Meclîsa Jinan a Sûriyeyê bi armanca pêşîgirtina li binpêkirinên li dijî jinan û ji bo beşdarkirina jinan di pêvajoya nû ya Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Baxçeyê 4ˈê Nîsanê yê li bajarê Hesekê bi amandebûna endamên meclîsê, rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dayîn.
Endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Suhêr Senûh daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye: “Wek jinên li Sûriyeyê em salên dirêj di bin zexta nîjadperestî û polîtîkayên tekperest ên rejîma Baasê yên ku îradeya jinan tune dihesibandin, jiyan. Gelên Sûriyeyê ku di sala 2011’an de li dijî rejîma otorîter serî hilda, di van 13 salên dawîn de bi şer, koçberî, dagirkerî û zilma DAÎŞ’ê re rû bi rû mane. Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan êş kişandin.
Me hem li hemberî rejîma Baasê, hem jî li hemberî DAÎŞ’ê, li hemberî her cure zilm û hewldanên kolekirinê li ber xwe da. Me berdêlên giran dan, lê me hêviya xwe ya ji bo jiyana li Sûriyeyeke demokratîk û azad winda nekir. Me weke jinên sûriyeyî yên ji hemû pêkhateyên etnîkî, çandî û baweriyan Meclîsa Jinan a Sûriyeyî ava kir, da ku siberojeke azad ji bo hemû gelên Sûriyeyê çêbibe. Em biryardarî û vîna xwe teqez dikin ku em dikarin ji her demê zêdetir di pêvajoya niha de roleke aktîf a pêşeng rabin.
Piştî rejîma Baasê hilweşiya, li Sûriyeyê ji bo avakirina pergalek nû xebat tên meşandin. Lê divê di vê pêvajoyê de îradeya jinan li ber çavan were girtin û beşdariya jinan bi awayekî wekhev û adil were temsîlkirin, ji ber ku jin ji nîvê zêdetir civaka Sûriyeyê ne. Avakirina welatekî demokratîk, dadperwer û bi ewle tenê bi beşdarbûna wekhev û hevbeşbûna jinan û hemû pêkhateyên cihêreng ên bawerî, çand û etnik ên Sûriyeyê dikare pêk were.
Di van 13 salan de jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin û destkeftiyên girîng bi dest xistin. Di siyasetê de, di aboriyê de, di xwe parastinê de, di edaletê de û di gelek qadên din de ezmûnên girîng bi dest xistine. Dem hatiye ku hemû jinên Sûriyeyî ji van destkeftiyên jinan sûd werbigirin. Ji ber van destkeftiyan bi fedekarî û berdêlên mezin çêbûn, parastina wan gelekî girîng e. Yek ji şertê herî girîng rewabûna sîstema nû ya li Sûriyeyê were avakirin di asta herêmî û navneteweyî de wê misoger bike rola jinan a di avakirin û pergala nû ya Sûriyeyê de ye.
Hêjayî gotinê ye ku rûxandina rejîma Esed bûyereke erênî bû. Lê mixabin li Idlibê, Efrîn, Cerablus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê sûcên li dijî jinan, wek revandin, kuştin û bêparkirina jinan ji mafên bingehîn û azadiyê bi dawî nebûn. Li van cihan û niha jî li Minbicê hin komên çekdar bi piştevaniya Tirkiyeyê sûcên xwe û dagirkeriya xwe hê jî didomînin.
Van rojên ku em hilweşîna rejîma Baasê pîroz dikin, em dibînin ku kiryarên tundî li dijî jinan û komên bawerî û çandî bi taybetî li dijî xiristiyan, elewî û durziyan li herêmên başûr û sahil (herêma perava Sûriyeyê) zêde bûne. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serjêkirina jinan wek li Til Rifetê ji aliyê komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê ve berdewam dikin. Ji ber vê yekê ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan û bidawîanîna tirs û metirsiyên ku gelên me pê re rû bi rû ne, em bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyeyê dikin ku ji bo pêkanîna van gavan bixebitin:
1. Divê sûriyeyî biryara siberoja Sûriyeyê bidin.
2. Pabendbûna bi peymanên aştiyê û bidawîkirina şer û pevçûnên li herêma me didomînin; girtina qada hewayî ya Sûriyeyê ji tevgerên leşkerî re; rawestandina hemû êrîşan li ser xaka Sûriyeyê û vekişandina hemû artêşên dagirker.
3. Hemû jinên ku hina di girtîgehên komên çekdar de li Idlibê, Efrîn, Cerablus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê dîl tên girtin, demildest serbest bên berdan.
4. Ji bo misogerkirina vegera ewle ya koçberên sûriyeyî û bidawîkirina dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê komîteyek bi tevlîbûna bandordar a jinan were avakirin.
5. Misogeriya beşdarbûna jinan û rêxistinên jinan ji hemû herêmên Sûriyeyê, bi nûneratiyeke adilane, di avakirina Sûriyeke demokratîk û di komîteya destûra nû de.
6. Pêkanîna biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); girtina tedbîrên ji bo mîsogerkirina beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de; li pêşiya pevçûnan û tundiya li ser jinan di dema pevçûnan de û piştî pevçûnan girtin; cihgirtina bibandor a jinan di pêvajoyên biryargirtinê, pêkanîn û hesabxwestinê de
7. Sazkirina komîteyên heqîqet û edaletê, lêkolînkirin û darizandina hemû tevahî sûcên şer, sûcên li hemberî jinan û mafên mirovan.
8. Misogerkirina beşdariya wekhev û azad a jinan di hemû mekanizmayên biryardayînê, di qadên siyasî, perwerde, zanist û aborî de.
9. Naskirina qanûnî ya mafê xweparastina jinan.
10. Pêkanîn û misogeriya mafên mirovan ku di peymanên navneteweyî yên weki CEDAW’ê (Peymana Rakirina Hemû Cureyên Cûdahiya Li Dijî Jinan) de hatine destnîşankirin. Misogerkirina mafên bingehîn û civakî yên jinan.
11. Avakirina komîteyek ji bo diyarkirina îradeya jinan li ser esasê nûnertiya wekhev a di saziyên siyasî û giştî de.
12. Sazkirina komîteyên edaletê ji bo zarokên ku di vê pêvajoyê de ji aliyê derûnî û fizîkî ve di nava şer û şîdetê de zirar dîtine.
13. Avakirina komîteyeke jîngehparêziyê ji bo lêkolînkirina sûcên wêran û hilweşandina jîngehê, darizandina sûcdaran û wergirtina tedbîrên pêwîst.”