Çeteyên polîsên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Silûkê yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî wesayîtek gulebaran kir. Di encama gulebaranê de jinek ducanî jî di nav de 2 jin hatin qetilkirin û zarokek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, wesayît ya şêniyê bi navê Ebû Îslam e û ji gundê Sakîro yê bakurê Girê Spî ye.