Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Desteya Eşayîr a Şengalê bi daxuyaniyekê bang kir ku her kes li gorî derfetên xwe xwedî li Rojava derkeve.
Daxuyanî li baxçê Rêber Apo yê li Kersê ji aliyê Serokê Desteyê Dexîl Mirad ve hate dayîn.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Îro gelê Rojva di rewşeke zehmet re derbas dibe û ji neçarî koç dike. Em bang li tevahiya gelê xwe û civaka xwe ya Êzidî dikin ku madî manewî bi Rojava re bibin yek.
Îro cîhan bi temamî di nava şerekî hebûn û tunebûnê de ye. Çawa ku di nava çend rojan de li Sûriyeyê şer gur bû, wisa xuya dike ku wê ev şer berdewam bike. Ger em li hember van şeran ne şiyar bin, tifaqa xwe bi hêz nekin û bi gelê Rojava re nebin yek weke civaka Êzidî em ê jî para xwe ji vî şerî bigirin. Ya berxwedaniyê bi ser dixe yekitî û tifaqa gelan e. Îro ji her rojê bêhtir civaka me pêwistiya wê bi vê yekê heye ku hîn bêhtir yektî û tifaqa xwe xurt dike.”