Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro mirovahiyê jidayikbûn ji bo xwe bi wate û pîroz dîtiye. Heya niha jî di civakên xwezayî de (civakên ji derveyî dewletê), jidayikbûn xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo me gelê Kurd jî rojbûna Rêber Apo bû mîladeke nû ya neteweyî. Ji bo me tevahiyan jî ev mîlad bi wate û pîroz tê nirxandin. Mîlada gelê Kurd mîlada Rojhilata Navîn e û tekez wê bandora xwe li tevahî cîhanê jî bike. Weke tê zanîn mirovên Kurd bi piranî dayika Ûveyş bi nirxandin û şîroveyên Rêber Apo nas kirin û ew ji xwe re kirin nimûneya bermahiya xwedawenda çanda neolîtîkê. Rêber Apo di pirtûka xwe de ya bi navê “Çawa Bijîn” û her wiha di gelek pirtûk, dahûrandin û parêznameyên xwe de jî qala zarokatiya xwe û têkiliya xwe ya bi dayika xwe Ûveyş re tîne ziman.
Rêber Apo di dewreyên perwerdeya kadro de tehlîlên xwe kirine bingehê sazûmankirina kesayeta lêgerînvanên heqîqetê. Rêber Apo her hewl dide kesayetên azad ava bike da ku ji civaka Kurd re bibin pêşengên rast. Di pirtûka “Çawa Bijîn” de Rêber Apo kesayeta xwe, dayik, bav û gundê xwe tîne ziman. Civaka Kurd tehlîl dike da ku ji civaka mirovahiyê re bibe nimûne û ronahî. Rêber Apo bi hûrgulî kesayeta dayika Ûveyş tehlîl dike û dibêje, “Dayika min jineke şerker bû. Kesayeteke ji xwe bawer û vîndar bû. Jixwe ti kesî di nava gund de nikarî wê zeft bike û ti neheqî qebûl nedikir. Ez ji dayika xwe fêr bûm ku bi hêza xwe, xwe biparêzim û ji xwe bawer bim. Ez bûm kesayetek xwedî vîn, bi înîsiyatîf û ji xwe bawer. Ez ji dayika xwe fêr bûm ku qîmetê kedê zanibim.”
Rêber Apo her wiha dibêje, “Dayika min, çi jin be çi mêr be serê xwe ji kesî re neditewand. Rastî her çi ba di rûyê wan de digot.” Rêber Apo qala nifirên dayika xwe dike û dibêje, “Her ji me re digot ku Xwedê nan bike kevroşk û we jî bike tajî, da ku hûn her li pey gepa nanê xwe bibezin û qîmetê nan zanibin.” Rêber Apo destnîşan dike ku ji dayika xwe fêr bûye neheqiyê û zilmê li ser xwe û gelê xwe qebûl neke û dibêje, “Ew bû mamosteya min a yekemîn.” Jixwe kesên dayika me Ûveyş nas dikin jî qala kesayeta wê dikin û dibêjin ku jineke serbilind û jêhatî bû. Em tev jî dizanin bê mirovên herêma Rihayê di nêzîkatiyên xwe yên ji jinê re çawa ne. Jinan pir lawaz û nezan dibînin û dayika me Ûveyş jî li warekî weke Rihayê jiyaye, têkoşîn kiriye. Rêber Apo di dahûrandineke xwe de jî dibêje, “Dema min li jin û dayikên gund temaşe dikir, min didît ku gelekî stûxwar û belengaz bûn. Min digot ku qey tevahî jin wiha feqîr û hejar in, lê kesayeta dayika min hişt hêza jinên xwedawend ferq bikim û cewhera wan derxînim holê.”
Rêber Apo ferq kir ku jin ji xweber cahil û nezan nîne û dest bi têkoşîneke wiha mezin kir. Dema dayika me Ûveyş ji Rêber Apo re dibêje, “Ji min re çend metre qûmaş bîne.” Rêber Apo wiha bersiv dide, “Ez ji te re qûmaş nayînim, lê ez ê ji te û tevahî zayenda te re azadiyê diyarî bikim.” Rêber Apo soza xwe pêk anî. Ji dayika xwe û tevahî dayikan re, partî, artêş û azadî diyarî kir. Niha jî aştî û civakeke demokratîk diyarî jin, gel û mirovahiyê dike. Em deyndarê dayika Ûveyş in ku Rêberekî weke Rêber Apo ji me re aniye dinyayê, hêviya gelê Kurd û jinan pêk aniye. Em li hemberî keda dayika Ûveyş bi hurmet û minetdar in. Dayika Ûveyş dayika me Kurdan e, çavkaniya vejîna şoreşê ye. Careke din em bi hurmet û minetdarî dayika xwe ya xwedawend Ûveyş bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî heybet û keda wê ditewînin. Em dibêjin em deyndarê te ne ku te serokek weke Rêber Apo ji me re aniye dinyayê.
Em weke jinên têkoşer soz didin em ê li keda dayika xwe Ûveyş û di şexsê dayika Ûveyş de li keda tevahî jinên têkoşer xwedî derkevin û hêviyên wan bi serketinê tacîdar bikin. Em weke jin û netewe ji Rêber Apo fêr bûn ku li hemberî dayikan û keda wan bi hurmet bin, qîmetê keda wan zanibin û xwedî li çanda wan a resen derkevin. Ez qet bawer nakim ku ti kes weke Rêber Apo ji dayika xwe ewqasî hez bike. Rêber Apo hezkirina xwe bi hurmet û kedê dida diyarkirin. Bi mirovan re mijûl dibû û ew perwerde dikirin. Ji xwe her ji milîtanan re digot, “Ji ber ez ji we hez dikim, ez we rexne dikim. Ez hewl didim eniya we bigihînim stêrkan.” Hezkirina Rêber Apo her têkoşîn, ked, hurmetdayîn û çalakbûn bû. Rêber Apo her ji hevalan re digot ku yên şer dikin xweşik dibin û yên xweşik dibin têne hezkirin.
Jixwe hevala me ya fermandar û qehreman Bêrîtan Hêvî jî vê hevoka Rêber Apo ji bo xwe bingeh digirt û digot, “Ji ber ku em şer dikin, em ê xweşik bibin û xweşikbûna me wê bihêle em werin hezkirin. Tişta ez ji Rêber Apo fêr bûme ew e ku hezkirin erzan çênabe.”