Şemî, 4 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Roja jidayikbûna Rêber Apo roja hebûna me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên bindest e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi girseyî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja sêyemîn a Mihricana Rojên Amarayê bi meşê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zarokên Şengalê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çepnî: Hedef jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn û Şoreşa Rojava ye
Rojane

Çepnî: Hedef jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn û Şoreşa Rojava ye

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî da zanîn ku di piştperdeya pevçûnên li Sûriyeyê dest pê kirine de jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn heye û got ku hedef Şoreşa Rojava ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Sûriyeyê êrîşên çeteyên Heyet-i Tahrir-el-Şam (HTŞ) ên li ser Helebê berdewam dikin. Li gel HTŞ’ê komên çeteyên din ên li Sûriyeyê jî li şûna rêveberiya Şamê, êrîşî herêmên Kurd lê dijîn dikin. Ev êrîşên çeteyan ku hefteyek e berdewam dikin, her çend weke li ser rêveberiya Şamê xuya bikin jî berê xwe didin herêmên Kurd lê dijîn. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, bi awayekî eşkere êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan Mûrat Çepnî têkildarî pevçûnên dawîn yên li Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî. Çepnî ragihand ku şerê li herêmê  ber bi şerekî cîhanî ve diçe û got: “Rojhilata Navîn, veguheriye qada çareya pergala kapîtalîsta a cîhanê ya ji krîza xwe re peydakirî. Ev çare rêyên nû yên bazirganiyê û qadên mêtingehê ne. Şer hê ne di asta şerê cîhanê de ye, lê belê ber bi wê yekê ve diçe. Şer hê bi destê welatên hevkar ên li herêmê, Îsraîla Sîyonîst, Îran, Tirkiye û çeteyên weke DAÎŞ- HTŞ’ê tê berdewamkirin.”

Çepnî diyar kir ku êrîş dihatin payîn û bi taybetî jî organîzasyoneke li dijî Şoreşa Rojava ye û wiha dewam kir: ‘’Çeteyên DAÎŞ’ê ya ku di Şoreşa Rojava de têk çû û bi taybetî jî amûra Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî yên dijminahiya şoreşê dikin e, dîsa bi organîzekirina van hêzan ya û hin çeteyên din li Îdlibê hatin bicihkirin. Tekane wezifeya van çeteyan ew e ku telîmatên ku distînin, bi cih bînin. Bo nimûne, ev çeteyên ku xwe weke Îslamparêz pênase dikin, dema ku Îsraîlê li Filîstînê qirkirin pêk dianî li holê nebûn. Her wiha kesên ku li hemberî Sîyonîzmê têdikoşin di hedefa wan de ye.”

‘TIRKIYE XEYALÊN OSMANIYAN DIBÎNE’

Hedefa DYE’yê û Îsraîlê ya dawîn kêmkirina bandora Rûsya û Çînê ya li herêmê û kontrolkirina herêmê ye. Ya ku di civîna NATO’yê ya 2022’yan de biryara wê hatîn standin ev bi xwe ye. Hilweşandina Îranê jî hedefa pêşiya wê ye. Sûriye jî pêngava beriya hilweşandina Îranê ye. Tirkiye jî weke hemû caran li aliyekî xeyalên belavbûna Osmaniyan dike û li aliyekî jî her cure statûyên Kurdan weke talûkeyeke stratejîk dibîne.

‘HEDEF DIZAYNKIRINA ROJHILATA NAVÎN Û ŞOREŞA ROJAVA YE’

Çepnî diyar kir ku yekitiya gelan ya li Rojava derketî holê di hedefa hêzên emperyalîst de ye û anî ziman ku di piştperdeya êrîşan de jinûvedizaynkirina Rojhilata Navîn heye û got: “Li Rojava modela ku yekîtiya gelan û azadîxwaziya jinê ya demokratîk esas digire, ne tenê di hedefa Tirkiyeyê de ye di heman demê de di hedefa hemû hêzên serwer û emperyalîst de ne. Yek ji bo ku bi tevahî tasfiye bike, êrîş dike û ya din jî ji bo şikandina xeta wê hewl dide. Lê belê di encamê de hedefa hemûyan yek e.

Di encamê de rastiya di piştperdeya êrîşên çeteyan ên dawîn de jinûvedîzaynkirina herêmê ya ji aliyê hêzên emperyalîst ve heye. Hêza pêşeng a vê dîzaynê jî Îsraîl e.”

‘HTŞ JÎ DAÎŞ JÎ JI HEMAN BIRYARGEHÊ TÊN BIRÊVEBIRIN’

Çepnî got ku her çend xwe weke tevgereke gel nîşan bide jî HTŞ jî weke çeteyên din ji heman biryargehê tê birêvebirin û wiha pêde çû: ‘’DAÎŞ rêbazên xwe yên hovane li seranserê cîhanê weke stratejiyeke birêxistinbûnê destnîşan kiribû. Ev rêbaz bi kêrî jî hatin û li seranserê cîhanê bi hezaran kes beşdar bûn. Her wiha Ewropa jî di nav de li gelek deveran cînayet pêk anîn. Lê belê vê yekê li aliyê din kir ku li seranserê cîhanê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê were birêxistinkirin. Li Rojava li dijî çeteyan têkoşîneke bêhempa hate meşandin û çete têk çûn. HTŞ jî niha hewl dide bibêje, ‘Em li Sûriyeyê tevgera gel in.’ Bertek yan jî piştevaniya navneteweyî bi vê rêyê dîzayn dike. Lê belê hemû yek û weke hev in. Hemû ji heman biryargehê tên birêvebirin û hemû li heman cihî hatin perwerdekirin. Hemû Selefî û cîhadîst in. Hemû komên kujeran in ku kuştina kesên ne ji xwe caîz dibînin. Hemû dijminahiya Elewiyan û gelê Kurd dikin. Ne siyasî û ne jî rêxistînî rast e ku mirov bibêje HTŞ û DAÎŞ ji hev cuda ne.”

‘TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE HTŞ’Ê’

Çepnî anî ziman ku desthilatdariya Tirkiyeyê piştgiriya HTŞ’ê dike û got ku ev di nûçeyên medyaya Tirkiyeyê jî tê dîtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Piştî êrîşên HTŞ’ê ger hûn li medyaya desthilatdariyê binêrin, hûn ê bibêjin ku qey TSK têkoşîna rizgariyê dimeşîne. Hemû pêngavên HTŞ’ê bi coş tên pêşwazîkirin. Ev yek rast in. Çeteyên cîhadîst ji HTŞ’ê bigirin heya OSO’yê ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve tên fînansekirin û perwerdekirin. Ev yek rastiyek e. Rêveberiya Tirkiyeyê ji bo Kurd pêş nekevin tifaqa bi hemû çeteyên sûc re rewa dibîne. Lê belê tu aliyên vê polîtîkayê yên baş  tune ne. Ji bilî xwîn û nexweşiyê, ji bîlî koçberbûna mirovan tu encam nayên bidestxistin. Di encama van yekan de wê bi tenê hêzên çekan difiroşin û dewletên emperyalîst ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê li dijî êrîşên li ser Rojava 3 çalakî hatin lidarxistin
Nûçeya Pişt re Êrîşî Hêzên Koalîsyonê yên li Bexdayê hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê ji ber germahiya zêde saziyên fermî hatin girtin

Li Îranê ji ber germahiya zêde û zêdebûna xerckirina enerjiyê li 31 eyaletan 15 saziyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Romayê festîvala Nagîhan Akarsel

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo bibîr anîna endama Jîneolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel duyemîn…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?