Duşem, 15 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Elman: Pergala nenavendî alternatîfa herî guncaw e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sûstam: Hewceyî bi peymaneke civakî heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Meşa di rêya şehîdên me de wê pîvana me ya bingehîn be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Ewropayê Konferansa Yekîtiya Neteweyî lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Divê gavên hiqûqî û siyasî demildest bikevin meriyetê
Rojane

DEM Partî: Divê gavên hiqûqî û siyasî demildest bikevin meriyetê

Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê encamnameya civîna xwe ya ku 27’ê Cotmeha 2025’an li Enqereyê lidar xist, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi vî rengî ye:

“Meclîsa Partiyê di 27’ê Cotmeha 2025’an de li Enqereyê civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de bi berfirehî li ser rojeva siyasî, rewşa me ya rêxistinî, xebata Koma Partiya me ya Parlamentoyê û bi taybetî jî li ser amadekariyên me yên budceya 2026’an ku dê di rojên pêş de destpê bikin, nîqaş hatin kirin. Li ser vê bingehê,

1. Di civînê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku zêdetirî salekê ye rojeva sereke ya welêt e, hat nirxandin û ji bo bicihanîna armanca pêvajoyê erk û berpirsyariyên partiya me ji nû ve hatin nirxandin. Wekî ku tê zanîn, PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’an de xwe fesih kir û di 26’ê Cotmeha 2025’an de ragihand ku wê hemû hêzên xwe yên çekdar ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişandiye. Divê ev pêşketin ji bo demokrasî, hiqûq û pêvajoya aştiya civakî wekî xaleke giring were hesibandin; divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest werin avêtin. Îradeya gelê me eşkere ye, gel dixwaze êşên bi salan, wendahî û wêrankirin êdî bi dawî bibin. Divê ev gav bi dilsozî were piştgirîkirin da ku li şûna tundûtûjiyê siyaset, li şûna şer û pevçûnê jî çareseriyeke demokratîk pêş bikeve. Ji ber ku aştî ne tenê bi rawestandina çekan, di heman demê de bi naskirina hemwelatîbûna wekhev û mafên demokratîk mayînde dibe. Di daxuyaniya 27’ê Cotmehê de, Hevserokên me yên Giştî nêrînên partiya me hem li ser pêvajoya giştî û hem jî li ser gava dawî ya ku tevgera Kurd avêtiye, ango biryara vekişîna hêzên çekdar, ragihandin raya giştî. Em bi biryar in ku her berpirsyariya ku dikeve ser milê me, wekî ku me duh bi cih anî em ê îro jî bi cih bînin da ku pêşî li têkçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigirin û aştî û wekheviyê li van axan misoger bikin. Avakirina aştî û civaka demokratîk dê rê li ber jiyaneke wekhev û azad ji bo her kesî veke. Pêşeroja vî welatî dê ne bi siya çekan, lê bi îradeya kolektîf a gelan were destnîşankirin.

2. Tirkiye careke din bi kiryarên hikûmetê yên neqanûnî, neheqî û zilmê re rû bi rû ye. Operasyonên dawî yên ku li dijî CHP’ê hatin kirin, ne tenê li ser partiyekê, lê li ser tevahiya muxalefeta demokratîk û îradeya gel hatine kirin. Vê carê, hikûmetê di operasyonên xwe yên li dijî muxalefetê de ku bi rêya dadweriyê pêk tîne, serî li tohmetên “sîxuriyê” daye. Her wiha tayînkirina qeyûman ji bo dezgehên medyayê jî geşedanên heyî ne. Pir eşkere ye ku tohmetên li dijî TELE1 û li dijî rojnamevan Merdan Yanardag, bê bingeh in û armanca van tohmetan tepeserkirina medyayê ye. Em zextên li ser çapemeniyê û pratîka qeyûman bi tundî şermezar dikin. Hêzên demokrasiyê dê li hember van pêkanînan bêdeng nemînin. Em ê bi baweriya xwe ya bi nirxên exlaqî û demokrasiyê û bi biryardariya xwe ya têkoşînê hevgirtina xwe xurt bikin.

3. Pêvajoya budceyê ku dê li ser budceya 2026’an nîqaş bê kirin û biryar bên stendin, dest pê kiriye. Budce ji bo desthilatdarên siyasî wekî belgeya siyasî ya herî giring e, ji ber ku sêwirandina budceyê tercihên desthilatdaran bi zelalî nîşan dide. Prensîbên ku çavkaniyên dahatê yên welatan û belavkirina wan bi tercihên budceyê tên destnîşankirin. Dadperwerî, şefafî û wekheviya belavkirina çavkaniyan, dikarin bi lêkolîna budceyan werin fahmkirin. Tercihên siyasî yên hikûmeta AKP’ê jî di pêşnûmeya budceya 2026’an de bi awayekî zelal diyar in. Em vê budceya ku desthilat ji feqîran berhev dike û li dewlemendan belav dike, red dikin. Di vê pêşnûmeya budceyê de tu taybetmendiyên ku pêşeroja karker, jin û ciwanan biparêzin tune ne. Ev budce şer, xerckirina çekan û sermayeyê dide pêş, li ser kedxwariyê û bêewlehiyê hatiye amadekirin, lêçûnên ku serdestiya mêrperest, istismara baweriyê û istismara olê ji bo qezenca siyasî pêş dixin xistiye pêşiya her tiştî. Û ev budce xizmeta siyaseta talankirinê dike ku dikare bibe sedema wêrankirina xwezayê. Di vê budceyê de ked, aştî û wekhevî tune ye. Ev budce ji bo sermayeyê vekirî û ji bo karkeran girtî ye. Meclisa Partiya me biryardar e ku di mehên Mijdar û Kanûn de têkoşîna ji bo budceyeke gelparêz û wekhev di bin sernavê “NAN-AŞTΔ de gur bike. Me biryar daye ku bernameyeke çalakiyê bi rojevên li ser mûçeya herî kêm, li ser teqawidbûyiyan, li ser kûrbûna xizaniyê û li ser aştiyê pêk bînin; em ê bi van rojevan meşek pênc-alî ber bi Enqereyê ve li dar bixin û bi daxwazên gel re, bi hemû hêzên demokratîk û kedê re, li dijî budceya pêşniyarkirî ya 2026’an a hikûmetê derkevin kolanan. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku aboriyeke aştiyane û budceya gel dixwazin û ji bo vê yekê li dijî vê pergala sermayeyê têdikoşin ku ev pergal welatekî xizan û civakeke bêpar diafirîne, muxalefeteke yekgirtî û bihêz biafirînin, têkoşînê berfireh bikin û hevkariyê bikin.

4. Rêziknameya ku di bin navê “Pakêta Dadweriyê ya 11’emîn” de di raya giştî de tê nîqaşkirin ne amûra edaletê ye, amûra kontrol, înkar û zordariyê ye. Ew hewldanek e ji bo qanûnîkirina cudakariyê. Pêdiviya demê ew e ku qanûnên ku wekheviyê binpê dikin û dij-demokratîk in werin sererastkirin. Pêdiviya rêziknameyên qanûnî yên berfireh û azadîxwaz pêwîst e, ne ku di pergala qanûnî de bi cezayên girantir guhertinên ku sînordariyê mezintir dikin werin bicihanîn. Pêdiviya civakê ji bo edalet û demokrasiyê daxwazeke bingehîn e, lê belê xuya ye ku hema bendek jî di pakêta dadweriyê de van daxwazan pêk nayîne. Berevajî vê, ev pakêta pêşnûmeyê amadekariyek e ji bo nêzîkatiyek ku dê pratîkên dij-demokratîk bêtir kûr bike û rê li ber sûcên nefretê veke. Her welatiyek, bêyî ku çand, ziman, bawerî, nasnameya zayendî, an meyla wî/wê ya cinsî çi be, heq dike ku mafên wekhev û jiyaneke bi rûmet bijî. Rêzgirtina vê yekê ji bo civakeke demokratîk şertek e. Wekî Partiya DEM’ê, em vê pakêta dadweriyê wekî êrişek li ser baweriya bi jiyana hevbeş dibînin; em bi biryar in ku li dijî vê pakêta dadweriyê ku êrişî cihêrengiya me dike, hevkariya xwe ji bo bilindkirina têkoşîna civakê, ji bo wekhevî, azadî, edalet û aştiyê berfireh bikin.

Em ne bêhêvî ne. Ji ber ku hêza rêxistinkirî ya gelan ji her cure zilmê mezintir e. Ji ber ku gelê bi rûmet ê vî welatî bê westan ji bo wekhevî, azadî û aştiyê têdikoşe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ: Bûn dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Alîkarê Şaredarê Koycegîz ê CHP’yî hate binçavkirin

Di operasyona li ser Şaredariya Koycegîz a CHP'yî de Alîkarê Şaredar Ozgur Ornek hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Reuters: Milîsên girêdayî Îranê li Iraqê amade ne çek daynin

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre rayedarên Iraqê, komên milis ên bi desteka Îranê, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê serdegirtinên ji ber govendê: herî kêm 7 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pîranê ya Amedê bi hinceta ku li ber stranên Kurdî govend gerandine 7…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bila girtiyên nexweş bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan edalet xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?