Li Wanê ciwanan tevahiya rojê li dijî desteserkirina şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê li kolan û li gelek taxan çalakiyên protestoyî li dar xistin. Ciwanên ku li taxên Xaçort, Karşiyaka, Terzîoglu, Bostanci, Şabaniye û Gundogdu daketin qadan, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bîjî Berxwedana Zindanan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.
Polîsan êrîşî ciwanên ku li taxan barîkat danîn û agir pêxistin kirin. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Berxwedana li taxan heta derengiya şevê dewam kir.