Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê têkildarî êrîşa PDK’ê ya li dijî nûnerên DEM Partiyê yên Hewlêrê daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Rayedarên PDK’ê nûnerên me yên Hewlêrê bi darê zorê û bi awayekî derqanûnî şandine Silêmaniyê. Em vê yekê di çarçoveya pêşeroja têkilyên Kurdistanî û rêgezên demokratîk de weke paşketinekê pênase dikin û bi xemgînî vê nêzîkatiya xirab dişopînin û lêkolîn dikin. Ev pêngava talûke tê wateya sabotekirina hewlên yekitiya neteweyî ku ev yek bendewariya rewa ya deh milyonan Kurdan e.’’
‘EV YEK HIQÛQÎ, SIYASÎ Û EXLAQÎ NÎNE’
Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:
‘’DEM Partî di gel hemû şert mercan têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadî, demokrasî û aştiyê diparêze. Bi vê wesîleyê em dixwazin bi bîr bixin ku tevî hemû rexne, zext û gefên dewletan jî di pêşengtiya HDP’ê de partiya me piştgirî da referandûna serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê. Cihêkirina bendewariyên bi milyonan Kurdan ne kûrkirina sinorên di nava gelê Kurd de ye.
Her li ku be jî divê rêzdariya têkiliya di navbera tevgerên siyasî yên Kurd de were pasatin û pêkanîna diyaloga rasterast were esasgirtin. Armanca vekirina ofîsa me ya li Hewlêrê jî ev e. Lê belê mixabin ku derxistina nûnerên me ya ji Hewlêrê divê weke êrîşa li dijî pêşeroja têkiliya yekîtiya di navbera gelê Kurd de were pênasekirin.
Em hemû caran diyalogê esas digirin. Girêdayî vê yekê em bang li PDK’ê dikin ku bila dev ji vê dîplomasiya xwe ya antîdemokratîk berde û li partiyên siyasî yên parastina mafên gelê Kurd dike, rêzê bigire. Tu egerên hiqûqî, siyasî û exlaqî tune ne ku nûnerên me bi darê zorê ji Hewlêrê hatine derxistin. Her wiha ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û PDK’ê ve jî têkildarî vê yekê tu daxuyanî nehatine dayîn.
YÊN KU DIVÊ WERIN KIRIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de yên ku divê werin kirin, wiha hatin rêzkirin:
‘’Divê astengiyên li dijî nûnerên DEM Partî û HDP’ê yên Hewlêrê werin bidawîkirin,
Divê ewlehiya nûnerên me yên fermî were dabînkirin û misogerkirin,
Girêdayî rêzdarî û esasên wekheviyê em li hemberî raya giştî bi awayekî eşkere ji Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û PDK’ê daxwaz dikin ku rêya diyalogê asteng nekin.’’