Cenazeyê Rûsêl Mihemed Xelef a 13 salî ku di 24’ê Mijdarê de gundê Helîsa yê bajarokê Fafînê yê Şehbayê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî de birîndar bibû û duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd bû, bi beşdariya xelkê kantona Efrîn û Şehbayê li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos a li bajarokê Fafînê hate veşartin.
Di merasîmê de li ser navê Mafên Zarokan a kantona Efrîn û Şehba Lava Ehmed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî her tim sivîlan bi taybet zarokan hedef digirin û li dijî wan sûcên hovane pêk tînin.”
Dûre li ser navê Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Mistefa Hesen axivî û got: “Em 7 sal in li Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî têdikoşin û li ber xwe didin. Îro jî zaroka Rûsêl ji ber wan êrîşan şehîd bû.”
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.