Duşem, 3 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Moskowê ji bo bîranîna Cangoriyên Şengalê civîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 ciwan bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Mûstafa Karasû Haniy Karasû koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna derbarê Şaredariya Etimesgutê de: 40 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hunermend û akademîsyen jî divê tevkariyê li pêvajoyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talebanî: YNK wê her tim bi gelê Şengalê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Solaxê bîranîna şehîdên fermanê: Divê berpirsyarên fermanê bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên fermanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê ji bo statuya Şengalê têkoşîna xwe geş bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Ji bo trajediyên berê dubare nebe em ê têkoşîna xwe dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Îbrahîm Aksoy ê piştî 30 salan azad bû: Civak li benda gava şênber e
Rojane

Îbrahîm Aksoy ê piştî 30 salan azad bû: Civak li benda gava şênber e

Îbrahîm Aksoy ku piştî girtîhiştina ji 30 salan hate berdan, destnîşan kir ku gelê Kurd di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de alîgirê çareseriyê ye, lê belê ji bo rêveçûna pêvajoyê divê dewlet gavên şênber û cihê baweriyê biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Îbrahîm Aksoy ku di sala 1996’an de hate girtin, piştî 30 salên girtîhiştinê 2’ê Nîsanê ji Girtîgeha Tekîrdagê hate berdan. Aksoy ku li gel temambûna cezayê lê hatibû birîn bi hincetên cuda nedihat berdan, li girtîgehê bi tecrîda giran, binpêkirina mafên mirovan û polîtîkayên înfazê yên kêfî re rû bi rû ma.

Îbrahîm Aksoy ku piştî 30 salan girtîhiştinê azad bû, li ser mercên li girtîgehên Tirk û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re axivî.

ATMOSFERA BERXWEDANÊ YA SALÊN 1990’Î Û PÊVAJOYA GIRTINÊ

Aksoy ragihand ku di destpêka salên 1990’î de wî têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir, serhildan, merasîmên cenazeyan û çalakiyên gel ên girseyî yên wê demê bandoreke mezin li civakê dikir.

Aksoy anî ziman ku di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de wî şahidî ji êrişên dewletê re kir û destnîşan kir ku li gel zextên giran jî wê demê gel bi xurtî xwedî li têkoşînê derket. Îbrahîm Aksoy got, “Li gel zextan jî mirov xwedî li cenazeyan derdiketin. Di bin gulereşandinê de jî paşve gav nediavêtin. Bûyerên ku di cenazeyê Vedat Aydin de qewimîn weke îro têne bîra min. Mirov bi biryardariyeke mezin li wê derê bûn. Wê demê dibe ku her kesî weke niha têkoşîn nas nedikir, lê belê dilsozî û xwwedîderketineke mezin hebû. Gel li gel zextan hemûyan jî xwedî li nirxên xwe derdiket.

Yekemcar di sala 1995’an de li Êlihê hatim binçavkirin. Nêzî 28 rojan li Êlih, Lice û Amedê di lêpirsîn û êşkenceyê de mam. Piştî ku hatim berdan ji cihê mayî min karê xwe dewam kir. Di sala 1996’an de li nêzî Osmaniyeyê cara duyemîn hatim binçavkirin û piştre hatim girtin. Piştî girtinê bi rojan lêpirsîn kirin. Bi her cûreyî êşkence kirin. Demeke dirêj min tiştek nexwar. Ji ber greva birçîbûnê pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû dan, lê belê zextan dewam kirin. Ji bo îfadeyê bidim zexteke giran kirin. Piştre jî min derxistin pêşberî dadgehê û biryara girtinê dan û şandin girtîgehê. Bi vî rengî ragirtina min a 30 salan destpê kir.”

TECRÎDA LI GIRTÎGEHAN, SIRGÛN Û BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN

Aksoy anî ziman ku di nava 30 salan de di serî de Edene, Konya, Ceyhan, Semsûr, Osmaniye û Tekîrdag li gelek girtîgehan hate hiştin û got, “Bi taybetî piştî ku girtîgehên bi Tîpa F ketin dewrê, polîtîkayên tecrîdê giran bûn. Ji ber ku em li ber sermijartina li ser piyan rabûn em dihatin sirgûnkirin. Rêveberiyên girtîgehê mafên me yên bingehîn jî weke amûreke zextê bi kar dianîn. Hevalên me yên tevlî grevên birçîbûnê yan jî protestoyên cuda dibûn mafê wan ê hevdîtinê bi kêfî dihate astengkirin û mafên ragihandinê dihate kêmkirin. Em rojeke bi tenê jî tevlî greva birçîbûnê bibûna cezayê qedexeya hevdîtinê ya bi mehan dihate birîn. Televîzyon dihate birin, name dihate astengkirin, mafên spor û sohbetê dihate astengkirin. Dihate xwestin ku têkiliyên malbatê bêne birîn. Daxwazên me yên mafdar dihatin redkirin, kiryarên nehiqûqî jî dihatin rewakirin. Vê rewşê bi salan dewam kir.”

‘PÊVAJOYA 15’Ê SIBATÊ JI BO GIRTINA YEK JI DEMÊN HERÎ GIRAN BÛ’

Aksoy ragihand ku piştî Rêber Apo di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî li Tirkiyeyê hate girtin, vê yekê bandoreke gelekî giran li girtîgehan kir, ew dem ji bo girtina yek ji demên herî zehmet bû.

Aksoy diyar kir ku ji dema Rêber Apo ji Sûryeyê derket heta hate girtin wan pêvajo bi fikareke mezin şopandin û got, “Li girtîgehê her kes li ser êgir bû. Me nizanîbû bê wê çi bibe. Dema ku agahiya girtinê hat, em hejiyan. Li derve mirov li qadan bûn, çalakî dihate kirin. Me jî li girtîgehê tenê bi greva birçîbûnê dikarîbûn nerazîbûna xwe nîşan bidin. Vê yekê gelekî bandor li me dikir. Ew pêvajoya tarî ji bo me gelekî zehmet bû. Zextên gelekî giran hebûn. Girtina Rêber Apo ji bo me gelekî zehmet bû. Li derve hevalan li ber xwe didan, me jî li girtîgehê li ber xwe didan. Ji bo me pêvajoya herî zehmet pêvajoya 15’ê Sibatê bû.”

‘CIVAK XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERDIKEVE’

Îbrahîm Aksoy ragihand ku civaka Kurd bi rengekî gelekî cidî xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikeve û got, “Gelê Kurd salên dûr û dirêj li benda çareseriyê ye. Gavên ku ji bo aştiyê têne avêtin divê bi yekalî nebin. Mirov îro timî heman pirsê dipirsin: Ji niha û pê ve wê çi bibe? Ji bo serketina pêvajoyê divê gavên beramberî hev bêne avêtin. Civak jî dixwaze vê bibîne. Gelê Kurd li gel hemû neyîniyan jî hêviya xwe ya ji bo çareseriyê dewam dike. Kes naxwaze li rojên berê vegere. Her kes dixwaze çareseriyeke bi rûmet û mayinde pêk were. Ji bo vê jî bi taybetî divê sozên hatine dayin bi cih bêne anîn.

Bi taybetî gava herî mezin a vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Beşeke girîng a civakê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke yek ji şertên bingehîn ên çareseriya demokratîk dibînin. Dema ku azadiya Rêbertî pêk hat wê baweriya civakê ya bi pêvajoyê xurtir bibe. Ji ber vê jî em di wê baweriyê de ne ku her gava bê avêtin divê bi perspektîfa çareseriya demokratîk û aştiya mayinde bê nirxandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EDENE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’
Nûçeya Pişt re Şaredarê Adalarê û 40 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Berxwedanê hate pîrozkirin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li her kesî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Moskowê ji bo bîranîna Cangoriyên Şengalê civîn hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê 14 ciwan bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Mûstafa Karasû Haniy Karasû koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?