Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya 9-11’ê Hezîranê, Înîsiyatîfa Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan li Qamişloyê daxuyaniyeke hevbeş li ser mafê hêviyê dan çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya avahiya Dîwana Edalata civakî bi beşdariya endamên her du înîsiyatîfan hat xwendin.
Endama Înîsiyatîfa Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Şama Mihemed bi zimanê Kurdî û hevserokê Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn El Neîmî jî bi zimanê Erebî daxuyanî xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi nêzîkbûna dawiya wê dema ku Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê daye dewleta Tirk ya der barê pêkanîna biryarên têkildarî ‘mafê hêvî’ yê Rêber Abdullah Ocalan û bi sedan girtiyên din, em dixwazin bi bîr bînin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji sala 2014‘an ve daxwaz ji dewleta Tirk kiriye ku guhertinên qanûnî pêk bîne û rêzê li vê mafî bigire. Dadgehê diyar kiribû ku pergala tecrîdê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pîvan û qanûnên Ewropayê yên mafên mirovan binpê dike.
Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê daxwaz ji desthilatdariya Tirkiyê kiribû ku qanûnên xwe li gorî van biryaran biguherîne û ji bo bicihanîna vê erka qanûnî demeke diyar dabûyê. Piştî ku dema yekem bêyî ti gaveke berbiçav bi dawî bû, demeke din an ku 8 meh hat dayîn. Niha em nêzîkî dawiya vê demê dibin, lê hîn jî ti gaveke rasteqîn an guhertineke qanûnî nehatiye avêtin.
Di 9, 10 û 11’ê vê mehê de Komîteya Wezîran dê bicive da ku asta pabendbûna dewleta Tirk a ji bo bicihanîna van biryaran binirxîne û guftûgo bike.
Rêber Abdullah Ocalan, di nav 27 salên girtina xwe ya li girava Îmraliyê de, tevî hemû astengî û şert û mercên giran ên tecrîdê, bi berdewamî peyam û hewldanên ji bo aştî û çareseriya demokratîk a pirsgerêka Kurdî pêşkêş kirine. Di serdemekê de ku şer, pevçûn û tundûtujî li herêmê her ku diçe zêde dibin, ev helwest û pêşniyarên wî yên ji bo gelan û pêşeroja herêmê, nîşaneya aqilmendî û berpirsiyariyeke bilind e.
Em di wê baweriyê de ne ku bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Wezîran, tenê weke erkeke qanûnî ya dewleta Tirkiyê namîne; ew di heman demê de ezmûnek e ji bo rêzgirtina li mafên mirovan, serweriya qanûnê û pîvanên Ewropayê. Domandina vê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, qeyrana siyasî kûrtir dike, hewldanên aştî û aramiyê têk dibe û deriyên çareseriya demokratîk û dadperwer a pirsgirêka kurdî digire.
Li ser vê bingehê, em daxwaz ji Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê, saziyên Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku biryarên têkildarî “mafê hêvî” bixe meriyetê, rêzê li pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan bigire û ji bo azadkirina hemû girtiyên ku ev maf wan dihewîne gavan bavêje.
Ev yek ji bo afirandina mercên pêwîst ên çareseriya dadperwer û demokratîk a pirsgirêka Kurdî girîngiyeke sereke ye.”

