Li cih û warê gernasan, li çiyayên serhildanan agirê lêgera heqîqetê û jiyana azad her bilind e. Keç û xortên herî xweşik û berkeftî giyanên xwe yên bi eşqa azadiyê rapêçayî dikine, çirûsk û vî agirî hil û geş dikin.
20’ê Hazîrana 2024’an, li nav bihuşta Botanê çar canperiyên bi navê Brûsk Kato, Rustem Çekdar Kato, Kamûran Teyrêbaz û Dilsoz Gabar di rêça sazkirina jîneke bi rûmet de, li hemberî keriyên barbarên Osmanî heya nefesa xwe ya dawiyê têkoşiyan û li ber xwe dan. Da ku fîrdewsa Kurdistanî her bi rewneq û candar be, wan canên bişeng kirin xelat û tevlî karwanên nemiran bûn.
BRÛSK, ŞERVAN, WÊREK, ŞOREŞGER û BARGIRÊ DOZA BINDESTAN
Ji lehengê Botana Mîran; Basrî Cîn bi navê şoreşgerî Brûskê Kato ye. Heval Brûsk bi mezinbûna xwe ya nava malbateke welatperwer de teşeyê ciwanekî bi kok û welathez di şexsiyeta xwe de dirîse û dibêje; “Civak û gelê min di bin zilma zordestan de ye. Nasname, ziman, çand û hebûna me tê qirkirin. Roja ez im û xîretê ye îro, erkê min têkoşîn û cenga di oxira bi destxistina nirxên civaka min de ye” û bi van hevokên cewherî, şervanê doza azadiyê biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide û berê xwe dide lûtkeyên welatê xwe.
DI MEŞA ŞOREŞÊ DE BI GAVÊN MEZIN PÊŞ DIKEVE
Pênaseya jiyana PKK’ê di hizrên Brûsk de wiha ye “PKK civata exlaq, estetîk, dirustî, wekhevî, wijdan, edalet û mirovên dilpak e”. Lewre ew jî di nava vê civata bêqisûr de, li pey têkûziya mirovê bilind digere û dixebite. Dil û giyana xwe bi gelek xisletên nirxbuha, bi xemil û xêz dike. Bi fikrê Rêber Apo re nebesî û kêmahiyên xwe derbas dike. Coş û kelecana jiyana PKK’ê dadiwerivîne hinavên xwe û bi kenê li ser lêvên xwe silavê dide berbangên bi hêvî. Lewma ew dibe rêhevalekî bi bandor û diyarker li her nêvengê, dibe qadroyekî xwedî sekin, zanist û serweriyeke rêxistinî. Brûsk di meşa xwe ya şoreşê de, bi gavên lez û bez bi pêş dikeve. Piştî qada Garê, derbasî qada Zapê dibe û di nava germ û giraniya pratîka Zagrosan de bi ezmûnên kûr dipije û bi pêş dikeve. Ji Zapê berê xwe dide cenga şoreşa Rojavayê welat. Di mozaîka serkeftina li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê de, Brûsk rengê qilêşê xwe tevlî dike û berê xwe dide hêlînên bazên çiyayê. Li dibistana şehîd Îbrahîm bi xwe re dikeve nava hesabpirsîn û lêpirsînên kûr. Li hemberî sekna Rêber Apo û fedakariya şehîdan, pratîkên xwe dad dike, soz û peymanên mezin li xwe dibire.
HER KU ŞERÊ MEZIN DIKE WEKÎ KATOYAN BI HEYBET DIBE
Brûskê qehreman vedigere ser xaka jê dayikbûye û tola kiryarên li ser civaka xwe bi çek û çalakiyê xwe digire. Kevir, lat û zinarên Katoyan her bi serfirazî li bejin û bala wî mêyze dikin û dilşanaz dibin ku ew xwediyê ewladên mîna Brûsk in. Lewre ew salên dirêj di lûtkeyên Katoyan de bi şerekî bê eman, bi ezmekî ji pola meydan li neyarên herî xedar dixwîne. Wekî ku di zinaran de bi bask bibe, bêyî tirs, carna bi tena serê xwe wekî arteşekî gerîla li hember dagirkeriya Tirk şer dike. Her ku şerê xwe mezin dike wek çiyayên Kato bi heybet dibe. Di nava êrîşên herî dijwar de, ew dizanî hem xwe hem rêhevalên xwe biparêze. Ji ber ku Katoyên asî Birûskê dilawer fêrî gelek razberên xwe kiribû. Ger ew bi çiyayan re nebûya yek gelo destanekî wiha canbexşî çawa bigihîşta dilê me hemûyan.
Ew gerîlayekî wek çiyayan bihêz, wek zinaran asî bû. Lewma di her pevçûnekî de wî bi zinarên xwe, bi newalên xwe yên kûr ve diparast. Lawê xaka pîroz ji bo serfiraziya welatê xwe ebedî bike li ber xwe dida. Da ku xwedî li soza xwe ya têkoşînê derbikeve, her kêliya jiyana xwe kire heyranê kenekî azad li ser lêvên zarokê welatê xwe. 12 salên bêrawestan her şer kir, têkoşiya û navê pakrewaniyê kire rawestgeha xwe ya dawî.
RUSTEM, RÊZANÊ XAÇERÊKÊN ÇIYAYÎ, SEWDALIYÊ EVÎNA RASTIYÊ
Li warê Brûskê leheng, li ser heman erdnîgarî û nava heman atmosfera welatparêz de, gerîlayê doza hebûnê Rustem Çekdar Kato ango Sefer Temel tê dinyayê. Çelengê Botana berxwedêr, mîna hemû zarokên wê xakê, bi çav vekirina xwe ya li dinyayê re xeyalê xwe yên bi cil û bergên gerîla, di keziyên şevên reş de dihûnîne. Bê sebir û hedane ku kengî mezin bibe û berê xwe bide nava refên têkoşeran. Di nava rastiyên kovanî û azariya welatê xwe de, Rustem ji salên temenê xwe zûtir mezin û bîrewer dibe. Bi jîrî û hişyariya xwe dizane tercîhên rast di jiyana xwe de bike. Di serî de çûyina dibistanên pergalê red dike û deriyê dil û giyana xwe ji leystok û xapînokên pişavtinê re digire. Di ciwantiya xwe de dikeve nava kar û xebatên milîstiyê û alîkariyên mezin dide parêzvanên welatê xwe.
XWE DI NAVA JIYANA PKK’Ê DE DIHELÎNE Û PÊRE DIHERIKE
Her çiqasî ew bi gelek kar û barên bi nirx û giran radibû jî lê çavên wî her bi lûtkeyan re kilîd dibûn û nedikarî ji wan veqete. Piştî gelek hewildanan, Rustem ê dilawer sala 2013’yan li çiyayê Katoyê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla pîroz dike û şahiya dilê xwe bi gerdûnê re parve dike. Dilwêrekê xaka kevnar mîna berfeke di nav aveke zelal de, di nava jiyana PKK’ê de xwe dihelîne û pêre diherike. Bi coşa eşqeke ezdanî tevlî her kar û xebatî dibe, mîna roniya çavê xwe li hevalên xwe dinêre û ji wan re re dibe palpişteke xweragir. Bi danehev û ezmûnên xwe yên xebatên salan, heval Rustem erdnîgariya Botanê weke navê xwe jiber kiriye û xwedî serweriyeke mezine li ser. Lewre ew dibe rêzanekî zîrek û hişyar ji gelek karewanên hevalê xwe re. Di rêçikên jiyana azad de, dide pêş hevalbendê xwe û ji wan re dibe rênîşan. Piştî sê salan rêzanê çiyayî berê xwe ji Kato Jîrka dide qadên Parastina Medyayê, ji wir jî ew berê xwe dide bangewaziya gelê xwe yê li Rojavayê welat û diçe bi hewara zarokên çav belek. Bicihanîna erkên xwe yê li cenga şoreşê, Rustemê wêrek dizivire hembêza dayika xwe ya bilind. Dema ku barbarên serdemê berê xwe dane xaka Hefatnînê, qilêşa Rustemê egîd hîn ji hilma cenga bi çeteyên DAÎŞ’ê re sar nebûbû. Lewre ew bi heman dilgermî û tînê bi hevalbendê wan re li dijî çeteyan şer dike. Cenga Xabûrê bi rihê serketina mezin dorpêç dike û dibe tolhildêrê Bargiran, Esmer û Zelalan.
RUHÊ XWE BI EVÎNA AZADIYÊ MEZIN KIR
Bi vîn û biryardariyeke bêhempa Rustemê fêris, her di nava şerên mezin, karên giring û barên giran de bû. Bi hêrs û kîna li hemberî neyarê Kurdistanê dijiya. Bi qasî wê hêrsê, bi îdîa û biryardariya avakirina welat û jiyana azad dijî. Bi vî rengî wî dikarî gelek derçûnên mezin û girîng di meşa xwe de çêbike. Rustem bi viyaneke mezin dixwest strana xwe ya serketinê li ser xaka Bakurê Kurdistanê bêje. Lewre ew di encamê gelek hewil û pêşniyaziyên xwe careke din kete ser xaçerêkên ku bi wan re mîna candostekiye û berê xwe da ristika çiyayên Botanê. Ew ji zarokiya xwe heya xuleka jiyana xwe ya dawî, bi tarzê jiyana xwe, bi zanist û hişyariya xwe bû sekneke xweragir û pola li hember dagikeriyê. Ruhê xwe her bi evîna azadiyê xwedî kir û mezin kir. Bi qasî evîna xwe şer kir û ked da. Lewre ew şeydayekî herî rasteqîn ê xaka kal û pîran bû. Bi wê rasteqîniyê her têkoşiya û li berxweda. Ji xwe evîndarê heqîqî; di ber şanaziya evîna xwe de, can dikine feda û qurban. Rustem jî sewdaliyê heqîqî yê Kurdistana rengîn bû. Ji bo rûmet û şana wê ciwaniya xwe gorî kir, kulîlkên baxê wê bi xwîna sor rengîn kir.
DILSOZÊ DOZA AZADIYÊ DI RÊKA SERKETINÊ DE DIMEŞIYA
Ew e lehengê welatê xwe, ew e evîndarê azadiyê, ew e dilsozê doza welatê xwe. Li pey heqîqet û azadiyê yek rêkê hildibijêre, rêya tekoşînê, rêya APO’yî. Arvîn Huseynî li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Şaho çavê xwe li dinê vedike. Ew di nava nêvengeke welatparêz de mezin dibe û navê PKK’ê bi navê xwe re fêr dibe. Ji zaroktiya xwe de ew li hemberî polîtîkayên pergalê bi nakok û lêpirsîne. Jiyana ku li ser gelê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranê ve dihate ferzkirin, ti caran asayî nedît û nepejirand. Lewre ew her lêgerînvanê jiyaneke bi nasname û azad e. Hedef û armancê wî, her bûyina ferdekî ji civata PKK’yê ye. Di sala di 2018’an de, digihije merama xwe û ber bi çiyayên azad ve dibe rêwî. Di destpêka meşa xwe de, li ser peymana sedaqeta bi Rêber Apo û şehîdan re, navê xwe dike Dilsoz.
DIBE PARÊZVANEKÎ XETA APOYÎ
Dilsoz ê ciwan her dem bi bîrweriyeke ji temenê xwe mezintir, di ferqa erk û berpirsyartiyên ku giritbûn ser milê xwe de ye. Rêwîtiya xwe bi gav avêtinên mezin davêje û her wiha dewam dike. Lewma ew pir zû taybetmendî û pîvanên milîtanên Apoyî di kesayeta xwe de dide rûniştandin. Dilsoz bi sekna xwe ya ji xwe bawer di nava her şert û mercî de, xwedî li xeta Apoyî derdikeve û dibe parêzvanekî vê xeta pîroz. Li qadên ku lê cih digre dibe xwedî kedeke mezin. Ev jî ji bo gerîla Dilsoz xusûsiyetên milîtanên fedaî ne ku ti caran ji sekna xwe tawîz nadin. Van xisletên xwe bi jiyana PKK’ê re dike yek, bi vê yekbûnê re PKK’ê bi Dilsoz, Dilsoz jî bi PKK’ê re xweşiktir dibe.
Gernasê welatê xwe ti caran hevaltiyeke kêm ji xwe re napejirîne. Rêgezê rêhevaltiya Rêber Apo ji bo xwe dike bingeh û li ser hîmê wê têkiliyên xwe saz dike. Dilsozê şehreza her xwe ji bo pratîkên zehmet û dijwar amade dike. Ji bo bibe gerîlayekî pispor, bibe bersiveke tund ji rihê demê re; ew di akademiyên leşkerî re derbas dibe û xwe digihîne asta gerîlayê jîr û zana, ku ji her hêlê ve xwedî agahî û kêrxwehatî. Dilsoz her bi xewin û xeyala çûyina Bakurê Kurdistanê radize û radibe. Ji bo ravekirina hezkirina xwe ya ji çiyayê Gabarê re, ew paşnavê xwe dike Gabar. Da ku çûyîna wî ya qadên Bakûr gûncaw were dîtin, ew bi kedeke mezin ji her hêlê ve xwe diwestîne û pêş dixe. Di serî de, di warê îdeolojîk de, her wê hewlê dide ku Rêber Apo rast û baş fêm bike û bêyî ku wî dûbare bike, perspektîfên wî pêkbîne. Lewre wî ji bo xwe ne tevlîbûneke ji rêzê, ne jî jiyan û şerekî ji rêzê qebûl nedikir. Bi vê hêrs û ezma xwe Dilsoz dikare xwe bigihîne hedefa xwe û bikeve nava komên rêwiyê Bakur. Ew çem, newal, zevî û geliyan bi heyecan û hêza girêdana xwe ya bi rojê re derbas dike, her ku diçe bayê Bakur pêlê xwe li nav dilê wî dixe û hêviyên mezin hildike jor. Hezkirina wî ya ji Botanê re destûr dide ku yekîtiyeke pir kûr di navbera wan de ava bibe. Ji bo wê ew pir zû rengê gerîlatiyê Botanê digre û rengê xwe jî dide wê. Dilsoz zû fêrî herêmê dibe û di tekoşîn û çalakgeriya li hember dagirkeriyê de dibe xwedî mîsyon.
Gerîla Dilsoz di oxira jiyaneke azad de û bi dilsoziya xwe ya bi doza azadiyê re li herêma Botanê têkoşiya û şerê xwe digihîne zîrveyê û dibe lehengekî welatê rojê.
XAKA KURDISTANÊ BI HELWESTA KAMÛRAN ŞANAZ Û BEXTIYAR DIBE
Heval Kamûran Teyrêbaz ango bi navê xwe yê rast, Yilmaz Sala di sala 1995’an de, li Colemêrgê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Ew bi çanda Kurdewarî mezin dibe û teşe digire. Şêwazê mezinkirina wî hîn di zarokatiya wî de pêşeroja wî diyar dike. Di nava malbateke welatparêz de mezinbûn, ji bo Kamûran şensekî mezin e. Jêre dibe derfetek ku pê re bikeve ferqa rastiya dagirkeriya li ser welatê xwe, dîroka berxwedanî û serhildanên gelê xwe fêr bibe û hîs bike. Da ku van rastiyan bi serfiraziyê tacîdar bike ew berê xwe dide rêka tekoşîna Apoyî. Di sala 2013’dan de ji bo ronîkirina rojên tarî ew tevlî nava refên gerîla dibe. Rawestgeha Teyrêbaz ya yekem dibe rêze çiyayên Zagrosan. Zagros bi asîbûn û zehmetiyên xwe ve jê re dibe bingeha kesayeta erk û rojên zor. Li Zagrosan silavdayîna jiyana şoreşgerî, ji bo Kamûran dibû destpêkeke bi esil û berhem. Lewra Zagrosa xwedawendan wî di dergûşa xwe de, bi ezmûnên têr û tije dihejîne û mezin dike.
DI XIZMETA ŞOREŞA WELAT DE SÎNOR NENASE
Kamûranê dilwêrek jî mîna Çekdar, Brûsk û û Dilsozan di xwe gihandina asta gerîlayê modernîta demokratik de bi rik û vîn e. Lewre parêznameyên Rêber Apo dike çiraya jiyana xwe û di roniya wê de gavên xwe davêje. Hîn beriya tevlîbûna wî, hevaltiya PKK’ê di hundirê wî de şop û bandoriya xwe hêlabû, lewre wî têkilyên hevalbendiya bi rêzkên Apoyî ji bo xwe ji pîroziyên asîmanê didît û diparast. Bi têkoşîneke dayîm û dijwar Kamûranê Zagrosan li her qad û xebatê ku dimeşîne roleke stratejik û diyarker dilîze. Ew di xizmeta şoreşa welatê xwe de sînor nenase, di lênûsa Kamûranî de gotinên nikarim, nabe û nizanim peyda nabin, ew afrîner û pêkhînerê her kar û xebatê ye. Kamûran şoreşgerê bi pîvan û xeta xwe ve girêdayî temsîl dikir, di mercên herî zor de jî wî tawîz nedida zihneyeta înkar û qirkirinê. Bi qasî ku xwe di hunera leşkerî de zane û serwer dike, ewqasî jî xwe bi felsefa Rêber Apo xurt dike, dikarî di rûyê her êrîşê sekneke ji pola raber bike. Kamûran di şerê xwe yê li hember degirkeriyê de gelek danehev û tecrûbeyên bi sûd tomar dike, da ku lêdanên hîn bi tûnd û encamgir li artêşa dagirker bixe ew her pêşniyaziya qadên Bakur dike.
Bi biryardariya xwe dikeve ser rêkê û bi kelecaneke sotîner xaka Botanê hembêz dike. Li şûnwarê Egîd û Adilan bi mîraseya wan hesabên giran ji artêşa qirker dipirse. Bi rihekî cesûr û netirs cenga şeref û hebûnê bi agirê çeka xwe gur dike. Heya guleya xwe ya dawiyê Kamûran bi girnijîn û serfirazî li hember dagirkeriyê şer dike. Ew bi îmane ku ewê ti caran şopê lehengên mîna wî bi azewrî ji ser vê xakê xilas nebin. Lewma bê didulî sekna xwe ya berxwedêr didomîne û bi mertebeya şehadetê tacîdar dike.
BRÛSK, ÇEKDAR, KAMÛRAN Û DILSOZ BÛNE VEJÎNERÊN RUHÊ ÇARAN
Li zindana Amedê jî çaran agirê berxwedaniyê di bedena xwe de geş kirin û reşika şevan qetandin. Di Tevgera Azadiya Kurdistanê de bûne pîvan û xet. Ev xet bi canê gelek leheng û pakrewanan ve her hate parastin û nûjen kirin. Di 20’ê Hazîrana 2024’an de jî, li Botana resen ev ruhê berxwedêr di navê Brûsk, Çekdar, Kamûran û Dilsoz de xwe dûbare û nûkir. Heman sekin û biryardarî hate raber kirin, bi canfedayitiya xwe heman binkeftin bi dagirkeriyê dane jiyîn. Van her çar qehremanên dilwêrek carek din serketina ruhê berxwedaniyê mîsoger kirin, bi buhaya canê xwe ev rastî parastin û ebedî kirin.
Bi tîrêjên navê van lehengên canpola wê rêka azadiya Kurdistan şênber û ronaktir bibe.