Mertalên zindî yên li Bendava Tişrînê ji ANF’ê re axivîn û biryardariya xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan dan.
Bavê Newroz Ibrahîm Ebdî ku ji bajarê Kobanê ye got, “Em bû meheke av û kehrebe hatiye birîn. Em li vir in ji bo bibin mertalê zindî ji bo gelê xwe û şervann xwe. Bendav di rewşa xwe ya herî xeter de ye. Lê israra me ya berxwedanê li ser vê bendavê pir xurt e. Em li vir in, em naçin heta ku çareserî tê dîtin.”
Ebdî bal kişand ser êrişa li dijî konvoya gel û got, “Em di rê de bûn, bi hovîtiyekê êrîşî konvoya me kirin. Gelek sivîlên ku ji bo bibin mertalên zindî birîndar bûn û hin ji wan şehîd jî bûn. Em li vir in ji bo aştiyê ne. Wan bi balafiran li me dan, lê em ilem jî hatin. Serkeftin a me ye, em ê li vir bin û em gihîştin Bendavê.”
Edûl Mehmûd Xêrzada ku ji bajarê Kobanê xwe gihand Bendava Tişrînê qala bûyerên di rê de kir û got, “Ev bû du roj in em li vir in. Em li ber xwe didin. Li dora me didin, bi dehan lêdan pêk tên. Em parastina bendava xwe dikin. Çendî êrîş giran be, lê îradeya me ya berxwedanê û hêrsa me ya serketinê gelekî mezine.”
Şêniyê bi navê Fethî Mislim ew jî ji bajarê Kobanê ye got, “Em ji bo parastina Bendava Tişrînê li vir in. Em li virin ji ber ku eger Bendava Tişrîn wiha here wê jiyana bi milyonan gel di xeteriyê de be. Îro çawa me di Kobanê de berxwedaniyeke dîrokî kir û çawa me çeteyên DAÎŞ têk birin, em ê dagirkeriyê jî têk bibin û bihêlin ku him çete û him jî dagirkerî li vir cihê têkçûna wan be. Em bi rihê berxwedaniya QSD’ê li vir in. Em hemû gelê li vir em li pişta QSD’ê ne. Ev ax axa me ye, em ê xwedî li axa xwe derkevin.”