Duşem, 14 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Hevrêya me Pelîn şehîd bû
Jin

PAJK: Hevrêya me Pelîn şehîd bû

PAJK'ê diyar kir ku Pelîn Zozan 27'ê Çileya 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. PAJK'ê got, "Têkoşîna hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna hevrêyên xwe û jinan mezin bibe ku ji bo azadiyê her roj li ser piyan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê ragihand ku Pelîn Zozan a ku beriya niha di nava Konseya Rêveber a KJK’ê de wezîfe kir, şehîd bûye. Di daxuyaniyê de ku li malpera înternetê ya PAJK’ê hate weşandin, hate gotin “Di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir. Di serî de malbata hevrêya me Pelîn Zozan em sersaxiyê ji jinan hemûyan û gelê xwe re dixwazin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku cîhanekê biafirînin ku jin û gel lê azad bin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Têkoşîna me ya azadiya jinê bi saya milîtanên bêhempa gihîştiye vê astê ku canê xwe di oxira azadiya jinan û gelê xwe de feda kirin. Zîlanan, Bêrîtanan û Sarayan ev xeta azadiyê afirandin. Hevrêyên me yên şehîd ku şopdarê wan bûn, ji bo vê meşa azadiyê ya bi heybet gav bi gav ava bikin, jiyana xwe feda kirin. Ji bo ev xet bikeve meriyetê û bibe malê hemû jinan, bi armanca cîhaneke azad têkoşiyan.

 
Hevrêya me Pelîn Zozan ku yek ji van hevrêyên me bû, di 27’ê Çileya 2025’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir. Di serî de malbata hevrêya me Pelîn Zozan em sersaxiyê ji jinan hemûyan û gelê xwe re dixwazin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku cîhanekê biafirînin ku jin û gel lê azad bin.
 

Hevrêya me Pelîn sala 1981’ê li Wanê li nava malbateke welatparêz a ji 5 zarokan weke keça yekane ji dayik bû. Ji malbateke welatparêz bû ku bi eslê xwe ji Bedlîs-Xîzanê ye. Hevrêya me Pelîn ku ji zarokatiya xwe ve tevgera azadiyê nas dikir û xwedî hişmendiyeke kûr a neteweyî bû, taybetmendiyên wê yên Kurdistanî kir ku li hemberî mêtingerî û zilma li Kurdistanê helwestê nîşan bide. Hevala Pelîn ji salên xwendina lîseyê û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû û meşa xwe ya şoreşgerî bi biryara milîtaniyê ya sala 2001’ê bêhtir şênber kir. Li gel birayê xwe Azad Serbilind bû yek ji milîtanên pêşeng û kadroyên bijarte yên têkoşîna azadiyê.
 
Hevrê Pelîn her ku fikrên Rêbertî yên li ser azadiya jinê nas kir, lêgerînên xwe jî kûr kir û meşa xwe ya têkoşînê ya ji 23 salan bi temamî ji bo azadiya jinan bi rê ve bir. Hevrê Pelîn di van salan de hem tevlî nava karên jinan bû, hem jî li her qada têkoşînê kar kir, li zindanên dewleta Tirk ma. Weke Konseya Rêveber a KJK’ê ji têkoşîna civakî û têkoşîna azadiya jinan re pêşengî kir. Ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê civakî bike bi dil û can kar kir.
 
Hevrê Pelîn hişmendî, rêxistinî û ked di kesayetiya xwe de kir yek, bû milîtaneke pêşeng û kadroyeke PAJK’ê ya pêşeng. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, dilxwaz û xurt li her qadê wezîfeyên şoreşgerî pêk anî, ti carî gav paşve neavêt. Hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî û encam wergirt. Bû mifteya serketinê ya sekna bi dîsîplîn, karkerî û çanda rêxistinî ya xurt. Bi kesayetiya xwe ya bi îdîa û biryar, bi zelalî û hevgirtina xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Di perwerdeya jinan û hevrêyên xwe de, di afirandina hişmendiya azadiyê de kedeke mezin da. Ji ber vê yekê jî gelekî hate hezkirin. Bi taybetmendiyên xwe yên bi bandor û rêxistinî derdora xwe guhert û veguhert.
 
Xeyala wê ya ji bo dîtina Rêbertî, armanca wê ya ji bo avakirina cîhaneke ku jin lê azad bin û azadiya Kurdistanê kir ku bi kelecan, hezkirin û dilxwazî tevlî kar bibe. Bi tempo, kelecan û hevrêtiya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt.
 
Piştî ku birayê wê hevrê Azad Serbilind di sala 2011’an de li Botanê şehîd bû, têkoşîna xwe ya li ser şopa şehîdan hîn xurt kir. Heta roja şehîd bikeve, weke kadroyeke pêşeng a li ser xeta PAJK’ê li her cihî rola xwe bi xurtî bi cih anî.
 
Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em hîn bi xurtî xwedî li şehîdên azadiyê derkevin, rastiya Jin, Jiyan, Azadî bixin meriyetê, li ber koletî, zayendîperestî, faşîzm û neteweperestiyê rabin. Em hîn bi xurtî xwedî li nirxên azadiyê yên şehîdên xwe derkevin, vê têkoşîna ku bi xeyal û keda wan hate afirandin mezin bikin.
 
Heta ku êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî milîtanên şoreşger dewam bikin ku ji bo azadiya jinan têdikoşin, wê têkoşîna li ser bingeha xweparastinê jî mafê me yê herî rewa be. Em ê parastina feslefeya Jin, Jiyan, Azadî û mezinkirina têkoşîna azadiyê dewam bikin. Weke jinên ku jiyana xwe dane azadiyê û têdikoşin, em ê li dijî serweriya mêr, xwe biparêzin. Em ê cîhaneke ku jin lê ne azad be û têne qetilkirin qebûl nekin.
 
Em bang li jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sûîqest û komkujiyên ku dewleta Tirk li hemberî milîtanên pêşeng ên azadiya jinê dike, têkoşînê mezin bikin, helwestê nîşan bidin.
 
Têkoşîn û xeyalên azadiyê yên hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna jinan mezin bibe ku her roj ji bo azadiyê li ser piyan e û jiyana azad û civaka demokratîk tacîdar bibe.

Serweriya mêr, kujerên jinan û dijminê azadiyê wê têk biçin!
Jin wê azad bibin, cîhan wê bi destê jinan azad bibe!

Nasnav: Pelîn Zozan
Nav paşnav: Pelîn Yilmaz
Dem û cihê jidayikbûnê: 23.11.1981 – Wan
Dayik: Muhsîne
Bav: Şemsettîn
Dema tevlîbûnê: 2001
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Çileya 2025 / Herêmên Parastinê yên Medyayê”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Têkoşîna li dijî narkotîkê: Em civakê ji vê jehrê rizgar bikin!
Nûçeya Pişt re Rênas Fetah: Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Kobanê li dijî tecrîdê meşiya

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ruksen Mihemed: Her kêliyeke ji meşa azadiyê ya YPJ’ê dîrokek e

Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed diyar kir ku YPJ’ê ji tevahiya jinên cîhanê re îspat kiriye…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tokatê teqîn: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Erbaa ya Tokatê di malekê de teqîn çêbû û 5 jê cendirme, 7…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?