Çeteyên hikumeta veguhêz ku piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin bi droneyan bombe li gundên Resem El Îmam, el Keyariya û Resem El Kirûm ên Dêr Hafirê barandin.
Bombardûman serê sibehê saet di navbera 03:00 û 05:00 de pêk hat. Bi çekên bi tîpa doçka gule li gundên El Keyariya û Resem El Kirûm hate barandin.
Bajarê Dêr Hafirê jî bû hedefa zêdeyî 20 topan.
Li herêmê liv û tevgera SÎHA’yan dewam dike.

