîkbûna xwe ya bi PDK’ê ve tê zanîn. Beriya hilbijartinan, nûnerê PDK’ê Berzan Qesab serdana gund kiribû û ji gundiyan daxwaza deng kiribû; soz dabû ku daxwazên wan piştî hilbijartinan bên bicihanîn û di şîrketan de kar bidin wan. Li ser vê yekê, gundiyan 124 tankerên veguhastinê kirîn, lê PDK’ê sozên xwe bi cih neanî.

Gundî ji bo ku bizanibin ka bê daxwazên wan çawa çareser dibin, çûn ber deriyê Şîrketa Lanaz. Dema ku rayedarê şîrketê got, “Ez li ser gora Mela Mistefa sond dixwim ku daxwazên we bi cih neynim,” alozî zêde bû. Gundiyan jî li hemberî van gotinan, bi gotina “Em li ser gora Mihê sond dixwin ku em ê destûrê nedin hûn kar bikin” bersiv dan. Alozî di vê xalê de zêde bû.

Piştî ku gundiyekî ku ji medyayê re axivî ji aliyê PDK’ê ve hate girtin, gel bertek nîşan da; piştre hate ragihandin ku sivîlek hatiye kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûne.

ZÊDETIRÎ 5 HEZAR HÊZÊN PDK’Ê GUND DORPÊÇ KIRIN

Hêzên PDK’ê sê roj in gundê Lacanê bi zêdeyî 5 hezar leşkeran dorpêç kirine. Derketin û ketina gund bi tevahî ketiye bin kontrolê; tê gotin ku destûr nayê dayîn nexweşên giran jî ji bo tedawiyê biçin nexweşxaneyê. Tê diyarkirin ku gelek gundî bi zorê bo herêmên din hatine birin.
ŞÎRKETA LANAZ YA KÎ YE?
Şîrketa Lanaz a ku xwemalî malbata Barzanî ye, bi salan e li ser axa gundê Lacanê kar dike. Tê gotin ku şîrket xwemalî Mensûr Barzanî û kurê wî ye. Li gorî hin çavkaniyan, şîrket rasterast bi şîrketên zavayê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan re dixebite.

Tê ragihandin ku piraniya xebatkarên şîrketê Tirk in, mehane 1500-2500 dolar distînin; lê ji xebatkarên Başûrî re 500 dolar tê dayîn. Tê gotin ku li dijî gundiyên ku daxwaza zêdekirina meaşên xwe kirine, karkerên ji derve bi mûçeyên kêmtir hatine anîn, ev jî nerazîbûn zêdetir kiriye.

Tê gotin ku şîrketê li herêmê zerareke mezin daye hawîrdor û tenduristiya mirovan, zêdebûna nexweşiyên penceşêrê, çav û rêyên nefesê hatiye dîtin. 

NÊZÎKATIYA PDK’Ê Û PAŞPERDEYA ŞERÊ BI EŞÎRÊN BEHDÎNAN RE

Tê destnîşankirin ku di navbera eşîrên Behdînan bi taybetî eşîra Herkî– û PDK’ê de dîrokeke dirêj a pevçûnê heye. Gundiyekî Lacanê dibêje, PDK dixwaze eşîra Herkî bi siyaseta dabeşkirin û birêvebirinê qels bike.

Li gorî çavkaniyan, rêyên bazirganiya enerjiyê yên di navbera malbata Barzanî û malbata Erdogan de qada petrolê ya Xurmele, beşek ji boriya gaza xwezayî, Şîrketa Lanaz, xeta petrolê ya Hewlêr-Duhok û projeyên din ên mezin di herêma Herkî re derbas dibin. Ji ber vê yekê, berxwedana li gundê Lacanê rasterast bandorê li ser berjewendiyên PDK û malbata Barzanî dike.

Hate piştrastkirin ku zêdeyî 5 hezar leşkerên PDK’ê li gund û derdora wê hatine bicihkirin, dest bi valakirina gundiyan hatiye kirin û hin ciwan jî hatine girtin.

LEŞKERÊN GULANÊ DI FERMANDARIYÊ DE CIH DIGIRIN

Hate gotin ku hêzên ku zextê li gundiyan dikin, Hêza 1. a girêdayî Leşkerên Gulanê ne ku rasterast di bin fermandariya Mensûr Barzanî de ne. Ev hêz, di sala 2014’an de bi vekirina deriyên Şengalê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê û terkkirina Êzidiyan ji qirkirinê re jî tê bibîranîn.
Hêzên ewlehî, parastin û rewşa awarte yên PDK’ê jî veguhestin herêmê. Li hundir û derdora gund çar kontrolgeh hatin avakirin û tevgera gundiyan bi tevahî hate qedexekirin. Hate ragihandin ku destûr nayê dayîn nexweşan jî bibin nexweşxaneyê.

Li gorî çavkaniyekî, daxwaza gundiyekî Lacanê ya ji bo birina jina wî ya ducanî bo tedawiyê li Hewlêrê hatiye redkirin. Heman çavkanî diyar kir ku dayikek ku ji girtina kurê xwe tirsiyaye, felc bûye, lê hêzên PDK’ê destûr nedane jina felçbûyî bibin nexweşxaneyê.
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn
Nûçeya Pişt re Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin

TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand û got, “Roj roja berxwedanê ye. Roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran tankereke avê bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eboş ê di navbera bajarên Til…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: HTŞ 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hate qewirandin

SOHR’ê têkildarî pêvçûnên zêde yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniyê çeteyên Heyet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên jin ‘du qatî rastî cudakariyê’ tên, mafê hêviyê tê binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?