Piştî “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, dema nîqaşên li ser polîtîkayên heyama nû li gelek beşên civakê didomîn, Kurdistanîyên li Swîsreyê jî ji bo nirxandina vê pêvajoyê konferansek li dar xistin.
Konferansa ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) di navbera 14-16’ê Mijdarê de li Luzernê hate lidarxistin, 150 delegeyên ku di konferansên herêmî de hatibûn hilbijartin beşdar bûn.
Konferans bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad, ber bi Civaka Demokratîk” hat lidarxistin û ji bo fermandarên pêşeng ên şehîd Emîne Erciyes û Nurettîn Sofî hate diyarkirin.
‘SORO: EM Ê BI RÊXISTINBÛNA CIVAKÊ BIBIN BERSIVA PÊVAJOYA NÛ’
Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir û axaftina vekirinê ji aliyê siyasetmedar Selahattin Soro ve hate kirin. Soro di axaftina xwe de qala pêvajoya dîrokî ya têkoşîna azadiya Kurd kir û bal kişand ser paradîgmaya heyama nû. Soro got: “52 sal di ser tespîta ‘Kurdistan Kolonî ye’ ya ku di sala 1973’yan de li Bendava Çûbûkê hate kirin re derbas bûn. Di vê demê de bi hezaran şehîd hatin dayîn. Bi hezaran kes rastî êşkenceyê hatin, bi deh hezaran mirov ji êşkenceyê derbas bûn û ketin zindanan. Bi mîlyonan mirov hatin sirgûnkirin. Niha em gihîştine asteke nû. Di vê pêvajoyê de serê gelek kesan tevlihev e. PKK’ê çek danî. Lê me xweseriyê nedanî. Xweseriya me, zimanê me ye, nasnameya me ye, îdeolojiya me ye. Xwedîderketina li paradîgmaya heyama nû ye ku Rêber Apo derxistiye holê. Gerîla li ber xwe da, Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe da; ev pêvajo gihîşt vê astê. Êdî bar li ser milê me ye. Em ê bi rêxistinkirina civakê bibin bersiva vê pêvajoya nû. Di vê konferansê de jî em ê nîqaşên ku li Swîsreyê em ê çawa xebatekê bimeşînin? Nêzîkatiya me ya ji bo heyama nû wê çi be? Ev yek wê derkeve holê.”
Piştî axaftina Soro, rapora qada Swîsreyê ya ku ji civînên amadehiyê yên li herêman hatibû amadekirin hate xwendin. Piştre di 11 sernavên cuda de yên wekî Zimanê Zikmakî û Enstîtû, Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, Perwerdehî û Akademî, Têkiliyên Derve û Dîplomasî, Ekolojî, Çand û Huner, Çapemenî û Medyaya Dîjîtal, Aboriya Komunî, Maf û Edalet, Qada Civakî, Rêxistin û Rêxistinbûn de xebatên atolyeyan hatin meşandin.
Pêşniyarên di atolyeyan de hatin amadekirin, li civîna giştî ya konferansê hatin pêşkêşkirin û di encama nîqaşên berfireh de daxuyaniya encamnameyê hate teşekirin.
DAXUYANİYA ENCAMNAMEYÊ
Nirxandinên ku di konferansê de derketin pêş, bi kurtî wiha ne:
JI NÛ VE AVAKIRINA RÊXISTINBÛNA CIVAKÎ
Hate diyarkirin ku di ronahiya têkoşîna azadiyê ya 52 salî û rêxistinbûna Ewropayê ya zêdeyî 40 salî de, dev jê berdana modelên rêxistinbûnê yên klasîk û derbasbûna rêxistinbûna civakî pêwîst e.
Hate teqezkirin ku divê rêxistinbûn li ser bingeha “Manifestoya Civaka Demokratîk” a Ocalan wekî pêvajoyeke ji nû ve avakirinê were nirxandin.
RÊXISTINBÛNA KOMÎNÊ WEKÎ MODELA BINGEHÎN
Di konferansê de komûn bûn navenda heyama nû:
- Hate destnîşankirin ku komûn ne tenê yekîneyên aborî ne, di heman demê de yekîneyên civakî û siyasî ne.
- Hate tekezîkirin ku komûn pêdiviyên tevahiya civakê li cihê wan bi cih tînin,
- Û ev, modela rêxistinbûnê ya herî afirîner e li ser riya civaka demokratîk.
- Hate ragihandin ku divê binesaziyên herêmî bibin vîna esasî,
- Û rola bingehîn a navendê divê koordînasyon û parvekirina tecrûbeyê be.
Konferans, “nirxandineke dadmend” ya xebatên berê kir:
- Hate diyarkirin ku bi performans û şêwaza kevin nikare bersiva pêdiviyên heyama nû bide,
- Pêwîst e pirsgirêkên hişmendî û binesaziyê bên derbaskirin,
- Û li gorî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û paradîgmaya nû, zemîneke guhertineke xurt heye.
AZADIYA RÊBER APO KIRPANDINA BINGEHÎN A KONFERANSÊ YE
Konferans ji bo serkeftina pêvajoya nû ye:
- Hate kirpandin ku pêwîst e azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê dabînkirin,
- Û di vê pêvajoyê de rêbertiya pratîkî ya Rêber Apo wê bibandor be.
Hat gotin ku di 11 qadan de biryarên berfireh hatin girtin û xebat wê bên kûrkirin û domandin.
Konferans bi dirûşmên “Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

