Li Tirkiyeyê temenê bikaranîna tiryakê bi taybetî li taxên xizan daketiye 7 salî. Sedemên sereke yên bikaranîna tiryaka ku daketiye temenê dibistana seretayî xizanî, zexta malbatî, civakî û polîtîkayên şerê taybet e. Tevî ku Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku temenê bikaranîna tiryakê 21 sal e, lê temenê bikaranîna tiryakê daketiye nav zarokên dibistana seretayî yên li taxên xizan dimînin.
TAXÊN XIZAN DI HEDEFA ÇETEYAN DE NE
Taxên xizan ji ber dînamîkên şoreşgerî lê zêde ne û di demên diyar de serhildanên mezin lê diqewimin her tim bûne hedefa dewletê. Desthilatdariya ku di 15’ê Tîrmeha 2015’an de piştî pevçûnên nava desthilatê berê xwe da van taxan, firsenda ji pêvçûnên navxweyî bi dest xistibû sûd jê girt û li dijî şoreşger û welatparêzan operasyonên berfireh pêk anî. Piştî van operasyonan polîtîkayên şerê taybet ku bi salane li Kurdistanê dihat meşandin, li taxên xizan ên Tirkiyeyê destpê kir.
Çete herêmên ku xizan, Elewî û Kurd lê dijîn ên weke Gazî, Okmeydanî, Kanarya, Hacî Ahmet û 1 Mayisê hilbijartiye û bi taybetî jî hewl dide ciwan û zarokan bi xwe ve girê bide. Tiryaka ku li seranserê Stenbolê tên firotin herî zêde li van taxan tên firotin.
Me hewl da ku li taxên xizan ên Stenbolê zêdebûna bikaranîna tiryakê bişopînin. Kesên ku em bi wan re re axivîn ji ber ewlehiya wan û tirsa ji çeteyan nexwestin navên wan bên nivîsandin û wêneyên wan bên kişandin.
Desthilat çavên xwe ji hemû çeteyan re digire û ev jî li taxan rê li ber çetebûnî, gendeliyê vekir. Taxên ku fuhûş ketinê tiryak jî kete wir. Li cihên ku şoreşger nikarin nefesê bistînin, çeteyan bi piştgiriya dewletê her tişt kirin. Pêşî tiryakê digihînin ciwanan, paşê jî digihinîn her kesî. Piştî demekê, tiryaka ku li kuçeyan dihat firotin vê carê li ser medyaya dijîtal rasterast ji navnîşanan re hatin şandin. Piştî demekê çeteyan dest bi bikaranîna zarokan kirin da ku neyên girtin û tiryakê bi ewle bigihînin navnîşanan.
ZAROK WEKE KURYE DESTPÊ DIKIN
Bi vî rengî têkiliya zarokan bi çeteyan re destpê kir. Çete ji bo ku xwe ji operasyonên polîsan biparêzin, weke bijardeya herî ewle dest bi bikaranîna zarokan kirin. Çeteyên ku bi taybetî zarokên dibistana seretayî hedef digirin, bi vî rengî dest li taxan bi belavkirina tiryakê kirin, ji ber ku polîs li ser zarokan nagerin zarok bi hêsanî dikevin her derê.
Serpêhatiya tiryakê ya zarokan piştî demekê rê li ber bikaranîna tiryakê vekir. Sîstema kuryeyan li ser hevsengiyek pir hêsan hatiye avakirin. Her paketeke ku teslîmî dikin pere distînin, di rojekê de carinan digihêje hezaran lîreyan. Lê belê li vir komên çete li gorî hin pîvanan zarokan weke kurye bikar tînin. Bi taybetî zarokên ku pirsgirêkên wan ên malbatî hene û di nava xizaniyê de mezin dibin hedef digirin. Ji bo zarokên ku weke kurye dişînin pirsgirêk dernekeve, bi piranî zarokên bê bav, bê dê û zarokên koçber bikar tînin. Zarokê ku jixwe di nav malbatê de tengasiyê dijî, karê kuryetiyê yekser qebûl dike.
KURYETIYA NAV KÛÇEYAN GIHANDIN DIBISTANAN
Nasîna wan a kuryetiyê ji ber têkîliyên çewt ên hawîrdora malbat û hevalên xwe destpê dikin. Mezinbûna çeteyan û derbasbûna tiryakê ya li dibistanên seretayî di vê serdemê de destpê dike. Zarokên dibistana seretayî yên ku tiryakê bi kar naynin, lê madeyên zeliqandinê bikar tînin, hebên tiryakê ji aliyê hevalên wan ên ku li derdora wan kar dikin, tên dayîn. Zarok bi madeyên zeliqandinê yên difirin destpê dikin û dawiyê tiryakên kîmyewî yên wekî metamfetamîn bikar tînin. Ji ber ku zarok berê xwe didin metamfetamînê, çete jî bi vî awayî tiryakê bi qaçaxî derbasî dibistanan dikin.
Tiryak bi çend awayan dikeve dibistanên seretayî. Ya herî zêde ji van bi rêya kesên ku di kantînên dibistanên seretayî de tê bikar anîn û bi her awayî tiryak bi awayekî berfireh li kantînan têne firotin. Bi taybetî di 10 salên dawî de îhaleyên ku ji bo kantînên li dibistanan hatin vekirin û lêpirsînên ewlehiyê yên karmendên ku di dibistanan de hatine wezîfedarkirin nekirine, gelek kesên ku qeydên wan ên sûc hene ketine kantînên dibistanan. Bi vî awayî, bi dehan kesên ku dosyeyên wan ên sûc hene, bi taybetî çeteyên fuhûş û tiryakê bi rehetî ketin dibistanan.
Piştî demekê tiryaka ku bi destê peywirdar û xebatkarên kantînê dikeve dibistanê dibe pirsgirêk, vê carê jî çete bi destê zarokên ku li derve bi kar dianîn, tiryakê xistin dibistanan Rêbaza ku gelek caran çeteyên ku dema ji zarokan re tiryakê dişînin hin tedbîrên ewlehiyê bikar tînin, ev jî qutiyên xwarinê ne. Pakêtên tiryakê yên ku di nav xwarinên ku li malê tên amadekirin de bi qaçaxî derbasî dibistanan dibin, bi qutiyên xwarinê digihînin karmendên li wir û bi vî awayî tê firotin.
Ji bilî çenteyên xwarinê, rêbaza ku herî zêde tê bikaranîn yek jê malzemeyên ku teslîmî kantînan tên kirine. Tiryaka ku dixin nava paketên kek û biskuwîtan ên li kantînan de tên firotin û bi vî awayî dixin dibistanan û piştre jî kesên kantînê dişixulînin difiroşin zarokan.
YÊN KU KURYETIYA ÇETEYAN DIKIN AXIVÎN
Çîroka A.T. ê ku di 7 saliya xwe de kuryetiya tiryaka çeteyan dike, piştî demekê tiryak bikar aniye, rastiya ku bê çeteyan çawa tora xwe ava kirine û ji bo parastina vê torê ti sînor nas nakin raxist ber çavan. A.T. ê dema 3 salî bû bavê wî terka wan kiriye û bê bav mezin bû. Di 7 saliya xwe de li kargehekê dest bi xebatê kir û hewl da ku hem heqê dibistanê qezenc bike û hem jî ji dayika xwe re nebe bar. Di heman salê de kesekî ku navê wî Elî wî bi çeteyê re daye nasîn. A.T. wê rojê wiha vegot: “Wê rojê kesê ku min jê re digot ‘kekê Elî’ hat cem min û ji min re got karê min bi te heye, divê tu vê pakêta di destê min de bibî maleke çend kuçeyan dûr û ji wir 5 hezar lîreyî bistînim ji min re bînî. Min jî wisa kir. Dema min pere anî hezar lîre da min. Got ev heqê te ye û çû. Min di jiyana xwe de cara yekem pereyekî wisa mezin dît. Piştî çend rojan dîsa kekê Elî hat cem min û ji min re got ku bi heman awayî pakêtekê bigihîne cihekî din û pakêta ku ez ê ji wir bigirim jê re bînim. Min tiştê ku wî got kir û vê carê wî bêtir pere da min. Dema ku min vê carê jê pirsî, got ku ger bixwaze ez dikarim karekî wiha bikim û pereyekî zêde qezenc bikim. Min qebûl kir. Ji ber ku ez li tamîrxaneyekê dixebitim û ez pir diwestiyam. Min nekarî dersên xwe jî bixwînim. Bi vî awayî min dest bi karûbarê kuryetiya di nava çeteyan de kir. Carinan di rojekê de 5 hezar lîre ji min re dihat. Her çend pakêtên ku min dikaribû bê pirsgirêk radest bikim, min ew qas bêtir qezenc kir.”
‘XALÊ MIN MIN RIZGAR KIR, EM JI TAXÊ DERKETIN’
A.T, anî ziman ku di nava 3 mehan de nêzî 50 hezar TL kom kir û destnîşan kir ku piştî demekê dest bi pirsa gelo di pakêtan de çi heye kiriye û kesên ku pakêt dane wî jî tiştên di paketê ji min re jê re gotiye. A.T. bi lêv kir ku paşê wî jî dest bikaranîna heban kir. Lê belê A.T. demek kurt van heban bi kar anî.
A.T. ê ku her carê pakêtek digirt û di demeke kurt de gelek pere bi dest xist, bi van pereyan ji nav lepê çeteyan rizgar bû. A.T diyar kir ku dayika wî pereyên ku veşartibû dîtiye û ji ber vê yekê bi dayika re şer kirine û wiha got: “Piştî şerê min û dayika min, xalê min hat malê. Xalê min ji min pirsa bê min çawa ev pere qezenc kiriye, kir. Min jî her tişt ji wan re got. Ji xwe min negotiba jî xalê min dizanîbê bê di pakêtan de çi hene. Ji dayika min re got ez ê çareser bikim û ji malê derket. Piştî demekê ew heman rojê hat malê û got em ê piştî çend rojan ji vê malê derkevin û biçin taxek din. Ji wê rojê û vir ve min tu kes nedîtiye, têkiliya min bi kesî re çênebû.”
‘BAVÊ MIN PIŞTGIRIYA KURYETIYÊ KIR Û PEREYÊ MIN DESTESER DIKIR’
Mîna A.T. bi dehan zarok di nava çeteyan de hene û piraniya van zarokan bi malbatên xwe re pirsgirêkan dijîn an jî ji malê reviyane. A.T. navê S.Ç. ê ku wî nas dike ji me re got. Me çû S.Ç. ê ku hîn jî kuryetiya çeteyan dike dît. S.Ç. anî ziman ku ew niha 9 salî ye û tiryakê bikar nayne. S.Ç. diyar kir ku her roj bavê wî li dayika wî û wî dixe. S.Ç. bi lêv kir ku eleqeya ku malbata wî nedaye wî, ji çeteyan dîtiye û wiha domand:”Min pêşî bi birina pakêt dest bi vî karî kir. Paşê min yek bi yek heb dan zarokên di temenê xwe de. Piştî demekê ji min xwestin ku ez pakêtan bibim dibistana ku ez lê dixwînim. Min ew pakêt birin dibistanê û radestî paqijvanê wir kir. Piştî dibistanê min pakêtan dibirin malan. Paşê min dest bi birina dibistanê kir. Ji 7 saliya xwe vir ve vî karî dikim. Salên pêşî ez difikirîm ku van pereyan çawa ji malbata xwe veşêrîm. Min demekê pere da dayika xwe. Piştre dema ku dayika min ev rewş ji bavê min re got, bavê min li şûna li min bide ew pereyê xwest ku pereyên qezenc dikim bidime wî. Li ser vê gotinê ez ji malê reviyam. Dema ez ji malê reviyam, ez 8 salî bûm. Ez li mala çeteyan dimînim. Bavê min gelek li min geriya, lê min endan wî. Li vir hezkirin û hurmeta ku min tu carî ji malbata xwe nedîtiye dibînim, li vir dibînim!”
S.Ç., destnîşan kir ku ji ber ku tê naskirin ew bi rêyên din tiryakê dixe dibistanê. S.Ç. anî ziman ku heban dixe nava çenteyên xwarinê yên zarokan û bi vî awayî tirkyakê dixe dibistanê.
‘POLÎS RUŞWET DISTÎNE Û JI NEDÎTÎ VE TÊ’
Şêniyên taxa ku em bi wan re axivîn diyar kirin ku polîs dizanin tirkyak çawa dikevin dibistanên seretayî û navîn, ger bixwaze dikare demildest pêşiya vê yekê bigire, lê ji ber ku ruşwetê distîne ji nedîtî ve tê. Şêniyan anî zina ku carna qaşo operasyonan dikin.
Şêniyên taxê destnîşan kirin ku ji bo zarokên xwe ji tiryakê biparêzin her roj dema tên malê neçar dimînin ku li ser zarokên xwe bigerin. Şêniyan diyar kirin ku bi rehetî pere qezenç dikin û hin malbat jî dest ji kar berdane û bi pereyên ku zarokên wan tînin debara xwe dikin. Şêniyan herî dawî gotin, nebûna şoreşgeran pir xuya dike.