Di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, duh (1 Nîsan 2026) şandeyek ji Fermandariya YPJ’ê li paytexta Sûriyeyê Şamê bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevditin pêk anî.
Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ” Fermandariya Giştî ya Yekîneyên me yên Parastina Jin (YPJ) civînek bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra re pêk anî. Ev civîn li ser daxwaza fermî ya fermandariya giştî hate lidarxistin da ku rê û mekanîzmayên tevlîkirina hêzên YPJ’ê di nava Wezareta Parastinê û avahiya artêşa Sûriyeyê de binirxîne.
Di çarçoveya temamkirina bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatiye çêkirin, şêwazê beşdariya YPJ’ê ya ji artêşê re hate guftûgokirin.
Di nava şandeya YPJ’ê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û Sozdar Hacî, fermandara ketîba jinan a Lîwaya Qamişlo Xalîsa Ayêd û berdevka ragihandina YPJ’ê Ruken Cemal amade bûn.
Di civînê de mijarên rêxistinî û qanûnî yên girêdayî pêvajoya tevlîbûna YPJ’ê hatin nîqaşkirin. Her wiha bal hat kişandin ser rol û girîngiya cihê jinan di artêşa nû ya Sûriyeyê de.
Wezîrê Parastinê bi awayek erênî nêzî mijara beşdariya YPJ’ê ji artêşê re bû û anî ziman ku wê diyalog li ser formên pratîk ên ku dikarin beşdariya jinan di sazûmana leşkerî de pêk bînin, bidomin.
Ev civîn piştî toreke hevdîtinên navneteweyî û herêmî ku ji aliyê fermandariya me ve pêk hatî, hate lidarxistin ku armanca van hevdîtinan nîqaşkirina pêşeroja beşdariya jinan di sazûmanên ewlehî û leşkerî yên Sûriyê bûn.
Di dawiya civînê de û bi boneya salvegera damezrandina YPJ’ê wek daxwazek mirovî, daxwaza berdana hevalên êsîr hate kirin.”

