Yek ji parêzvanê şoreşa Rojava gazî Mazlûm Serhed (Ercan Can) 28’ê Tîrmeha 2021’ê li Hesekê di encama qezayeke trafîkê de tevlî karwanê şehîdan bû. Gazî Laleş Êzidî têkildarî hevalê xwe yê têkoşînê şehîd Mazlûm Serhed axivî.
Laleş di destpêka axaftina xwe di şexsê Mazlûm Serhed de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Heval Mazlûm hezkiriyê şoreşa Rojava, doza Kurdistan û mirovahiyê bû. Dema şoreşa Rojava dest pê kir ji bo gelê xwe ji hemû êrîşên qirêj ên DAÎŞ’ê, dagirkeran û hêzên serwer biparêze heval Mazlûm berê xwe da Rojava. Heval Mazlûm hê di dema sivîltiyê de êşa ku mirov nikare bi ziman û nasnameya xwe bijî di kûrahiya dilê xwe de his dikir. Eger îro Kurd dikarin bi serbilindî behsa nasname û mafê xwe bikin, her wiha heke îro em xwedî destketiyên giranbiha ne û li hember her cure êrîşan dikarin xwe biparêzin bi saya hevalên weke Mazlûm e.”
Laleş Êzidî bi bîr xist ku Mazlûm Serhed gaziyekî şer bû û wiha domand, “Heval Mazlûm ji bo şoreşê û têkoşînê ti carî birîndariya xwe nekir astengî. Her tim bi coş, moral û manewiyat li ser piyan bû. Xwedî çandeke qedîm a Serhedê bû. Heval Mazlûm di heman demê de dengbêjekî hêja bû. Dengê heval Mazlûm dengê çiyayên Serhedê bû. Di dengê heval Mazlûm de, êş, keser, berxwedanî û dilsoziya bi welat û gel re hebû. Sekn û lêgerîna heval Mazlûm a têkildarî jiyana azad zêde bû. Ji bo hîn bêhtir têkoşînê pêş bixe timî di nav lêhûrbûnan de bû. Xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kiribû. Heval Mazlûm di nav malbateke welatparêz û dilsoz de mezin bibû û şekil girtibû, weke sê bira tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibûn. Wexta li hember Rojava êrîşên dijwar pêk dihatin, heval Mazlûm bêteredut tevlî nav refên berxwedanê bû. Heval Mazlûm li gelek qadên Rojava ked da, têkoşîneke herî pîroz meşand.”
Gazî Laleş Êzidî destnîşan kir Mazlûm Serhed nîşanî her kesî da ku ti kêmasiyeke fizîkî li hember berxwedana bi rûmet nikare bibe astengî û wiha axivî, “Ev îrade û hêz her kêliya jiyana xwe nîşanî me da. Îro jî li hember şoreşa Rojava û nirxên bi xwîna bi hezaran şehîdan ava bûne, êrîş pêk tên. Helbet li hember hemû êrîş û reşkirinan bi ruhê berxwedana heval Mazlûm em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Bi vê wesîleyê weke hevalekî gaziyê şer ez di 5’emîn salvegera şehadeta wî de heval Mazlûm bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Ez serbilind im ku min hevalekî weke Mazlûm nas kir û pêre xebat meşand. Ji malbata heval Mazlûm Serhed, gelê me, Rêber Apo û tevahî hevalan re sersaxiyê dixwazim. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Em ê deynê xwe bi avakirina welat û gelekî azad tekez bidin.”

