Rêvebera DEM Partiyê ya Bajar Aliye Tîmûr ku 45 salî bû, salên dirêj di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih digirt.
Aliye Tîmûr ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û li wir krîza dil derbas kir. Hat zanîn ku tevî mudaxileyan jî Aliyê Tîmûrê jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku cenazeyê Aliye Tîmûrê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê. Hat diyarkirin ku piştî prosedûrên fermî, dê cenazeyê Aliye Tîmûrê bînin Colemêrgê û li vir bê definkirin.

