Duşem, 1 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên jin ‘du qatî rastî cudakariyê’ tên, mafê hêviyê tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Roger Griffin piştgiriya bi banga Rêber Apo: Ji bo mirovahiyê gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê pîrozbahiya ‘Di Civaka Demokratîk De Ji Nû Ve Zayîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Mîsogeriya vê pêvajoyê berxwedan û keda gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya ku ji bo 5 şehîdan li Êlihê hat danîn, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Raperînê herî kêm 2 hezar ciwan koçî dervey welêt kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK gundê Lacanê vala dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Berxwedana Neteweyî li çiyayên Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên jinan ji bo Dîlan Karaman komîsyona lêkolînê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
Rojane

DEM Partî: Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Komîsyon neçar e ku formulekê peyda bike ku Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe ji komîsyonê re ragihîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li ser bûyerên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.

Ayşegul Dogan anî ziman ku Tirkiye ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd di demeke dîrokî de derbas dibe û got, “Me got, em vê meseleyê bi hev re çareser bikin û bi ser bikevin. Gavên ku di nava vê demê de hatin avêtin bêguman ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û mayindebûna aştiyê gelekî girîng in. Ev yek destketiyên gelekî hêja ne. Me her qonax ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, avakirina aştiya civakî û mafên demokratîk weke derfeteke gelekî hêja dît. Mijara ku em li ser diaxivin gelekî hesas e. Em qala jiyana mirovan dikin. Gava em dibêjin meseleyeke kûr e, mebesta me ev e. Em qala rewşa şer dikin ku bi salan e dewam dike. Em qala wê dikin ku bêhn bê ber me hemûyan. Ji destpêkê ve me hewl dan ku nêzîkatiyeke hevgirtî nîşan bidin. Ji destpêkê ve me hewl da ku yên cihêkariyê dikin hişyar bikin. Me got, ‘Nekin, li ser vê mijara hesas hesabên berjewendî û ranta siyasî nekin’.”

‘LI DIJÎ NIJADPERESTÎ Û NEFRETÊ DIVÊ EM BI DENGEKÎ BILIND BIAXIVIN’

Berdevka DEM Partiyê banga berpirsyariyê li hemû partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir û got, “Ev yek ne tenê berpirsyariya DEM Partiyê ye. Em kevneşopiyeke siyasî ne ku ji bo meseleya demokrasiya Tirkiyeyê li refên herî pêş têdikoşin. Lê belê divê em zêde bibin û dengê xwe hîn bi bilindî bînin ziman. Li hemberî nijadperestî, nefretê divê em dengê xwe bilind bikin. Em bi rengekî xurt têbikoşin. Hinek hene ku li ser dijberiya pêvajoyê hesaban dikin. Rexnekirina pêvajoyê tiştekî cuda ye. Ji xwe em jî rexneyê li pêvajoyê dikin. Rexneyên me jî hene. Em rexneyên xwe jî timî dibêjin. Em dibêjin, ‘Birêxistinkirin dikarîbû hinekî cuda bûya, komîsyonê dikarîbû ewqasî dem bi guhdarîkirinê derbas nekiribûya, heta niha dikarîbû hevdîtin bi Birêz Ocalan re bikira, dikarîbû civakî bikira, hîn bi wêrekî dikarîbû tevbigere, gavên hîn bi wêrek dikarîbû biavêta’ û hîn jî em van daxwazan tînin ziman. Ev rexne û fikarên me yên hevpar in. Lê em zanin ku hinek hene bi rengekî kategorîk li ber pêvajoyê radibin. Em bi koka vê yekê jî zanin.” Ayşegul Dogan destnîşan kir ku wê bi hev re li dijî nijadperestiyê têbikoşin, li dijî sûcê nefretê têbikoşin.

BERSIVA LI DERVÎŞOGLÛ

Berdevka DEM Partiyê got, “Binihêrin mejiyekî ku hewl dide ji mirinê rantê bi dest bixe, doh xwe li ser kursiya Meclîsê nîşan da. Xwe li bin siya partiyeke siyasî nîşan da. Eşkere bû. Bi zimanê Serokê Giştî yê ÎYÎ partî xuya kir ku êrîşî partiya me, bi milyonan mirovên ku partiya me wan temsîl dike û nirxên wan kir. Xwe ji xwînê, mirinê, dijminatiyê xwedî dikin û ditirsin. Heyfa wan. Çima ditirsin? Ji ber ku zanin ber bi sergoyê dîrokê ve diçin. Partiyên siyasî yên ku xwe ji xwînê, mirinê, dijminatiyê xwedî dikin, navê wan jî namîne. Ji ber vê yekê, yên ku vê dibînin xwe dilebitîne, dema wan qediya ye. Lê belê ev yek hewldana wan a dawî ye. Gotinên vî kesî ne tenê li hemberî partiya me ye, li hemberî her kesên daxwaza demokrasî, wekhevî û jiyana bi rûmet dike. Divê bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayin.”

KOMÎSYON DIVÊ JI BO ABDULLAH OCALAN FORMULEKÊ BIBÎNE

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku komîsyon neçar e formulekê bibîne ku Rêber Apo karibe nêrînên xwe ji komîsyonê re ragihîne û got, “Ji ber ku komîsyon di heman demê de ji vê berpirsyar e. Ji ber ku komîsyon dixwaze şer bi dawî bike. Birêz Ocalan ne tenê rêberê damezrîner e, di heman demê de hêza damezrîner a çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Ji kerema xwe bila biçin pê re biaxivin bê çima hêza damezrîner e. Bila demê bi Tirkiyeyê nedin windakirin. Divê kesek bi Tirkiyeyê demê nede windakirin. Welatparêzî, hezkirina ji welêt ev e. Ne nijadperestî ye, ne zimanê nefretê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
Nûçeya Pişt re Ji bo serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel serdanek girseyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Minbicê êrîşa balafira bêmirov: 2 kes birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker bi balafira bêmirov bombe li gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê barand;…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandar El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Şehîd Feysel Elewî bi girseyî hat veşartin

Xelkê bajarê Sirînê cenazeyê şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Feysel Elewî bi merasîmeke bi heybet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyên jin ‘du qatî rastî cudakariyê’ tên, mafê hêviyê tê binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Roger Griffin piştgiriya bi banga Rêber Apo: Ji bo mirovahiyê gelekî girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrsînê pîrozbahiya ‘Di Civaka Demokratîk De Ji Nû Ve Zayîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?