Girtiya siyasî ya Kurd û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî, ji aliyê Şaxa15’an ya Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi tawana “serhildanê” bi cezaya darvekirinê hat cezakirin.
Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, îro biryara darvekirina Werîşe Mûradî ji parêzerên wê re hat teblîxkirin. Di danişînên dadgehê de destûr nehat dayîn ku Werîşe Mûradî parastina xwe bike û her wiha dadwer Selewatî destûr neda ku parêzerên wê jî wê biparêzin. Lige vê yekê, parêzerên ku mafê lêkolîna dosyeyê ji wan hatibû standin, piştî bidawîhatina danişîna duyem a dadgehê, tenê karîn çend saetan li dosyeya miwekîla xwe binêrin.
Berî vê yekê di îdianameyê de daxwaza bicihkirina madeya 288’an ya qanûna cezadanê ya Îslamî hatibû kirin ku ew jî herî zêde 15 sal girtîgeh e, lê dadwer Selewatî bi awayekî neqanûnî û li gorî madeya 287’an ya heman qanûnê cezaya darvekirinê lê birî. Vî dadwerî ji 6’ê Gulanê 2024’an û bi vir ve ye Werîşe Mûradî ji mafê têkilîdanîn û hevdîtina malbatê bêpar hiştiye.