Çarşem, 5 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşniyara ‘qanûna çarçoveyî’ wê sibê pêşkêşî meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!
Jin

Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan bi coş hat lidarxistin. Di festîvalê de axaftin, çalakiyên çandî, stand û pêşandanên şanoyê rastî eleqeyeke mezin hatin.

Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan axaftina vekirinê ya festîvalê kir. Ayten Kaplan bal kişand ser girîngiya dîrokî ya festîvalê û diyar kir ku mîrateya berxwedanê ya ku şehîd Zîlan hiştiye her sal tê berdewamkirin û berfirehkirin û got, “Ji bo em vê mîrateyê zindî bihêlin û têkoşîna jinan li her qadê belav bikin bi biryardarî dimeşin.”

AYTEN KAPLAN: TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ AVANIYÊN BAVIKSALAR WÊ BERDEWAM BIKE

Ayten Kaplan li ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî pirsgirêkên civakî, binpêkirinên mafên zarokan û pergala serdest a mêran rawestiya û wiha berdewam kir:

“Demek dirêj e ku em mil bi mil li dijî avaniyên serdest ên  baviksalar û hegemonyaya mêran têdikoşin. Xebat û çalakiyên ku me heta niha pêk anîne, me karî veguherînek girîng di civakê de biafirînin. Lê têkoşîna me li vir bi dawî nebûye; bi biryardarî berdewam dike.”

NIHA DEMA BIKEVIN NAVA TEVGERÊ YE

Ayten Kaplan li ser dirûşmeya festîvala îsal rawestiya û got: “ji bo jin bikaribin jiyana xwe ava bikin, bi azadî bijîn û jiyana xwe biparêzin, hiha dem dema bikevin nava tevgerê ye.”

Axaftina Kaplan bi tilîlî û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat pêşwazîkirin.

ZAROK LI KONÊ ‘ZAROK MA’ KOM BÛN

Li qada festîvalê ji bo komên temenên cûda şahiyên cûrbecûr hatin lidarxistin. Konê “Zarok Ma” a ku ji bo zarokan hatibû danîn, di tevahiya roj dê çalakiyên muzîkê, lîstikên kevneşopî û hunerî hatin lidarxistin. Zarokên bi mamosteyan re hatin gel hev beşdarî heyecana festîvalê bûn.

STANDÊN HEVGIRTINÊ RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN HATIN

Standên ku li qada festîvalê hatine danîn ji hêla beşdaran ve rastî eleqeyek mezin hatin.

Li standa ku piştgiriya berxwedana li dijî Santrala Jeotermal a li Gimgimê hatibû danîn kampanyaya îmzeyan li dar xist. Bangên ji bo hevgirtina navneteweyî li ser stantê hatin kirin.

Standa Amedsporê jî di tevahiya rojê de yek ji cihên herî zêde hat ziyaretkirin bû. Standa ku kelûpelên klûbê nîşan dida rastî eleqeyek mezin hat.

GULCAN KAÇMAZ SAYYÎGÎT: BERPIRSIYARÎ LI SER MILÊ PARTIYÊN SIYASÎ YE

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di festîvalê de axivî û diyar kir ku Kurdên li dîasporayê ziman û çanda xwe diparêzin û got: 

“Gelê me yê ku 20 sal e li dîasporayê dijî, bi van festîvalan careke din bi xurtî nîşan da ku wan qet dev ji çand û zimanê xwe bernedaye û wê dev jê bernede. Em careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîna bi rûmet a Zîlan, Sakîne û Evrim Xelef ditewînin û diyar dikin ku em ê her tim şopînerên têkoşîna wan bin.”

‘DIVÊ STATÛYA MÎMARÊ AŞTIYÊ OCALAN WERE DIYARKIRIN’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurd rawestiya ûwiha berdewam kir:

“1.5 sal berê li ser banga birêz Ocalan PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kir û çek bêdeng kirin, lê dewletê gavek jî neavêt. Dewlet timî soz dide lê wan pêk nayne. Sal û nîveke staûya mîmarê vê pêvajoyê birêz Ocalan nehatiye diyarkirin; berevajî vê şert û mercên girtinê berdewam dikin. Banga me ji dewletê re ev e; beriya ku meclîs bikeve betlaneyê divê verastkirinên qanûnî di meclîsê de werin derxistin. Ji bo pêvajo û avakirina aştiyê divê ev qanûn werin derxistin û divê statûya qanûnî ya Birêz Ocalan were diyarkirin da ku ew bikaribe bi tevahî rola xwe bilîze.”

BÊYÎ JINAN DEMOKRASÎ AVA NABE

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtt bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya aştî û civaka demokratîk û got:

“Birêz Ocalanu banga civaka demokratîk dike û herî zêde baweriya xwe bi jinan, jinên Kurd tîne. Demokrasî û aştî bêyî jinan nayên avakirin. Birêz Ocalan her tim dibêje ku divê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Birêz Ocalan li hember pirsgirêkên ku gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê dijî, civaka demokratîk û çareseriyan pêşniyar dike. Divê gelê Kurd li dijî guhertinên li Rojhilata Navîn yekgirtî be. Di dema êrîşên li ser Rojava de, gelê me yekîtiya xwe bi awayê herî xurt li qadan nîşan da. Niha berpirsiyarî dikeve ser milê partiyên siyasî.”

LI SER DIKÊ COŞA MUZÎKÊ Û GOVENDA HAT GERANDIN

Bernameya festîvalê bi sirûdên ku ji hêla koroya zarokan ve hatine gotin dest pê kir. Di tevahiya rojê de Koroya Zarokan, Baran Bozyel, Dez Denîz, Hanî, Helbest Arî û Eylem û Def performans pêşkêş kirin. Govenda NRW’ê bi pêşandana govendê ya kevneşopî reng da festîvalê.

Bi hezaran kesan li ber stranên ku ji hêla hunermendan ve hatin gotin demek dirêj govend gerandin. Di tevahiya rojê de qada festîvalê bi dirûşme, tilîlî û çepikan dolan da û 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi peyama aştî, azadî û têkoşîna jinan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DORTMÛND

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’
Nûçeya Pişt re Li Qamişloyê ji bo 8 şehîdan merasîm hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koordînasyona Kongra Star: Li dijî desthilatdariyê em hêza xwe bikin yek

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, "Weke rêxistinên jinan em…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqûbeta Mehmet Ertak hate pirsîn

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Kovara ‘Ozgur Halk’ dest bi weşana dijîtal kir

Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) li ser medyaya dijîtal dubare dest bi weşanê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?