Dayik-Mirovên Şemiyê ji bo eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û fail werin darizandin di çalakiya xwe ya hefteya 1077’emîn de hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin li Qada Galatasarê kom bûn, ji bo Nazim Gulmez daxwaza edaletê kirin.
Çalakî bi danîna qurnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

