Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yavuz: Desthilat ne bi hiqûqî, bi hesabê siyasî nêzîkî mafê hêviyê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji TJA’yê peyama 1’ê Gulanê: Bi keda jinê jiyan azad dibe
Jin

Ji TJA’yê peyama 1’ê Gulanê: Bi keda jinê jiyan azad dibe

Tevgera Jinên Azad (TJA) bal kişand ser keda jinê û got, "Jiyana azad bi keda jinê ava dibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Jiyana demokratîk dê bi keda jinê were avakirin” de got ku dê 1’ê Gulana îsal bi dirûşma “Israra di sosyalîzmê de, israra di azadbûna keda jinê de ye” pêşwazî bikin.

Bi domdarî wiha hate gotin: “Em vê rojê weke têkoşîna aşkerakirin, parastin û azadkirina keda jinê ya ku di dîrokê de ji nedîtî ve hatiye, pênase dikin. Li kêleka modernîteya kapîtalîst û pergala baviksalarî, keda jinê hem tê tunekirin û hem jî bi awayekî sîstematîk tê paşguhkirin. Jin ne tenê di hêza kar de; di heman demê de ew di karûbarên lênihêrîna malê de, hilberîna çandiniyê, li ser rêyên koçberiyê, li cihên şer û demên krîzê de jî tevahî karê heyî de bar li ser pişta wan e.

Îro li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê keda jinan ne tenê bi feqîriyê; her wiha bi polîtîkayên şer, koçberkirin, asîmîlasyona çandî û tundiya dewletê tê çewisandin. Bi destê qeyûman êrişên li ser saziyan jinan ked û destkeftiyan dewam dikin. Keda jinê ji ber ku bi vîna siyasî ve girêdayî ye rasterast tê hedefgirtin; hewl tê dayîn ku wan ji jiyana civakî, çandî û siyasî dûr bixin. Weke TJA,  em azadiya kedê li ser bingeha azadiya jinê ji nû ve pênase dikin. Keda jinê ne tenê parçeyek ji hilberîna aborî ye; di heman demê de hêza ji nû ve avakirin û veguhertina civakê ye. Lewma têkoşîna me; Têkoşîna azadkirina her cure keda jinan ya li mal, kolanan, li qadan, li dibistanan, li girtîgehan û di rêyên koçberiyê ye.

Di 1’ê Gulanê de banga me ji tevgerên jinên cîhanê re ev e; werin em bi hev re qadên têkoşîna hevpar birêxistin bikin. Em wek jinên Kurd di wê baweriyê de ne ku têkoşîna wekhevî û edaletê ya jinan li ser her erdnîgariyê ji Amerîkaya Latîn bigire heta Efrîqayê, ji Asyayê heta Ewropayê yek e. Li dijî desthilatdariya mêr a ku bi ziman û erdnîgariyên cuda lê bi heman pergalê û ji aliyê heman sîstemê ve tê meşandin, em têdikoşin. Nasname û keda jinan ancax bi xeta azadiyê ya ku sînoran nas nake dikare were parastin. Keda me; ne di çerxa pergala kapîtalîst de, di jiyana demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan de dikare wateyekê bi dest bixe.

Di 1’ê Gulana îsal de Bbanga me ji bo rêxistin, sendîka, kolektîf û tevgerên jinan ên cîhanê ev e; werin ji bo ku em keda jinan azad bikin, têkoşîna xwe ya enternasyonal berfireh bikin.  Werin em ji tecrubeyên hev xwe pêş bixin, hevgirtinê hertimî bikin, rêxistinbûnê xurt bikin.  Keda me rêxistina me ye. Jiyana azad bi keda jinan pêkan e! Jin, jiyan, azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rageşiya Hindistan-Pakistanê zêde dibe
Nûçeya Pişt re Li Bendava Tişrînê Nobet didome: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî li Amedê kongreyê pêk tîne

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dest bi amadekariyên ji bo Kongreya Asayî ya 1'emîn kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Peymana 29’ê Çileyê 3 meh li pey xwe hişt: Rewşa dawî li qadê çi ye?

Di sernavên entegrasyona îdarî û leşkerî de kiryareke xurt li qadê xuya nake. Pêvajoya qeydkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bendava Tişrînê bi dehan çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundên derdora Bendava Tişrînê li çeteyan da. Hate ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya PYD’ê li Şamê hevdîtin pêk anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?