Endamê Rêxistina CPT a Emerîkî Kameran Osman, di derbarê encamên serdana tîma CPT a ji bo deverên sînorî yên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê ku bi salane di jêr êriş û bombebaranên dewleta Tirk de ye, her wiha bandora banga dîrokî ya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ya li ser herêmê de ji ajansa Rojnews re axivî.
Kameran Osman da diyarkirin ku heftiyek piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal, artêşa Tirk rêjeya êriş û bombebaranên xwe li gor heftiyek berî banga 27’ê Sibatê ji sedî 145 zêdetir kir. Kameran got: “Di meha Adarê de 118 êriş û bombebaran pêkhatin. Di meha Nîsanê de 210 êriş pêkhatin, di meha Gulanê de 510 êriş, di meha Hezîranê de 550 êriş, di meha Tîrmehê de ku gerîlayan bi merasîmek sembolîk çekên xwe şewitandin rêjeya êrişan kêm bû, 18 êriş û bombebaran pêkhatin. Di meha Tebaxê de 16 êriş pêkhatin, di meha Îlon û Cotmehê de jî ti êriş pêknehatine. Ji sala 2015’an ve me qet têbînî nekiriye ku di mehekê de Tirkiye ti êrişek pêkneyîne.”
Kameran Osman hîn zêdetir amaran eşkere kir û got: “Ger em êrişên îsal û par bibin beramberî hev, rêjeya êrişên Tirkiye îsal zêdetir bû li gor par tevî ku par ti pêvajoyek aştiyê nebû jî. Îsal tevî pêvajoya aştiyê heye, hezar 696 bombebaran pêkhatine, lê par tevî pêvajo nebû jî hezar 548 êriş pêkhatin. Par di encama êrişên Tirkiye de 35 sivîl bûn qurbanî, lê îsal hejmar kêmtire û 6 welatî bûne qurbanî.”
Kameran Osman eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê 139 baregeh û navendên leşkerî yên artêşa Tirk hene û got: “Artêşa Tirk sud ji pêvajoya aştiyê dîtiye, derdora hemû baregehên xwe yên leşkerî dîwarên beton didayne û pîstên helîkopteran li nava van baregehan de çêkiriye. Rê û cadeyên di nava van baregehan de çêdike. Di vê çarçoveyê de jî di nava du mehên borî de dewleta Tirk gelek dar birîne. Di hinek rojan de nêzî 90 traktoran darên li deverên Zap, devera Nêrwe û Rêkaniyan birîne û veguhestine nava sinorên Tirkiyeyê. Van daran dibin kargehên li Tirkiyeyê ji bo kursî, qenefe û mêzeyan bikartînin, van amêrên bi van daran çêdike carek din dişîne bazarên Başûrê Kurdistanê. Yanî darên me difiroşin me.”
Têkildarî astengiyên artêşa Tirk ên li pêş çûna welatiyan a ser gund û baxên xwe, Kameran Osman got: “Li Herêma Kurdistanê hezar û 190 gundên ku ji êriş û bombebaranên Tirkiye bandor bûne hene. Ji vana 183 gun bi temamî vala bûne. Ji dema pêvajo despêkirîve jî ti welatiyek nekariye vegere van gundên valebûyî.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Kameran Osman got: “Divê jêrxana aborî ya li van deveran li berçav bê girtin. Ji berku mizgeft, dibistan, nexweşxane û xaniyên welatiyan hilweşiyane. Ji bona ger pêvajoya aştiyê pêkwere, giringe ku Herêma Kurdistan jî beşek be ji vê pêvajoyê. Pêwîste hemû baregeh û navendên leşkerî yên Tirkiye li nav xaka Başûrê Kurdistanê bên valakirin. Welatî vegerin ser gund û erdên xwe. Divê artêşa Tirk tazmînata welatiyan bide. Hikûmeta Herêm û Iraqê jî ji avakirina gundan û vegerandina welatiyan a ser gundan berpirsyarin.”
Endamê CPT’yê Kameran Osman da diyarkirin ku heta niha wan ti însiyatîfek ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nedîtine ji bo beşek bin ji pêvajoya aştiyê û got: “Hikûmeta Herêmê ji bo gund bên avakirin, dewleta Tirk ji dayîna tazmîta welatiyan berpirs nîşan bide tiştek nekirye. Hikûmeta Herêmê li şûna pêşî li operasyonên artêşa Tirk bigre, bi rêya wefatnameya welatiyên sivîl zilmek mezin li qurbaniyan kiriye û heta niha jî nenivîsandiye ku ji ber bombebaranên artêşa Tirk şehîd bûne. Tenê nivîsandine teqîn. Ji bona Wê li gor me hikûmeta Herêm û Iraqê bi erka xwe ranebûne daku garantiya selametiya jiyanî ya welatiyên sivîl bikin.”
Di derbarê girtin û binçavkirina welatiyên ku li dijî dagirkeriyê derdikevin de jî Kameran Osman wiha axivî: “Bêguman nabe mirov pêvajoya dadgehkirina girtiyên Behdînanê ji operasyonên Tirkiyeyê cûda bigre dest. Ji 81 girtiyên Behdînanê, me wek CPT kariye tevlî runiştina dadgehkirinê ya 26 kesan bibîn. Beşek zêde ya tometan hevkariya bi Partiya Karkerên Kurdistanê re bûn. Li gel wê de jî hin tometên din xistibûn ser wan. Beşek ji wan girtiyan heman ew kes bûn yên ku di meha Çile ya 2019’an de tevlî xwepêşandana li dijî baregehên Tirkiye yên li Şêladizê bibûn.”
Kameran Osman eşkere kir ku tenê ji ber hin kesan nameyek ji konsolosxaneya Elmanya re şandine û daxwaz kirine ku zextan li ser Tirkiye bikin daku bombebaranên xwe bisekinîne, sê sal cezayê girtîgehê li wan kesan hatiye birîn. Kameran got: “Kesê name wergerî zimanên din kiriye jî 2 sal û nîv ceza lê hatiye birîn. Gelek kes hene ji ber li dijî êrişên artêşa Tirk nerazîbûn nîşandane zext li wan hatiye kirin.”
Têkildarî gundên Mesîhiyan yên li Behdînanê û wêrankariya dewleta Tirk a li deverê jî Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman got: “Bi dehan gundên Mesihiyan li ser xeta sinor hene û ev gund vala bûne. Par du kilîse li Herêma Kurdistanê hatin hilweşandin. Ji ber bombebaranên artêşa Tirk Mesîhî nikarin li Dola Nehle û Berwarî Bala merasîmên xwe yên olî bikin. Ji ber vê çendê Mesîhiyên deverê jî mîna Kurdên Misilman bûne armanca êrişan.”
Di dawiya axaftina xwe de jî Kameran Osman got: “PKK’ê piştî banga birêz Ocalan tenê 11 çalakiyên bersivdanê pêkanîne, ew jî artêşa Tirk êrişî ser wan kiriye wan jî bersiv dane. Amarên li ber destê me wisan dibêjin ku pêwîste hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li vê xakê xwedî derkevin.”

