Bi dosya Gulistan Dokû re polîtîkayên bi salan e li dijî Dersimê têne meşandin careke din ketin rojevê. Li bajêr ku kuştina jinan, mirina bi guman, polîtîkayên sîxurkirinê, bêkarî û koçberî tê nîqaşkirin, xizanî di asta herî bilind de ye. Li vî bajarî ku ji salên destpêkê yên komarê û vir ve li kiryarên cuda rast hat, polîtîkayên heman rengî tê meşandin.
Akademîsyen Îsmet Konak anî ziman ku polîtîkayên li hemberî Dersimê daîmî ne û destnîşan kir ku ji bo herêm serî li ber rêveberiyê bitewîne, bikeve bin kontrolê dewlet bi salan e dixebite û ev yek ji armancên bingehîn ên dewletê ye. Konak diyar kir ku gelek partiyan, hikumetan, fîgurên siyasî, amîrên milkî û kadroyên leşkerî ji bo serxistina vê armancê rê û rêbazên cuda bi kar anîn û anî ziman ku hin bûyerên di vê demê de diqewimin jî dewama vê xeta dîrokî ye. Konak ragihand ku mekanîzmaya sûc û têkiliyên hêzê yên di bûyera kuştina Gulistan Dokû de derketin holê, dewamiya polîtîkaya terbiye û tepisandinê ye ku ji sala 1848’an û vir ve li ser herêmê tê ferzkirin. Konak destnîşan kir ku bûyerên diqewimin yek ji dikên lîstika kolonyalîst e.
WALÎ JI BO PÊK ANÎNA MÎSYONA DÎROKÎ YA DEWLETÊ HATIBÛ ERKDARKIRIN
Konak têkildarî waliyê wê demê Tûncay Sonel got, “Ew ne ji bo birêvebirina Dersimê, lê ji bo pêkanîna mîsyona dîrokî ya dewletê hatiye erkdarkirin.” Konak diyar kir ku îdiaya ku burokrasî, îdareya milkî, yekîneyên ewlehiyê yên li bajêr ligel zanîngeh û nexweşxaneyê di vê bûyerê de cih girtine “îfadeyeke eşkere ya dorpêça kolonyalîst e” û wiha axivî: “Ne tenê Gulistan Dokû, kuştina Rojwelat Kizmaz, Esra Kiliçarslan û kuştinên din ên ku ser wan hatiye girtin, nikarin weke bûyerên dadî an jî bûyerên din bên şîrovekirin. Gotina ‘Dêrsim serê xirabiyê ye, divê bê paqijkirin’ a ku demê berê hatibû gotin, îro jî bandora xwe didomîne. Tiştê ku ji sala 1848’an û vir ve divê bê islahkirin ne Dêrsim e, hişmendiya kolonyalîst bi xwe ye. “
HIŞÊ MÊTINGER HER TIM ÊRÎŞKAR E
Konak bal kişand ser xwezaya hişmendiya mêtinger û got, “Hişê mêtinger di cewherê xwe de hişekî pederşahî (baviksalar) e û her tim êrîşkar e.” Konak diyar kir ku ev têgihiştin bi prensîba “masiyê mezin masiyê piçûk dixwe” tevdigere û anî ziman ku di dirêjahiya dîrokê de li dijî xwezayê, ziman, jinan û kedkaran pêkanînên wek hev hatine kirin. Konak bal kişand ser salvegera Komkujiya Ermeniyan û îdia kir ku waliyê Amedê yê wê demê Dr. Mehmet Reşîd bi zanebûn hatiye erkdarkirin û bi rêya hevkarên herêmî pêvajo hatiye meşandin. Konak diyar kir ku gotina “Jinan nekujin, wan ji xwe re mahr bikin” ya di wê serdemê de hate gotin, mînakeke “rehma baviksalarî” ye.
WALÎ SONEL, RÛYÊ KENAN EVREN Ê ÎRO YE
Konak anî ziman ku têgihiştineke wiha di bûyerên Dersimê yên 1937-1938’an de jî hatiye dîtin û got, “Gelek keçên Dêrsimî kirin ‘xizmetkar'”. Konak destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê leşkerî, di heman demê de polîtîkayeke endezyariya civakî bû û mînakên zarokên ku ji malbatên wan hatine qutkirin da û got: “Sekîne Kankotan ji axa xwe hat qutkirin û şandin bajarekî din. Mînakên bi vî rengî neynika polîtîkayên serdema Komarê ne. Jiyana Sekîne Evren bi rastî kurteya paradigma Kurd a komarê ye.”
Di nirxandinên xwe yên derbarê roja îro de jî Konak diyar kir ku hin rêveber “rûyên îro” yên fîgurên berê ne. Konak got, “Qeyum-walî Tûncay Sonel, sûretê îro yê Pîrînççîzade Feyzî Beg, Kazim Orbay û Kenan Evren e. Ev nav alaya wan hildigirin. Tiştên ku bi serê Gulistan Dokû ve hat dewamiya hişê baviksalar ê kevneşopî ye.”
HER KES DI NAV REWŞA BÊDENGIYÊ DE YE
Konak di nirxandinên xwe yên li ser avahiya civakî de jî wiha got: “Yek ji taybetmendiyên diyar ên dewletên unîter çêkirina civakeke anonîm e. Taybetmendiya herî berbiçav a vê avaniyê rewşa bêdengeyê ye. Di 6 salan de piraniya gelê Dersimê vebijartî ye ku di nav vê rewşê de bimîne.” Konak diyar kir ku hinek îdia di nav civakê de tên zanîn lê bi eşkere nayên gotin û got, “Kes ji vê rewşa tevlîhev dernakeve û hewl nade ku bi zelalî behsa kuştinê bike.”
DARAZ WEKÎ QADA SÎRKÊ ROLA XWE DILÎZE
Konak rexne li akademîsyenan jî kir û bal kişand ser bêdengiya derdorên zanîngehê û got, “Akademîsyenên ku serî tewandin e zanist nabe.” Konak parast ku ev rewş hilberîna zanistî lawaz dike û diyar kir ku li şûna ramana rexneyî serîtewandinê cih girtiye. Konak di nirxandina xwe ya têkildarî pêvajoya darazê de jî got: “Pesnên giran ê Serdozger û Wezîrê Dadê tê dayin. Gelo heman daraz û mekanîzmaya dadê 6 salan li benda çi ma? Gotina ‘Dad bingeha milk e’ û paşê dînamîtkirina wê bingehê û dû re gotina ‘me sererast kir’ û serî li manevrayên siyasî dan, qet baweriyê nade. Weke di her qadê de, di ‘ronîkirina’ vê kuştinê de jî pragmatîzmek heye. Desthilatdariya siyasî ji bo otorîteya xwe xurt bike û bîra civakê biguherîne, serî li her cûre lîstikên Elî Cengîz dide. Daraz êdî mîna qadeke sîrkê ye, desthilatdarî jî rola canbaziyê dilîze. Êdî tehamula civakê ji tevgerên akrobatîk re nemaye.”

