Li Dêrikê ya kantona Cizîrê bi hezaran kes cenazeyê fermandar Tekîn Goyî (Îsmet Unver) veşartin. Cenazeyê şehîd ji gel ve ji pêş Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê hat wergirtin û bi merasîmekî li Goristana Şehîd Xebat hat veşartin.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mahsûm Hesen li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga xurtkirina têkoşînê kir û got wê li ser rêça şehîd Tekîn bimeşin.
Endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bal kişand ser hezkirina şehîd Tekîn Goyî ji welat û gelê xwe re û girêdana wî ya xurt bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîdan re û wiha got: “Şehîd Tekîn civak û gelekî azad a li ser jiyana hevbeş û ewleh dixwest.”
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Memo Xelîl got ku ew ê heta serkeftinê bibin şopdarê Şehîd Tekîn Goyî.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Tekîn Goyî bi dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û “Şehîd namirin” hat veşartin.
Fermandar Tekîn Goyî ku li Ofîsa Tenduristiyê ya Qamişlo dixebitî, 19’ê Tebaxê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.