Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Seyîd Riza rûmeta me ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Melbourneyê ji bo Rêber Apo çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên nexweş serbest berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana wî 4 caran hate taloqkirin: Bêyî dîtina kurê xwe naxwazim bimirim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê re li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amed û Mûşê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên jinan qetilkirina Dîlan K. şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknas Gunay Yakût: Jin daxwaza jiyaneke ewle û wekhev dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şedadê û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Perwerde ji bo mêran, kulîlk dane kedkarên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li Sêrtê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgureke ku dengê jinê û bîra çandî kir yek: Sûsika Simo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em li qadan meşaleya azadiyê vêxin!
Jin

Deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em li qadan meşaleya azadiyê vêxin!

TJA'yê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hate gotin, "Em bang li jinan dikin ku meşaleya azadiyê li qadan vêxin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê her qad û kolanê veguherînin qada çalakiyê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê eşkere dike. Deklarasyon, bi dirûşma “Li dijî tundiya mêr-dewletê Jin, Jiyan, Azadî” li Qonaxa Îskender Paşa ya Amedê hat eşkerekirin.

Li cihê daxuyanî lê hate xwendin pankarta “Li dijî tundiya mêr-dewletê Jin Jiyan Azadî” û dovîza “Qeyûm derbeyeke li dijî destkeftiyên jina ye” hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên jinên hatine qetilklirin jî di pêşangehê de cih girt.

Deklarasyon ji hêla aktîvîsta TJA’yê ji hêla Mekiye Ormanci ve hate xwendin.

Deklarasyona TJA’yê wiha ye:

“Ev sedsala ku em bawer in wê bibe sedsala şoreşa jinê, em têkoşîna xwe mezin dikin, bi hêza ku em ji xwişkên Mîrabel digrin, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, pêşwazî dikin.

Şert û mercên şer ên ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn pêş dikeve, bê guman bandorê li hemû nirxên civakî bi taybetî jin û zarokan dike. Şerên ku di bin navê dîzaynkirina Rojhilata Navîn de diqewimin, bi zîhniyeta desthilatdariya mêr a netew dewletan pêk tê. Polîtîkayên şer ên ku jinan, civakê û xwezayê qir dike di asta hovîtiyê de pêk tên. Tê dîtin ku şer herî zêde dibe sedema xizanî koçberî û qetilkirina jinan. Zîhniyetên ku ji bo parastina desthilatdariya xwe serî li her cure argumanên îdeolojîk didin, bi awayeke bêsînor xwe birêxistin dikin. Faşîzm li her aliye cîhanê li ser bingeha dijberiya jinê tê pêşxistin.

Rejîma Trujîllo ya ku xwişkên Mîrabel qetil kir, îro jî di bin maskeyên zayendperest, neteweperest û olî de qirkirina jinan didomîne. Di dagirkirina Îsraîlê ya li ser Filistînê de jin û zarok tên qetilkirin, dema ku jin li Îranê ji bo azadiyê têdikoşin, ber xwe didin, gelek jinên weke Pexşan Ezîzî û xwendekarên keç ên Zanîngeha Lêkolînên Zanistî ya Tehranê ji aliyê rejîma mola ve, tên revandin, rastî îşkenceyê tên, dîl tên girtin û bi îdamê re rû bi rû dimînin. Jinên ku li dijî rejîma molayê heta mirinê şer dikin sedema têkoşîna me jî ne. Bi hezaran jinên êzidî yên ku bi salan e di bin zilm û zordariya DAIŞ’ê de dîl hatine girtin sedema têkoşîna me ne. Em jin li ku bin, ji ber ku em jin in rastî kedxwarî, îstîsmar, tecawiz û qetilkirinê tên. Ji ber vê yekê em ê ji sînorên ku hatine xêzkirin xelas bibin û di têkoşîna gerdûnî ya jinê de hevdîtinên xwe bidomînin. Em dizanin ku em sedema têkoşîna hev in.

Krîzên modernîteya kapîtalîst a pir alî,  hêza xwe ji tundiya dewletê ya mêr digre û desthilatdariya xwe ya li ser jinê zêde dike. Sîstema serdest a mêr a ku bi armanca sazûmankirinê, bi argumanên cuda li her derê tê birêxistinkirin, li Tirkiyeyê jî hatiye avakirin.

Em bi desthilatdariyeke ku dixwaze her aliyê jiyanê bi zayendperestî, neteweperestî û polîtîkayên olî dîzayn bike re rû bi rû ne. Carinan bi vegotina ewlekarî-bekayê, carinan jî bi vegotina malbata maqûl-jina maqûl, vegotinên li dijî jinê pêş dixe. Li gel vê yekê hewl dide ku bi êriş û desteserkirina destkeftiyên jinan têkoşîna jinan paş ve bixe. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û nîqaşkirina mafê nefeqeyê çend ji van in. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku bi rêya ajantiya bandorê hewl dide mûxalefeta civakî bêdeng bike, bi binçavkirin û girtinê hewl dide ku pêşî li jinên ku têdikoşin bigre, bi vî awayî faîlan bê ceza dihêle û ev yek cesaretê dide faîlan. Faîlên ku dosyeyên wan ên sûc hene tên berdan, jinên ku xwe diparêzin û ji bo ku neyên kuştin, dikujin tên girtin. Ev desthilatdariya ku di dema qetilkirina jinan de jî dest ji kodên xwe yên netewperestiyê bernade, berpirsyarê qetilkirina Fatma Altinmakas e. Wê dixwest ku îfadeya xwe bi zimanê dayikê bide lê hat astengkirin. Em dizanin ku pergala serdest a mêr xwedî gelek mertalan e. Polîtîkayên ku bi neteweperestiyê hatin xurtkirin bû sedema qetilkirina Îpek Er. Dewleta ku li Colemêrgê mudaxeleyî çeteya fuhûşê ya ku pişta xwa dabû polîsan, nekir; çapemeniya azad ku ev bûyer dişopand û malbata mexdûr tehdît kir. Ji Gulistan Doku ya ku li Dêrsimê hat windakirin hê jî ti agahî nayê girtin. Ên ku bi vegotina bekayê, bi kuleyên raçavkirinê Kurdistanê dorpêç kirine û sere gavekî lêpirsîna GBT’ê dikin, berpirsyarê windakirina Gulistanê ne.

Cenazeyê Rojîn a ku li Wanê bi awayeke bi gumana winda bû, piştî çend rojan hat dîtin û hê jî sedama kuştina wê nayê zanîn. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin, faîlên ku ji qereqolan tên berdan jî ji bo jinan tehdîd in.

Dema li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşenûr Halîl di nava nîv saetê de hatin qetilkirin, hêzên ewlehiyê ji ciyên xwe tevnegeriyan lê dema jin derketin kolanan, ji bo avakirina barîkatan seferber bûn. Dema ku gotina ‘Qatilan asteng bikin, ne jinan’ li hemû welat belav dibe, polîtîkaya hikûmetê astengkirina jinên têkoşer e.

Em jin dizanin ku tundiya li ser jinê hem îdeolojîk û hem jî polîtîk e. Em ê li dijî hemû polîtîkayên we yên zayendperest ên ku li ser dijminatiyê jinê pêk tên têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo jiyana azad a bê tundî, îstîsmar û kedxwariyê li qadan bin.

Em dizanin ku modernîteya kapîtalîst hewl dide ku ji kaosa krîzên piralî yên ku li dijî, bi rêya netewe dewletan xelas bibe. Li Rojhilata Navîn a ku îro bûye navenda şeran, ji bo hemû jin û gelan yekane çareserî avakirina modernîteya demokratîk e. Îro hêza çareseriyê di girtîgeha girava Îmraliyê de, di bin tecrîdê de ye. Polîtîkayên tecrîdê yên ku ji Îmraliyê dest pê kir li hemû hucreyên civakê belav bûye. Yên ku herî zêde di bin bandora tecrîdê de dîsa jin in.

Desthilatdariya ku îro di şerê Îsraîl û Filistînê de xwe wek qasidê aştiyê nîşan dide, hebûna xwe bi polîtîkayên şer diparêze, ji avakirina aştiya navxweyî dûr e û nakokiya herî kûr dijî. Em jin, azadiya jinê di şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin. Di 25’ê Mijdarê de, ji bo şikandina tecrîdê, em ê her kolan û her taxê bikin qada çalakiyê.

Li Kurdistanê li dijî berxwedana ku zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe diparêze, li dijî jiyana ku li ser bingeha polîtik û exlaqî hatiye avakirin, polîtîkayên şerê taybet tên ceribandin. Desthilatdariya ku ditirse jin di qada siyasî de bi ser bikevin, di jiyanê de bibin xwedî îrade û li dijî hemû pêkhateyên hiyerarşîk têbikoşin, dixwaze bi rêya zext û zordariyê pêşî li aktorên têkoşînê bigire. Li aliyê din jî ji bo ku civakê bê refleks bihêlin, dixwazin ku bi tiryak, fuhûş, sîxurî û bêkariyê civakê bixin bin kontrola xwe. Şerê taybet bûye çeka sereke ya desthilatdariya ku bi krîzên pir alî re rû bi rû ye û hewl dide civakê dorpêç bike.

Bi gurkirina faşîzmê re li welat nijadperestî tê xurtkirin, zimanê me yê zikmakî, kurdî tê qedexekirin, ên ku govendê digrin tên girtin, çalakiyên me yên çandî tên astengkirin. Di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de dixwazin erdnîgariya kurdan qir bikin. Weke duh em ê îro jî bi hêza ku me ji mîrasa xwe ya berxwedanê girtiye, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hem li dijî şer hem jî li dijî şerê psikolojik ê taybet bi mezinkirina berxwedanê, xwe birêxistin bikin. Em ê hemû hevalên xwe yên berxwedêrên azadiyê ji girtîgehan derbixin û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.

Tecrûbeya têkoşînê ya tevgera jina azad bi polîtîkaya rêveberiyên herêmî veguherî rewşeke civakî û ji bo jinan bû hêvî. Jin bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de bûn hêza biryarê, bi polîtîkayên hatine avakirin bûn hêza çareseriya pirsgirêkên jinan. Midûriyetên jinan, qadên jiyanê yên jinan, kooperatîf, navendên hevgirtinê yên jinan, rêwîtiya bêpere, kreş, û parkên jinan tenê hinek ji polîtîkayên tên meşandin in. Polîtîkayên jinan ên ku di jiyanê de zêdetir cih ji jinan re vekir û jin kir deng û hêza îradeyê, desthilatdariyê tirsand. Êrişên vê desthilatdariyên ku li ser têkoşîna me ya jinan pêk tê. Îdeolojîk e. Ji ber ku desthilatdarî dixwaze jinê di nav çar dîwaran de bihêle, pîvanên meqbûl li ser jinan ferz bike û xwedî wê cesaretê ye ku biryarê dide ka wê jin çend zarokan bînin dinê.

Êrişa li ser pergala hevserokatiyê, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên ku bi îradeya jinan hatine hilbijartin û polîtîkayên me yên jinan ên ku bi destê qeyûman ji holê tên rakirin, belgeyên dijminatiya jinê ne.

Destkeftiyên ku jinên kurd bi îradeyeke mezin bi dest xistine, bi polîtîkayê qeyûmê, li Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Kurdistanê û li Esenyûrta Tirkiyeyê hate desteserkirin, ev yek dijminatiya li dijî gelê kurd û jinê ye. Li dijî polîtîkaya qeyûmê ya ku bi salan e tê dubarekirin, jinan di her hilbijartinê de li ser sindoqan bi ragihandina îradeya xwe bersiv dan desthilatdariyê. Desthilatdariya ku ji bersiva gel fêm nekir, careke din bi hiqûqa dijminatiyê, polîtîkayên ku wê ti encam bi dest nexe pêk anî. Em jin, serî li ber ên ku dixwazin destkeftî û vîna me desteser bikin, natewînin. Em xwediyê wê kevneşopiya têkoşînê ne ku bi sindoq û hilbijartinan ve girêdayî nîne. Em ê bi berxwedanê tiştên ku we ji me standin, paşve bigirin, em ê di 25’ê Mijdarê de li her kolanê û li her qadê qala qeyûman bikin û em ê rê nedin qeyûman.

Li vê erdnîgariya ku em her roj bi qetlîamên jinan şiyar dibin, dest dirêjê zarokên me dikin, ji bo rant û berjewendiyan zarokên me tên revandin û kuştin. Narîn a demeke dirêje termê wê li Amedê nehat dîtin çima hat qetilkirin, malbat çima demeke dirêj hate parastin û li pişt perdeyê çi qewimî, ev pirs, pirsên ku hê jî hewceyî bersivê ne. Em ê hesabê vê qetlîama ku di navbeyna malbat-dewlet-kontrayê de hatiye nixumandin bipirsin.

Ev desthilatdariya ku her dever veguherand qada rantê û welat radestî çeteyan kir, herî dawî jî dest dirêjî zarokan kir. Yên ku li Stenbolê di bin navê çeteya Yenîdogan de bûn sedema mirina bi dehan zarokan, di çala ku mirovahî tê de bi dawî dibe de radiwestin. Kuştina Şirîn, Sila û Narînan mînakên çanda tundiyê ne ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye afirandin û sînoran nas nake. Zarok siberoja civaka azad in, zîhniyetên ku zarokan qetil dikin û qetlîamê temaşe dikin jî qatilên jiyana azad in.

Ji bo me jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin şîara ‘Azadî ji zarokatiyê dest pê dike’ girîng e. Civaka ku nikaribe zarokên xwe biparêze, civakeke bê paşeroj e. Parastina zarokên xwe û xweparastin rêbaza me ya têkoşînê ya herî rewa ye. Em ê zarokên xwe teslîmî rant û zîhniyeta we ya qirêj nekin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dengekî xurtir biqîrin ku em ê ji bo zarokan pêşerojeke azad ava bikin.

25’ê Mijdarê ji bo me jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî tundiyê ye; di heman deme de roja xurtkirina xweparastinê, pêşxistina hişmendiyê û berfirehkirina tifaqên jinan e. Çawa ku dewletên serdest ên mêr, ji afirandinên jinê yên dîrokî heta destkeftiyên heyî, êrişî her cure nirxên jinê dikin, li dijî vê yekê bersiva herî watedar jî avakirina xeta me ya hevpar a têkoşînê ye. Bi hezaran sal in ku em bêdeng namînin, îro jî em bêdeng namînin û ji niha û pê ve jî weke jinên cîhanê em ê hêrsa xwe, bi cudahî û tecrûbeyên xwe yên têkoşînê gur bikin. Em dibêjin ku sîstemên serdest sîstemên dijminê jinê ne. Avakirina sîstemên civakî yên bi pêşengiya jinan bi hevkariyên weke konfederalîzma jinan berpirsyariyeke ku ev sedsala ji me hêvî dike ye. Wê bi jina azad jiyana azad pêk were, bi têkoşîna hevpar a jinan wê civaka azad bê avakirin.

Di 25’ê Mijdarê de wê agirê dilê me bi ruhê Jin Jiyan Azadî geş bibe û serhildana me biherike kolanan. Em bang li hemû jinan dikin ku biçin qadên ku em ê meşaleya azadiyê pêxin û kolanên ku em ê lê bimeşin.

BERNAMEYA NAVENDÎ

* Di navbera 1-10’ê mijdarê de li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê dê li ser esasê hişyariyê civîn, atolye û çalakiyên li malan bên lidarxistin.

* Di navbera 5-25’ê mijdarê de her kolan û her tax wê veguherin qada çalakiyê.

* Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wan, Stenbol, Semsûr, Mêrsîn, Amed bi perspektîfa Jineolojiyê dê atolyeyên veguherîna mêrtiyê bên lidarxistin.

* Di navbera 15-20’ê mijdarê de li dijî tecrîd û polîtîkayên tundiyê yên ku li girtîgehê pêk tên, wê li ber girtîgehên Amed, Wan, Stenbol û Mêrsînê daxuyaniyên girseyî bên dayîn.

* Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de wê li Amedê mihrîcana şanoya jinan bê lidarxistin.

* Di navbera 20-25’ê mijdarê de li hemû bajaran dê meşên jinan bên lidarxistin.

* Ji bo Pexşan Ezîzî li ser sînorê Îranê li Bazîdê meş û daxuyanî bê dayîn.

* Di 25’ê Mijdarê de wê meşên fînalê, li Amedê ji bo Narînê, li Wanê ji bo Rojînê û li Dêrsimê jî ji bo Gulistanê Doku bên lidarxistin.

* Planên 25’ê Mijdarê yên hemû bajaran wê bi çapemenî û raya giştî re bên parvekirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ev 120 roj in bi Pexşan Ezîzî re hevdîtin nayê kirin
Nûçeya Pişt re HRE’yê şehadeta Rustem Efrîn ragihand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

HPG-NRÇ’ê 10 gerîlayên tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr anîn û got: ‘’Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Neteweyên Yekbûyî êrîşên li Sûdanê yên li dijî sivîlan şermezar kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) tundiya li dijî sivîlan a li Sûdanê, bi taybetî jî êrîşa bombeyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li başûrê Bendava Tişrînê hatin şikandin

Ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Zirbit Zemala yê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şêrîn Hesen: Tundî di şexsê jinê de li dijî civak û xwezayê tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amed û Mûşê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?