Meclîsa Jinan a Stenbolê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi şîara ‘Em li dijî cihêkariya li ser koçber û jinên penaber in’ xwest li pêşiya avahiya Navenda Paşdeşandina Koçberan a li Çatalcayê daxuyaniyekê bide. Polîsan da zanîn ku ji aliyê qeymaqamtiyê ve li navçeya Çatalcayê û derdora wê ji bo hefteyekê biryara ‘’qedexeya çalakiyan’’ hatiye girtin. Li ser vê yekê jinan li Rêxistina Avcilar a DEM Partiyê daxuyaniya xwe da. Nûnerên Komeleya Çavdêriya Koçberiyê (GOÇÎZDER) , Înîsîyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Stenbolê, Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî û gelek nûnerên rêxistinên jinan beşdarî civînê bûn.
Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kendal bal kişand ku li ser koçberan binpêkirinên weke êşkence, miameleya xirab û astengkirina mafê tenduristiyê tên sepandin û destnîşan kir ku jin ji ber nasnameya xwe bi awayekî sîstematîk bi nijadperestî û tundiyê re rû bi rû dimînin. Kamîle Kendal dîmenên koçberên ku di 31’ê
Kamîle Kandal bi bîr xist ku dîmenên koçberên li Navenda Paşdeşandina Koçberan a Çatalcayê ku di 31’ê cotmeha 2024’an de ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin derketine holê. Kamîle Kandal got ku polîs ketine hundir, muamaleya xerab û êşkence li koçberan hatiye kirin û nehiştine bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Kamîle Kandal got ku heman tişt li Navenda Paşdeşandina Koçberan a Tûzlayê jî qewimî ye.
Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî jî anî ziman ku penaber li Navendên Paşdeşandina Koçberan bi êrîşa zayendî re rû bi rû ne û got: ‘’Wezîrê Karên Hundirîn jî dizane ku Navendên Paşdeşandina Koçberan navendên êşkenceyê ne.’’