Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Cengîz Çandar: Pêvajoyê destpê kir, lê em hîn di destpêka wê de ne
Rojane

Cengîz Çandar: Pêvajoyê destpê kir, lê em hîn di destpêka wê de ne

Cengîz Çandar anî ziman ku li gorî plana lîstikê ya di aqlê Erdogan de ye wê diyar bibe ku pêvajo bi pêş ve biçe yan na û got, "Hîn em di hevoka destpêkê de ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar nîqaş û hevdîtinên li ser pêvajoya çareseriyê ji ANF’ê re nirxand.

Çandar anî ziman ku ew hîn di hevoka destpêkê ya pêvajoyê de ne û got, “Li gorî min, hîn di destpêkê de em bi pêş ve neçûne. Beriya demeke nêz hem Serokkomar, endamên heyeta DEM Partiyê yên bi Serokkomar re hevdîtin kirin Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar zimanekî gelekî xweşbîn bi kar anîn û piştî vê hevdîtinê hêvî geş kirin. Piştre Serokkomar Tayyîp Erdogan hefteya derbasbûyî di axaftina xwe ya li Koma AK Partî de bi zimanê bi kar anî hêvî geş kir. Di wê demê de îtiraza li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate redkirin. Weke nêzîkbûna dema berdana Selahattîn Demîrtaş hate nirxandin. Li nava bloka desthilatdariyê (Ji ber ku ev koalîsyonek nîne, hikumeteke koalîsyonê nîne) hem Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî hem jî endamê komîsyonê Fetî Yildiz ku weke mejiyê wî yê hiqûqê tê naskirin, bi daxuyaniyên xwe nîşan dan ku em di destpêka demeke nû de ne, lê belê hîn jî encameke şênber li holê nîne.

Min daxuyaniya Dûran Kalkan a li Medya haberê xwend. Hem rexne dike, di heman demê de dibêje, ‘Em derbasî dema duyemîn’ dibin. Min bi baldarî xwend, ji ber ku hewl didim fêhm bikim bê mebesta xwe ji gotina ‘dema duyemîn’ çi ye. Bi qasî ku min fêhm kir, Tevgera Kurd a ku diviyabû bikira kiriye, niha dor a dewletê ye. Ji wê derê gavek tê hêvîkirin, lê hîn nayê avêtin. Eger hûn bipirsin bê çima nayê avêtin, ya rast ez jî heman pirsê dikim. Dema ku li bersiva vê pirsê digerim, digihêjim wê encamê ku dewlet ji aliyê avêtina hin gavan ve dudil e. Sedema vê dudiliyê jî fêhm nakim. Komîsyonê hîn jî karê xwe yê esasî nekiriye. Haya serkêşê komîsyonê Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş jî ji vê heye. Çend roj berê li Amedê em bi hev re bûn, li wir anî ziman ku haya wî ji pêvajoyê heye, komîsyon wê di demeke gelekî nêz de karê xwe temam bike û gavê biavêje.

Hinceta avabûnê ya komîsyonê û gavên jê têne hêvîkirin bi esasî li ser du bingehan e: Ya yekemîn derxistina çarçoveya qanûna vegerê. Ya duyemîn nirxandina hin guhertinên li qanûna înfazê ye. Mebest ji qanûna vegerê bi gotina wan karê li ser ‘rêxistina terorê ya fesixbûyî’ ye. Mebest ji vir jî ew e ku ev yek ne efûyeke giştî be, bi sererastkirineke hiqûqî ya ji bo gerîlayên PKK’ê re bicihanîna zemîna hiqûqî ye ku piştî banga çekdanînê ya 11’ê Tîrmehê hate hêvîkirin. Yanî pêkanîna vegera bi hezaran gerîlayan li nava jiyana civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê. Her wiha misogerkirina azadiya kesên têkiliya xwe bi rêxistinê re heye, kesên penaber in, vegera wan a li Tirkiyeyê û tevlîbûna wan li nava jiyana civakî û siyasî. Komîsyon ji bo pêkanîna sererastkirinên bi vî rengî yên hiqûqî ava bû. Tê payin ku karê xwe biqedîne, piştî ku hevdîtinek bi Serokê MÎT’ê re kir dawî li guhdarîkirinan bîne, rapora xwe amade bike û dûre jî berê xwe bide karê esasî, hinceta damezrandina xwe.

Vê vê hefteyê biciviya, civîna xwe ya dawî bikira, lê belê bi hinceta qezaya balafirê hefteyeke din hate taloqkirin. Eger hefteya bê were kirin, em hinekî rasteqîn bin; ev yek dema budçeyê ye. Meclîs heta dawiya meha Kanûnê ji bilî budçeyê bi tiştekî cuda re mijûl nabe. Eger di vê pêvajoyê de wê pêşketin çêbibe, divê beşa destpêkê bi mehên Çile-Sibatê re bikeve rojeva Meclîsê, lê belê ev der Tirkiye ye, heta ku nebîne bawer neke. Lewma dibêjim, em hîn jî di hevoka destpêkê de ne. Me nekarîbûn dakevin binê rûpela destpêkê.

Eger em li Dûran Kalkan vegerin, di wir de hevokeke gelekî girîng heye: ‘Rêyeke din a alternatîf nîne, em ê giraniyê bidin ser vê pêvajoyê’. Lewma di rêya ber bi çareseriya pirsgirêka Kurd de vê gavê li ber destê me amûrek û rojevek nîne.”

Cengîz Çandar hevdîtin û danûstandinên ji salên 1990’î û vir ve yên navbera dewletê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir ku li ber destê dewletê arşîvek heye. Çandar got, “Dema ku ev pêvajo hate destpêkirin, nikare bê gotin ku li ber destê dewletê amadekariyeke pêşî ya li ser encambûna pêvajoyê nebû. Eger hûn ji min bipirsin bê li ber destê dewletê formata vê yekê heye? Ez ê ji sedî sed bibêjim, belê, heye. Li hin saziyên dewletê, li hin organan ev format heye. Pirsgirêk ji xwe ew e ku belgeyên amade bi çi rengî ji kîjan qedemeyan derbas bibe û bê pêşkêşkirin. Komîsyon, meclîs û piştre jî mekanîzma ne. Em ê ji fezayê amûrên nû wernegirin. Mal li holê ye, ya tê kirin pêşkêşkirina li bazarê ye. Komîsyon û Meclîs jî dibe amûrên bazarê. Bêguman a ku bide destpêkirin jî rêveberî ye. Mebest ji rêveberiyê bloka desthliatdariyê ye: Li aliyekî MHP li aliyê din AKP û bi esasî jî rêveberî. Û em ji bîr nekin, li Tirkiyeyê piştî guhertinên li Destûra Bingehîn ên sala 2017’an û piştî hilbijartinê 2018’an sîstemeke serokatiyê heye. Sîstemeke ‘yek şexsî’ ye. Wate ji rêveberiyê jî Recep Tayyîp Erdogan e. Pêvjao li gorî bername û plana lîstikê ya di hişê wî de bi rê ve diçe.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar diyar kir ku ya li pêşiya pêvajoyê dibe asteng ew e ku bi rojeva polîtîkaya navxweyî re tê meşandin û ev nirxandin kir: “Di vir de desthilatdarî xwedî berpirsyariyeke mezin e. Eger hûn dixwazin bi gotina wan ‘Tirkiyeya bê teror’ û bi gotina Abdullah Ocalan ‘aştî û civaka demokratîk’ li ser rêyekê bigihînin hev, wê demê divê hevsengiyên navxweyî yên li Tirkiyeyê di asteke welê de bin ku xizmetê ji vê yekê re bikin. Hûn ji aliyekî ve li hemberî Partiya Gel a Komarê operasyonan dikin. We hin şaredarên ku li ser zemîna ‘lihevkirina bajêr’ a bi DEM Partiyê re hatin hilbijartin birin, yek jê piştî salekê berdan. Şaredarên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Wanê hîn jî ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin. Têkildarî Şaredarê Şîşlî yê Partiya Gel a Komarê sûcdariya nelirêtiyê nîne, diyar e ku Resûl Emrah Şahan li ser ‘lihevkirina bajêr’ girtî ye. Heta ku ev mayin neyên paqijkirin, zehmet e ku rêveçûn çêbibe. Hûn ê bi vî rengî nikaribin bi hêsanî bi pêş ve biçin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran bi dehan ciwan revandin
Nûçeya Pişt re Qurbaniyên komkujiya Amûdê hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê nasnameya şehîd eşkere kir

QSD'ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Bernameya çalakiyan a 1’ê Îlonê diyar bû

Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê konferansa ‘Jiyana hevpar a demokratîk’ dewam dike

Konferansa Konferansa Gelan, Baweriyan û Hevjiyana Demokratîk a li Mezopotamyayê ku ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo qeyda nasnameyê 9 navend hatin diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Gelo dewlet krîza enerjiyê wekî firsend dibînin û kaseya xwe tijî dikin?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Çelebiyê bertek nîşanî tayinkirina şaredar ji aliyê Şamê ve da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?