Bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Til Temirê cenazeyê şehîdê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Botan Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê veşart.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê Mihemed Eliyan axivî û sersaxî da malbata şehîd Botan Serêkaniyê.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Emîn fedakariyên gelê herêmê di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê de dide û têkoşîna wan li hember êrîşan silav kir.
Apê şehîd Botan Serêkaniyê, Fewaz Ehmed got: “Botan, çeka xizmên xwe rakir û heta dawiyê tê koşiya. Em dê vê rêyê ber bi azadiyê ve temam bikin.”
Ehmed wiha domand: “Em ê hesab ji dijmin û xayînan bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em ê heta bidestxistina serketinê şopdarên xeta rêbertî û şehîdên xwe bin.”
Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd Botan Serêkaniyê bi dirûşmên “Şehîd Namirin” veşartin.
Şehîd Botan Serêkaniyê 31’ê Gulanê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.