Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ciwanên ji Qamişloyê: Em ê xaka xwe biparêzin
Rojava

Ciwanên ji Qamişloyê: Em ê xaka xwe biparêzin

Ciwanên ji Qamişloyê anîn ziman ku ew bi biryar in li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Şehba û Til Rifetê xaka xwe biparêzin û banga piştevaniyê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji ber êrîşên 29’ê Mijdarê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba û Til Rifetê xelkê herêmê 2’ê Kanûnê neçar ma koç bike û ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadên ewle hatin bicihkirin. Êrîşên li ser Şehba û Til Rifetê xelkê Efrînê careke din tengav kir û bû sedem ku pêleke nû ya koçberiyê rû bide.

Ciwanên ji Qamişloyê yên ji ANF’ê re axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo gelê koçberbûyî anîn ziman û diyar kirin ku ew bi biryar in xaka xwe biparêzin.

‘WEZÎFEYA ME PARASTINA XAKA XWE YE’

Cûdî Îbrahîm got, “Êrîşên rojên dawî yên li ser Şehba û Til Rifetê gelê Efrînê careke din xist nava zor û zehmetiyê û bû sedem ku careke din koç bike. Em van êrîşan şermezar dikin û diyar dikin ku êşa gelê xwe ya li vê herêmê parve dikin. Weke ciwan wezîfeya me ya bingehîn parastina xaka xwe ye, piştgiriya ji bo gelê xwe yê koçberbûyî ye. Divê neyê jibîrkirin; xwediyê rastî yê vî welatî em ciwan in. Divê ji bo avakirina paşerojê em bi berpirsyarî rabin û bi vê têgihiştinê tevbigerin.

‘EM BI QSD’Ê Û RÊVEBERIYA XWESER RE NE’

Tevlîbûna li seferberiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate ragihandin, ji bo me ciwanan wezîfeya sereke ye. Her ciwanek ji bo parastina bajar, kolan, tax û mala xwe divê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di pêvajoyeke ewçend krîtîk de berpirsyariya me ye ku li gel QSD û Rêveberiya Xweser xaka xwe biparêzin.

‘JI BO PAŞEROJA XWE EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Li gel hişyariyê divê ji bo parastina xaka xwe û xweparastinê em bi roleke çalak rabin. Di vê dema zehmet de pêwîstiyeke ku ciwan tevlî seferberiyê bibin û di nava piştevaniya civakî de tevbigerin. Ji bo parastina mafên gelên Efrîn û derdorê em têbikoşin, bûyerên berê qewimîn ji bîr nekin û ji bo avakirina paşerojeke hîn xurt bi hev re bixebitin.”

‘JI BER ÊRÎŞAN GELEK XWENDEKAR NEÇAR MAN NAVBERÊ BIDIN PERWERDEYÊ’

Ferîşte Dawûd jî êrîşên li ser gelê Efrînê şermezar kir û got, “Ev gelê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve herî kêm du caran ji cih û warê xwe hate kirin, zor û zehmetiyeke giran lê tê kirin. Ji ber êrîşan ne tenê ji cih û warê xwe dibin; êrîş her wiha bandoreke neyînî li şert û mercên jiyanê yên gel jî dike. Ez weke xwendekarekê ji ber zor û zehmetiya hevalên min ên xwendekar diêşim. Ji ber êrîşan gelek xwendekaran neçar man navberê bidin perwerdeyê, paşeroja wan tarî dikin. Her êrîş bandoreke neyînî li jiyana perwerdeyê ya ciwanan dike. Vê rewşê bi tundî şermezar dikim.

Êşa gelê xwe parve dikim û ji bo piştgiriya bi wan re çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi biryar in ku gelê xwe ti carî bi tenê nehêlin. Parastina gelê me wezîfeya bingehîn a me ciwanan e. Ji bo paşeroja xwe divê em bi hev re di nava piştevaniyê de bin û li dijî her cûre êrîşan helwesteke hevpar nîşan bidin. Em li dora vê têkoşînê bicivin û bêrawestan ji bo paşeroja xwe bixebitin.”

‘EM JI BO JIYANEKE BI RÛMET Û AZAD ŞER DIKIN’

Sercan Sarîk jî got, “Jiyana gelê me yê Efrînê ku ji neçarî koç kiriye, ser û bin bûye. Lê belê divê neyê jibîrkirin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakeke xwişk û bira ye ku êşên xwe parve dike. Weke ciwan me ji bo gelê xwe yê koçberbûyî seferberî ragihand. Ji bo pêwîstiyên madî û manewî divê em li hev kom bibin û van zehmetiyan ji holê rakin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sabrî Ok: Çi hate serê DAÎŞ’ê wê heman tişt bê serê HTŞ’ê
Nûçeya Pişt re Li Kobanê gel ji bo koçberên Kantona Efrîn û Şehbayê seferber bûne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin

Herêmên çiyayên Gabar û Cûdî careke din ji bo 15 rojan wekî "Herêma Ewlekariya Taybet"…

Ji aliyê Stêrk TV

Ketina Marine Le Pen a hilbijartina serokomariyê ya Fransayê hat qedexekirin

Rastgira tundrew Marine Le Pen a ku ji ber sûcê pere xistiye hesabê xwe ketina…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di peymana QSD-Şamê de xala girîng: Koçber û veger

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR: Li Sûriyeyê di nava 15 rojan de 115 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şervanê QSD’ê Gewir Botan li Dirbêsiyê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fransa: Kurd divê weke hevalbendê di rêza yekemîn de bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?