Kolektîfa Medyakarên Kurdistanê (KMK) bi wesîleya 22’ê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ji ber vê yekê, li ser asta neteweyî li her çar beşên Kurdistanê, divê azadiya xebatê çapemeniyê weke armancek stratejîk were dîtin, ji ber ku bêyî medyayek azad ti demokrasî nikare hebe.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em rojnamevanên Kurd salvegera 128’emîn a rojnamevaniya Kurd di demekê de pîroz dikin ku rojnamevanên li her çar beşên Kurdistanê hîn jî di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de rastî astengî, gef, xeteriya mirin û darizandinê tên. Rojnamevan ji ber gefên li ser jiyana xwe neçar in ku welêt biterikînin û biçin dereveyî welat.
Niha herdu rojnamevan Şerwan Şerwanî û Qehreman Şukrî Zeynedîn wekî du girtiyên siyasî ji ber rexnekirina hikûmetê di girtîgehê de ne. Di heman demê de malbatên rojnamevanên şehîd hîn jî li benda cezakirina kujerên wan rojnamevanan piştî gelek salan in; Bêcezatiya kujerên rojnamevanan ne tenê di asta desthilata siyasî ya li Başûr de xuya bûye, lê di heman demê de rê li ber welatekî weke Tirkiyeyê vekiriye ku çar rojnamevanan li hundirê Herêma Kurdistanê qetil bike.
Zêdetirî 20 rojnamevan li Rojavayê Kurdistanê di dema şerê li dijî terorîstan û dagirkeriya Tirkiyeyê de şehîd bûne. Piştî hilweşîna rejîma Esed û êrîşên komên tundrew li ser Rojava, gotinên nefretê bi rêya rojnamevanên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xurt bûne. Di heman demê de sansur li ser azadiya derbirînê zêde dibin û nîşaneyek ji bo guhertinên qanûniya pozitîv ji bo garantîkirina mafên rojnamevanan, xuya nake.
Li Rojhilatê Kurdistanê, rojnamevan roj bi roj zêdetir di bin zexteke zêde de ne û bi gefa sêdare re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê revîn an jî xwesansurkirin ji bo rojnamevanan bûye vebijarkek ji bo mayîna bi ewle.
Tevî ragihandina pêvajoya aştiyê, dewleta Tirk bi dewamî gotinên nefretê û tund li dijî Kurdan belav bike û astengiyên li pêşiya rojnamevaniya azad zêde dike.
Di rewşek wisa xeternak de, rojnamevanên Kurdistan dadgehan ji bo tolhildan û parastina xwe ji gefên cûrbecûr bikar tînin, azadiya derbirînê dikeve bin gefek cidî û ji ber veşartina zaniyarî, gef û sansurkirin ji aliyê desthelatdariyê, xwe-sansur kirin û propagandayê zêde dibin. Mafê girtina agahiya rast û dirust ji hemwelatiyan re naye dayîn.
Ji ber vê yekê, li ser asta neteweyî li her çar beşên Kurdistanê, divê azadiya xebatê çapemeniyê weke armancek stratejîk were dîtin, ji ber ku bêyî medyayek azad ti demokrasî nikare hebe.
Li vir, em Roja Rojnamevanilya Kurd li hemû rojnamevanên Kurd ên rastgo, wêrek û azadîxwaz a Kurdistanê pîroz dikin û daxwaza berdana hemû rojnamevanên girtî û cezakirina hemû sûcdarên ku destê wan bi rijandina xwînê rojnamevanan sor bûye dikin.”

