Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê herî kêm 4 teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Newroz 2026’an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
Rojane

Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

Seroka Komeleya Zarokan a Jiyana Narin Canan Demir, got ku tiştên li Kobanê diqewimin li dijî exlaqê şer û hiqûqa navnetewî ne û zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin û jin û sivîl bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser Kobanê berdewam in. Hemû rêyên ku bajar bi cîhana derve ve girê didin, hem jî peydakirina sotemenî, elektrîk, av û dermanan bi temamî hatine qutkirin.

Ji ber dorpêçkirin û sermaya tund li bajêr pênc zarok jiyana xwe ji dest dane, zarokek jî bi obûsê jiyana xwe ji dest daye. Li hemberî şertên mirovahiyê yên girantir, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî bang li Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewropayê kirin ku berpirsiyariyê bigirin. Bang li raya giştî ya cîhanê jî kirin ku piştgiriya gelê Kobanê mezintir bikin.

Seroka Komeleya Zarokan a Jiyana Narin Canan Demir li ser rewşa li Kobanê ji ANF’ê re axivî û got ku pêvajoya ku tê jiyîn li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Canan Demir bal kişand ser li herêmê pratîkên ku tew exlaqê şer jî nas nakin tên kirin û zarok, jin û sivîl rasterast tên hedefgirtin.

 

DIVÊ LI HEMBERÎ QIRKIRINÊ BÊDENG NEMÎNIN

Canan Demir bal kişand ku divê bi lez û bez li tiştên li Kobanê diqewimin bê rawestandin, pêvajoyeke lezgîn li qada navnetewî bê destpêkirin û bêyî dereng bikeve mudaxele bê kirin û wiha dewam kir:

“Em li ser bingeha hiqûqa navnetewî li bendê ne ku bê gotin ‘rawestin’ û bi lez mudaxele bê kirin. Mafên zarokên me li qada navnetewî mîsogerkirî ne, lê em bi xemgînî dibînin ku hewcedariyên wan ên herî bingehîn jî nayên pêşwazîkirin. Daxwaz û hêviya me ew e ku ev rewş zû bê rakirin û zarokên me bigihîjin maf û derfetên mirovahiyê. Me pênc zarokên xwe winda kirin. Çiqas rewşeke tirsnak e. Zarokên me ji ber sermayê tên qetilkirin. Mafê jiyanê yê zarokekê çawa dikare bi sedema sermayê ji destê wê bê girtin?

Divê tu kesê ku wijdan û rehm li dilê wî/ê hebe li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Ev rewş bi vî rengî diqewime bi rastî tirsnak e. Wekî din jî qetilkirina sivîlan, zarokên sivîl û jinên sivîl jî xemgîniyeke mezin e. Em dixwazin ev rewş di çarçoveya mafên mirovahiyê de, di şertên herî baş de ku zarokên me tê de bijîn, bi dawî bibe. Em dixwazin bigihîjin mafên xwe yên bingehîn. Jixwe daxwazkirina van mafan bi xwe şerm e, lê windakirina zarokên xwe di van şertan de bê guman xemgîniyeke kûr çêdike.”

‘DIVÊ KORÎDORA MIROVÎ VEBE’

Canan Demir bang li raya giştî ya cîhanê kir ku korîdora mirovî vebe û wiha got:

“Gava Kurd dimirin, cîhan bêdeng dimîne? Em ê çiqasî zilmê bibînin, çiqasî bên qetilkirin? Cîhan ê çiqasî li mirina zarokên me bêdeng bimîne? Ev maf ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî mîsogerkirî ne, lê çima li hemberî vê yekê ewqas bêdeng dimînin, ev li kîjan wijdanê tê? Em ê vê yekê li ser çi bingehekê binirxînin, bi rastî nizanim.

Ev qirkirin e. Hewldana tunekirina pêşeroja Kurd e. Em ji zarokan diaxivin. Kuştina zarokekê tê çi wateyê? Bêdengmayîna li hemberî mirina wê tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku Neteweyên Yekbûyî alîgir tevdigerin. Gava mijar gelê Kurd be, hemû maf tên binpêkirin.

Divê korîdora mirovahi ji bo Kobanê bi lez û bez û bi awayekî acîl vebe. Ji bo ku mirovên me, xizm û birayên me bigihîjin hewcedariyên xwe yên herî bingehîn, divê her kes li cîhanê bikeve tevgerê, li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigerin û korîdora mirovahî vebe. Bi vî awayî divê derfet ji bo gihandina tenduristî, xwarin û hemû mafên din re bê dayîn.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Heger deriyê sînorê Mûrşîtpinar venebe, ji mirinên ku bên jiyîn, Tirkiye berpirsiyar e’
Nûçeya Pişt re Jinên Hindistanî bang li piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Hogir Dêrik û hevrêyên wî destaneke berxwedanê ya nû nivîsandin

QSD’ê şehadeta 4 şervanên ku li eniya El Aliya-El Mekmen li ber xwe dan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayan li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamên Malbatên Şehîdan îxaneta PDK’ê şermezar kirin

Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê îxaneta PDK'ê û hevkariya wan bi dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?