Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke rojnamevanên Kurd bi balafira bûmirov hedef girt. Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di wesayîta şîrketa Produksiyona Chatrê ya çapemeniya Başûrê Kurdistanê de bûn, şehîd bûn. Di êrîşê de berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Hêro Bahadîn ku ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin, bi tevlîbûna malbat, dost û gelek xebatkarên çapemeniya azad li Silêmaniyê hat veşartin.