Duşem, 10 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Dem, dema pêkanîna şoreşê ye!
Gotar

Dem, dema pêkanîna şoreşê ye!

Kurdistan LEZGIYEVA
Kurdistan LEZGIYEVA Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Welatên Rojhilata Navîn dergûşa yekîtî û mezinbûna bi hev re ne. Bermahiyên dîrokî her roj bi ronahiyê vê yekê tîne bîra me. Dîsa girêdana vê bi dîroka ku îro li çiyayên Kurdistanê hatiye nivîsandin, vê yekê car bi car tîne ziman. Ev ax welatê azadî û demokrasiyê ye û bi salan e ev xak hesreta vê avê ye. Zarokên herî bedew ên gelê Kurd bedena xwe dikin av û bêyî ku çavekî bibire van axan av didin. Ji bo ku em di dîroka mirovahiyê de jiyana nû bibînin, divê em bi xwe nebin temaşevan, bi xwe beşdarî dîrokê bibin. Ji ber vê yekê, her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im û xwedî wijdanim, pêwîst e careke din li xwe bipirse, beşdarbûna xwe ya jiyanê binirxîne û bi wîjdan beşdarî jiyanê bibe. 

Nivîsandina dîrokê qet ne xala dawî ye. Wateya vê pêngava ku me di dîroknivîsiyê de avêtiye, çi qas watedar be, hewqas jî zehmet e, ji ber em ê erka ku Rêber Apo daye me bi cih bînin û tevkariyê li têkoşîna azadiya Kurdistanê bikin. Tiştê ku hatiye nivîsandin ne ya ku bûye. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tijî lehengî, zehmetî, êş û şahî û fedekariyên herî bi qîmet e ku ne mimkûn e ku çîroka wê di vê sedsalê de bi cih bike û hemû tiştên ku di vê sedsalê de qewimîne vebêje. Ji ber ku tişta ku bûye wê nekeve yek jiyanê. Serpêhatiyên jiyanê ji jiyana xwediyê wê zêdetir in. Di vê wateyê de ne pêkan e ku têkoşîna me ya azadiyê, şehîdên me, lehengiya xwe û têkoşîna me ya jiyanê ya ku wê di vê sedsalê de were nivîsandin, bi heman rastiyê û bi heman nirxên fikrî, hestyarî û manewî nîşan bide.

Li Kurdistanê feraseta dijmin bi qasî bihîstina nalînekê, qîrîna serhildanê, dengê teqînekê her kêlî bûye tiştekî asayî. Ger dijminekî te hebe, divê tu bibî yan qurban yan jî nêçîr. Ger dijminên we hebin, hûn jixwe ji ‘normal’ê wêdetir in û hûn nikarin bibin ‘normal’. Hebûna dijmin dişibihe kesekî ku her dem li benda rêyekê ye ku li pey xwe biçe, mîna ku tu her kêliyê were gulebarankirin an jî were girtin. Ev teoriyên giştî ne. Ji bo her dijminî derbas nabe. Dema em bala xwe bidin tiştên ku dewleta Tirk kiriye, li ku dibin bila bibin bi awayekî hovane êrîşî destkeftiyên Kurdan dike. Dewleta Tirk çi zarok be, çi jin û extîyar be, her bostekê Kurdistanê weke dijminê xwe dibîne û hovîtiya xwe ya dîrokî dimeşîne.

Em her roj dibin şahidê van hovîtiyan. Di vî warî de Kurd û bi taybet jî Kurdên xwe naskirî xwedî dijminê herî bê prensîb û herî hov di vê dinyayê da ne. Wisa ye ku dema mijar Kurd be, xwe mafdar dibîne ku ji bo pratîkeke ku di dîroka mirovatiyê de di tu zagonên dijminatî û şer de cih negirtîye. Dewleta Tirk, bîrdariya dagirker, berfireh û tevlîhev a bi kîn û nefretê tûj bûye, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya cîhanê bûye bela û dixwaze mirovahiyê ji rê derxe. Êdî cîhan jî  ji vê rewşê re matmayî namîne, Tirkiye ye, çi bike ne dîyar e û bi derûniya xwe lê temaşe dikin.

Tenê yek ravekirinek heye ku çima hewqas bêhiş êrîşî her tiştî û li her derê dike; Ew diçin û heta ji destên wan bê dê me biêşînin. Ev wehşeta bêhevseng bêyî ku welatekî wêranî li pey xwe bihêle ji holê ranabe. Em kurd vê yekê dizanin û li ber xwe didin. Yên nizanin bila ji nezaniya xwe bigirîn. Yên ku li ber xwe nadin û îradeya wan tune ye bila xema pêşeroja xwe  bikşînin. Em kurd dê gelek êş û azaran bikşînin, lê emê di pêşerojê de bi rûmet û azad bijîn.

Dem, dema pêkanîna şoreşê ye. Ji bo vê yekê hemî şert û merc minasib in. Vejîna gelê Kurd pêk hatiye û bi mafdar hebûna xwe li ser dewletan ferz dike. Di şerê parastina rewa de divê mirov ruhê demê bêhn bike, bihese, gavan biavêje û di dema xwe de gav biavêje û ev mijarek pir girîng û diyarker e. Nirxandina demê di avabûnê de ye, misogerkirina guhertin û veguhertinê ye. Xwendina serdemê, xistina siyaset û polîtîkayên xwe yên demokratîk di demê de, ziman û çalakiya misogerkirina serketinê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Kurdistan LEZGIYEVA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji 35 partiyên siyasî û tevgeran daxuyaniya ‘Kongreya Diyaloga Niştîmanî’
Nûçeya Pişt re Ji 19 baroyan bertek: Em ê dev ji parastina vîna demokratîk bernedin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo kesên di bin çavan de hatin windakirin find hat pêxistin

Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakiriyên di bin Çavan de ya Navneteweyî find hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Zeynep Odûncû: Tecrîd biqede wê bêhn bê ber gelan

Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Yemenê li herêmên hikûmetê zêdeyî 600 hezar zarok bi têrkerî tîmar nabin

Komeke xebatê ya NY’ê hişyarî da ku li herêmên di bin kontrola hikûmeta Yemenê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?