Xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şadî Ebûd ê ku di êrişên li dijî dagirkeriya Tirk li Minbicê de şehîd bû, li goristana şehîdan a gundê Hikumiyê kom bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Reqa Ebdo Ehmed sersaxî da malbata şehîd û got: “Em di pêvajoyeke wisa hestiyar de li djî xiyaneta hundirîn têkoşîneke biryar didin. Em gelekî xwedî şaristaniya hezarê salan e û em ê vê têkoşînê bidomînin.”
Li ser navê malbata şehîdan birayê şehîd, Fadî Ebûd axivî û got: “Em soz didin ku me çawa rêxistina DAÎŞˋê têk bir em ê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriyên wan jî têk bibin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate veşartin.