Li bajarê Durbanê ku li rojhilatê Efrîkaya Başûr e, di êrişeke çekdarî ya li ser malekê de 11 kes mirin.
Serokwezîrê eyaleta KwaZulu-Natalê Thamsanqa Ntuli anî ziman ku êriş ji aliyê 2 kesên çekdar ve hatiye kirin.
Li gorî Ntuli, qurbanî roja Sêşemê bi dema herêmî saeta di 23:00 de li malekê li hev kom bûn. Hate ragihandin ku êrişkar ketin hundirê malê, gule reşandin û di encamê de 11 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, yek ji kesên jiyana xwe ji dest dan jineke ducanî bû. Her wiha du kes jî ji êrişê filitîn. Li ser sedema êrişê hîn agahî bi dest neketin.
Qenala televîzyonê ya herêmî eNCA’yê diyar kir ku êrişkaran zor dan kesên li malekê ku li odeyekê kom bibin û piştre li wan reşandin. Hate ragihandin ku êrişkaran agir berdan wesayita yek ji qurbaniyan.
ROJANE DERDORA 60 KES TÊNE KUŞTIN
Li Efrîkaya Başûr ku çekên qanûnî yan jî neqanûnî lê zêde ne, êrişên çekdarî gelek caran rû didin. Hevrikiya çeteyan û şerê ji bo berjewendiyên aboriya neqeyidkirî weke sedemên sereke yên bûyerên tundiyê yên li welêt tê dîtin.
Li welêt ku nifûsa xwe derdora 62 milyon mirovî ye, tê gotin ku rojane derdora 60 kes têne kuştin. Efrîkaya Başûr yek ji wan welatan e ku rêjeya kuştinê lê gelekî zêde ye.

