Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mihemed Girbawî (Mihemed Xelef) ku di 18’ê Adara 2024’an de li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ji ber nexweşiyê şehîd bibû, hat veşartin. Bi sedan welatî ji bo merasîma cenaze li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ebdî Edî, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Hesen Mihemed û endamê Federasyona Şehîdên Qamişlo Elîşêr Hesen axaftin kirin û destnîşan kirin ku ew ê şopdarê şehîdên azadiyê bin û xeyalên xwe pêk bînin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Mihemed Girbawî hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê Girbawî di nava dirûşmeên “Şehîdê nami”rin ve hate veşartin. Ji bo şehîd li gundê Girbawî yê Qamişlo sersaxî tê qebûlkirin.