Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê, cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn şermezar kirin.
Jinan dirûşmên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimire dewleta Îranê” qîriyan.
Daîreya 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Îslamê ya Tehranê di 10’ê Mijdarê de bi sûcdariya ‘xiyaneta li welêt’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî endama Komelgeha Civakên Jinan ên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî birî.
KJAR’ê li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn banga piştevaniyê kiribû.