Xelkê Başûrê Kurdistanê yê ku bi banga seferberiya li dijî êrîşên çeteyên girêdayî Hikumeta Şamê li ser Rojava tevlî seferberiyê bûn, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û derbasî bajarê Qamişloyê bûn.
Gelê bajarê Qamişloyê ji bo pêşwazîkirina gelê Başûrê Kurdistanê bi coşeke mezin berê xwe da çarxereya Sewame.
Viyan Mihemed hest û helwesta xwe ji ANF’ê re vegot û got, “Em ji gelê xwe yê çar parçêyên Kurdistanê re dibêjin; Em yek in. Her wiha em piştevaniyê didin şervanên xwe yên ku niha di çeperên şer de li ber xwe didin. Em ji gelê xwe yê Kurd re dibêjin ku heta dawî em ê bi hev re bin.”
Li aliyê din ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ku derbasî Rojava bûne diyar kirin ku wan ji bo parastina xak û gelê Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane Rojava û gotin, wê heta serketinê li kêleka gel e xwe bin.

