Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclîsa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.
Heta niha bi deh hezaran welatî veguhestine Tebqa û Reqayê. Lê hîn jî gelek welatî li Şehbayê mane.
Ji bo veguhestina kesên mane jî, 50 otobus duh êvarê ber bi Şehba û Şêrawa ve hatin şandin. Pêwîst bû ku îro otobus gelê li herêmê bianiya. Lê li ketina bajarê Ehdasê ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin.
Hewldanên ji bo derbaskirina otobusan berdewam dikin.