Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li herêma Xakurkê;
22’ê Hezîranê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li qada Şehîd Qehreman operasyonek hate destpêkirin. Hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û saet di 14:00 de bi rêbaza sabotajê lê dan. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran li vê derê bombeyên mijê bi kar anîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin. Saet di 14:30’î de careke din çalakiya sabotajê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakiya ku di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker birîndar bûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi armanca silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30’ê Hezîranê hate lidarxistin.
23’ê Hezîranê saet di 23:30’î de li Qada Şehîd Qehreman bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin.
Li herêma Metînayê;
23’ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
23’ê Hezîranê saet di 21:00 de bi çekên nîv otomatîk dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan. Piştî destwerdana hêzên me yên YJA Starê helîkopter neçar man ji qadê biçin.
24’ê Hezîranê saet di 16:40’î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, konteynirek hate îmhakirin.
Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
24’ê Hezîranê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê droneyeke dagirkeran a bombebarkirî bi çekên ferdî hate îmhakirin.
24’ê Hezîranê saet di 17:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
24’ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
24’ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
23 û 24’ê Hezîranê li herêma Garê qada Girê Reşît 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metînayê 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekê; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”