Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Darbeya qeyûmê li gelek bajaran hate protestokirin
Rojane

Darbeya qeyûmê li gelek bajaran hate protestokirin

Desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê li gelek bajaran hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li dijî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

RIHA

Rêxistinên DBP û DEM Partî yên Sewêregê bi daxuyaniya çapemeniyê û meşê desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê protesto kir. Di çalakiya ku li Qada Kanlikuyu hat lidarxistin de Hevseroka DEM Partî ya Sewêregê Selma Ayebe axivî û diyar kir ku ew ê heta dawî xwedî li îradeya gel derbikevin.

Piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê me” heta avahiya rêxistina DEM Partî ya navçeyê meşiyan.  

COLEMÊRG

 

Rêxistina Colemêrgê  ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê” hat vekirin.

 Beriya daxuyaniyê girseya gel bi qîrîna dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Colemêrgê ve ber bi navenda sûkê ya ku daxuyanî hate dayîn meşiyan. Piştre endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan metna daxuyaniyê xwend. 

 Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku qeyûm darbe û desteserkirina îradeyê ye, banga hevgirtinê hat kirin. 

 Daxuyanî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.

GEVER

Rêxistina Navçeya Geverê ya DEM Partiyê jî meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Rêxistinên DBP, DEM Partî yên navçeya Geverê, Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn, TJA û gelek kes tevlî çalakiyên protestoyî yên li navçeyê bûn. Di meşê de ji Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê ber bi navenda sûkê ve gelek caran bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Roj wê were û qeyûmên AKP’ê  hesab bidin” hatin berzkirin.  Daxuyaniya li navenda navçeyê ji aliyê Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Geverê ya DEM Partiyê Ercan Sevmez ve hate xwendin.

‘EM SERÎ NATEWÎNIN’

Ercan Sevmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di her şert û mercî de parastina vîna gel û parastina rêveberiyên herêmî yên gel sedema hebûna partiya wan e. Ercan Sevmez got: “Em ti carî serî netewînin, em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Ger hikûmet bi van rêbazên îflasê bifikire ku dê bi ser bikeve, dê pir xelet be.”

 Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiya rûniştinê de gelek caran dirûşm hatin berzkirin. 

Girseya gel bi qîrîna dirûşman dîsa ber bi avahiya partiyê ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.

EDENE

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonu desteserkirina şaredariyan protesto kir. Beriya daxuyaniyê park ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û polîsan daxuyaniya gel asteng kirin. Girseya ku li parkê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Gel bi çalakiya rûniştinê helwesta polîsan protesto kir û gelek caran dirûşmeya “Her der Dersim, her der berxwedan” berz kirin. Tevî astengiyan jî daxuyanî hate dayîn.

Li ser navê platformê Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edenyê Yakup Ataş daxuyaniya çapemeniyê xwend. Li ser navê KESK’ê Berdevka Demê ya Platformê Fatma Sarioguz Guney destnîşan kir ku tu wateya hilbijartinên şaredariyan nemaye û bertek nîşanî pêkanînên bêhiqûq û antîdemokratîk ên desthilatdariyê da.

DERSIM/PULUR

Lı dijî Şaredariya Pulurê darbeya qeyûmê hate protestokirin. Gelê ku parlementerên CHP’ê jî di nav de bûn, heta şaredariyê meşiyan. Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu xwest ku barîkat bên rakirin û got: “Em vê pêkanînê qebûl nakin. Qeyûm desteserkirina îradeya gel e, darbeya li dijî demokrasiyê ye.”

Hevşaredarê Pulurê Mustafa Sarigul jî wiha got: “Ev şaredariya ku li pişt we qet neket binê deynan. Sedema vê jî ev e ku em û hevalên me yên ku li wê derê xebat dikin quruşekî me îsraf nakin. We min hilbijart ku tevlî dawet û şîna we bibim. We min hilbijart ku ez li rojên we yên zehmet de li gel we bim. Eger ez 12 sal in “endamê rêxistinê” bim çima walî bi min re rûnişt.”

MÊRSÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Mêrsînê Mahmut Sumbul anî ziman ku îradeya gel hatiye desteserkirin.

Parlementera DEM Partî ya Mêrsînê Perîhan Koca destnîşan kir ku şaredariyên ku hatine desteserkirin veguherandine qereqolê û wiha got: “Li Dersimê bi polîtîkaya dijminatiyê êrîşî gelê ku li serî li ber polîtîkayên 100 salî netewandiye dikin. Dizanin ku têk çûne, pir baş dizanin ku ji bo diziyê hatine wir. Li hemberî we gel heye.”

DÎLOK

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê li dijî desteserkirina şaredariyan li Parka Yeşîlsu daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li dijî desteserkirina îradeyê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate vekirin. Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa SES’ê ya Dîlokê Serpîl Dagdemîr daxuyanî da.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û çepikan bi dawî bû.

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber AZC Plazayê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Vîna gel nayê desteserkirin. Em ê rê nedin qeyûman” hat vekirin û dirûşmeyên “Qeyûm xespkirine, em ê rê nedin xespkirinê” û “Dersîm rûmeta gelê Kurd e” hatin berzkirin. Hevseroka Egîtîm Senê ya Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlû li ser navê platformê daxuyanî xwend. 

Salîha Zorlû diyar kir ku ew şahidiya desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe di ser vîna gel, qanûn, destûra bingehîn û biryarên darazê re dibîne, dikin û got, “Li Dersim û Pulurê vîna gel hatin desteserkirin. Plan ji berê de hatibû avakirin. Em careke din binê vê yekê xêz dikin. Şertê bingehîn ê hebûna demokrasiyê rêzgirtina li vîna gel e. Divê desteserkirina vîna gel a bi rêyên zext, zordarî bê hiqûqî bên rawestandin.” 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên windayan li 4 bajaran ji bo edaletê hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Berxwedana ciwanan a li Êlihê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa DAÎŞ’ê de şervanê QSD’ê şehîd bû

QSD'ê ragihand ku li herêma Ebû Hemamê ya Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Efrînê mêtingehan ava dike

Dewleta Tirk li Efrîn a dagirkirî polîtîkayên xwe yên ji bo paqijiya etnîkî û guhertina…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasir Yagiz radestî Tirkiyeyê hate kirin

Siyasetmedarê Kurd Nasir Yagiz ji aliyê Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Neteweyên Yekbûyî: Kuştina sivîlan li Sûdanê bi du qatî zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Siwêda û Şamê dîlgirtî bi hev guhert

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?