Meclîsa DEM Partiyê encamnameya civîna xwe ya ku di 15’ê Çileya 2026’an de li Enqereyê lidar xist, parve kir.
Di encamnameya Meclîsa DEM Partiyê de, hat destnîşankirin ku Tirkiye û cîhan di pêvajoyek berfirehbûna şer, xurtbûna rejîmên otorîter û wêrankirina jiyana civakî ji hêla polîtîkayên emperyalîst ve derbas dibin. Meclîsê, diyar kir ku li dijî vê têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û aştiyê bi rêya şêwazên nû yên berxwedanê mezin dibe.
VENEZUELA
Meclîsê, da zanîn ku êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li ser Venezuelayê di 3’yê Çileyê de mînakek eşkere ya destwerdana emperyalîst e û hat gotin ku pirsgirêkên demokratîk nikarin bi destwerdana derve re werin rewakirin. Hat diyar kirin ku veguherîna rastîn tenê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel bi xwe pêkan e.
XEZE
Meclîsa DEM Partiyê, destnîşankirin ku Rojhilata Navîn encamên herî giran ên şer dijî û hat gotin ku li Xezeyê trajediyek mirovî tê jiyîn ku sivîl bi awayekî sîstematîk têne hedefgirtin.
REWŞA LI ÎRANÊ
Meclîsa DEM Partiyê, diyar kir ku xwepêşandanên ku ji hêla jin, ciwan, karker û gelên cûrbecûr ve li Îranê li dijî rejîma zordar têne kirin, îfadeya daxwaza jiyaneke azad û bi rûmet in. Di berdewama encamnameyê de hat gotin ku bi zext û tundiyê bersiva van daxwazan dayîn tenê dê krîzan kûrtir bike. DEM Partiyê, hevgirtina xwe ya bi gelên berxwedêr re anî ziman û got, “Em li dijî bikaranîna van têkoşînan wekî amûrên ji bo destwerdanên emperyalîst in. Azadî dê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel bi xwe were bidestxistin.”
ÊRÎŞÊN LI SER HELEBÊ
Meclîsa DEM Partiyê, êrîşên HTŞ’ê û komên selefî-cîhadîst ên li dijî gelê Kurd li Helebê wekî sûcên li dijî mirovahiyê yên ku aştî û jiyana hevpar hedef digirin bi nav kir. Di encamnameyê de hat gotin ku ev êrîş li dijî siberoja hevpar a Sûriyeyê ne û got ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo HTŞ’ê nayê qebûlkirin. Meclîsê, destnîşan kir ku îdeolojiyek yekreng û selefî li ser avahiya pir-nasname û pir-bawerî ya Sûriyeyê nikare bêferzkirin.
BANGA 27’Ê SIBATÊ
Di encamnameyê de tê destnîşankirin ku piştî 1’ê Cotmeha 2024’an, Tirkiyeyê demeke hesas derbas dike ku tê de şer bi tevahî ji nû ve nehat sazkirin, lê aştî jî bi awayekî xweber pêş neket. Meclîsê, destnîşankirin ku “Banga ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo ve di 27’ê Sibatê de hatiye kirin, di sîstema şer û înkarê de şikestinek dîrokî çêkiriye û hat gotin ku ji bo ev bang bersiva xwe bibîne, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên Rêber Apo werin baştirkirin û hawîrdorek azad ji bo danûstandinê were avakirin.
Meclîsê, anî ziman ku aştî nayê paşxistin û hat gotin ku aştî bi têkoşînê, ne bi li bendê mayînê, dê were sazkirin. Meclîsa DEM Partiyê, diyar kir ku wekhevî, azadî û edalet tenê bi hêza rêxistinkirî ya gel pêkan e û got, “Têkoşîna azadiya jinan û hêviya ciwanan ji bo siberojê li ser eniyek hevpar têne cem hev. Aştî ne tenê xwestek e, jiyanek e ku bi hev re were avakirine.”

