Welatên Rojhilata Navîn dergûşa yekîtî û mezinbûna bi hev re ne. Bermahiyên dîrokî her roj bi ronahiyê vê yekê tîne bîra me. Dîsa girêdana vê bi dîroka ku îro li çiyayên Kurdistanê hatiye nivîsandin, vê yekê car bi car tîne ziman. Ev ax welatê azadî û demokrasiyê ye û bi salan e ev xak hesreta vê avê ye. Zarokên herî bedew ên gelê Kurd bedena xwe dikin av û bêyî ku çavekî bibire van axan av didin. Ji bo ku em di dîroka mirovahiyê de jiyana nû bibînin, divê em bi xwe nebin temaşevan, bi xwe beşdarî dîrokê bibin. Ji ber vê yekê, her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im û xwedî wijdanim, pêwîst e careke din li xwe bipirse, beşdarbûna xwe ya jiyanê binirxîne û bi wîjdan beşdarî jiyanê bibe.
Nivîsandina dîrokê qet ne xala dawî ye. Wateya vê pêngava ku me di dîroknivîsiyê de avêtiye, çi qas watedar be, hewqas jî zehmet e, ji ber em ê erka ku Rêber Apo daye me bi cih bînin û tevkariyê li têkoşîna azadiya Kurdistanê bikin. Tiştê ku hatiye nivîsandin ne ya ku bûye. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tijî lehengî, zehmetî, êş û şahî û fedekariyên herî bi qîmet e ku ne mimkûn e ku çîroka wê di vê sedsalê de bi cih bike û hemû tiştên ku di vê sedsalê de qewimîne vebêje. Ji ber ku tişta ku bûye wê nekeve yek jiyanê. Serpêhatiyên jiyanê ji jiyana xwediyê wê zêdetir in. Di vê wateyê de ne pêkan e ku têkoşîna me ya azadiyê, şehîdên me, lehengiya xwe û têkoşîna me ya jiyanê ya ku wê di vê sedsalê de were nivîsandin, bi heman rastiyê û bi heman nirxên fikrî, hestyarî û manewî nîşan bide.
Li Kurdistanê feraseta dijmin bi qasî bihîstina nalînekê, qîrîna serhildanê, dengê teqînekê her kêlî bûye tiştekî asayî. Ger dijminekî te hebe, divê tu bibî yan qurban yan jî nêçîr. Ger dijminên we hebin, hûn jixwe ji ‘normal’ê wêdetir in û hûn nikarin bibin ‘normal’. Hebûna dijmin dişibihe kesekî ku her dem li benda rêyekê ye ku li pey xwe biçe, mîna ku tu her kêliyê were gulebarankirin an jî were girtin. Ev teoriyên giştî ne. Ji bo her dijminî derbas nabe. Dema em bala xwe bidin tiştên ku dewleta Tirk kiriye, li ku dibin bila bibin bi awayekî hovane êrîşî destkeftiyên Kurdan dike. Dewleta Tirk çi zarok be, çi jin û extîyar be, her bostekê Kurdistanê weke dijminê xwe dibîne û hovîtiya xwe ya dîrokî dimeşîne.
Em her roj dibin şahidê van hovîtiyan. Di vî warî de Kurd û bi taybet jî Kurdên xwe naskirî xwedî dijminê herî bê prensîb û herî hov di vê dinyayê da ne. Wisa ye ku dema mijar Kurd be, xwe mafdar dibîne ku ji bo pratîkeke ku di dîroka mirovatiyê de di tu zagonên dijminatî û şer de cih negirtîye. Dewleta Tirk, bîrdariya dagirker, berfireh û tevlîhev a bi kîn û nefretê tûj bûye, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya cîhanê bûye bela û dixwaze mirovahiyê ji rê derxe. Êdî cîhan jî ji vê rewşê re matmayî namîne, Tirkiye ye, çi bike ne dîyar e û bi derûniya xwe lê temaşe dikin.
Tenê yek ravekirinek heye ku çima hewqas bêhiş êrîşî her tiştî û li her derê dike; Ew diçin û heta ji destên wan bê dê me biêşînin. Ev wehşeta bêhevseng bêyî ku welatekî wêranî li pey xwe bihêle ji holê ranabe. Em kurd vê yekê dizanin û li ber xwe didin. Yên nizanin bila ji nezaniya xwe bigirîn. Yên ku li ber xwe nadin û îradeya wan tune ye bila xema pêşeroja xwe bikşînin. Em kurd dê gelek êş û azaran bikşînin, lê emê di pêşerojê de bi rûmet û azad bijîn.
Dem, dema pêkanîna şoreşê ye. Ji bo vê yekê hemî şert û merc minasib in. Vejîna gelê Kurd pêk hatiye û bi mafdar hebûna xwe li ser dewletan ferz dike. Di şerê parastina rewa de divê mirov ruhê demê bêhn bike, bihese, gavan biavêje û di dema xwe de gav biavêje û ev mijarek pir girîng û diyarker e. Nirxandina demê di avabûnê de ye, misogerkirina guhertin û veguhertinê ye. Xwendina serdemê, xistina siyaset û polîtîkayên xwe yên demokratîk di demê de, ziman û çalakiya misogerkirina serketinê ye.