Li Tirkiye û Kurdistanê dema dawiyê bi taybetî girtiyên şoreşger li girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpên Y û S têne veguhertin ku di nava raya giştî de weke “tîpa bîrê” tê naskirin û girtî bi rengekî mutleq têne tecrîdkirin. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê heta niha 42 girtîgehên bi tîpa bîrê hatin avakirin.
Li hemberî girtîgehên bi tîpa bîrê grevên birçîbûnê yên girtiyên şoreşger jî dewam dikin. Yekane daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne ew e ku dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn û ji bo girtîgehên cuda bêne veguhestin.
Herî dawî Gurkan Tûrkoglû ku li Girtîgeha bi Tîpa S a Antalyayê di greva birçîbûnê de bû, 5’ê Tîrmehê di roja 268’emîn de piştî destwerdana bi zorê jiyana xwe ji dest da.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Naîm Emînoglû anî ziman ku girtîgehên bi tîpa bîrê qonaxeke bilind a polîtîkaya tecrîdê ye û kiryarên li girtîgehên bi tîpa bîrê û daxwazên girtiyan ji ajansa me re nirxand.
‘TÎPÊN BÎRÊ EW CIH IN KU TECRÎD DI ASTA HERÎ BILIND DE YE’
Emînoglû diyar kir ku li girtîgehên bi tîpa bîrê tecrîd di asta herî bilind de ye û got, “Girtîgehên bi tîpa bîrê weke wan deveran dikare bê binavkirin ku mafê bênstandina li derve lê tê tinekirin û tecrîd di asta herî bilind de tê ferzkirin. Têkildarî avaniya mîmarî ya van girtîgehan Wezareta Edaletê heta niha daxuyaniyeke bi tenê nedaye. Ji ber vê yekê em ji muwekîlên xwe yên li wan deveran û girtiyan zanin bê avaniya mîmarî ya van girtîgehan çawa ye. Ev tîpa girtîgehê bi navê Tîpa Y û YGC tê binavkirin. Ji girtîgehên din ên Tirkiyeyê cudatir e û bi rengê sê qatî hatine avakirin. Bilindawiya dîwarên wê ji 12 heta 16 metre ye.
Taybetmendiya xwe ya sereke weke ku me destpêkê got, ji ber avaniya xwe ya mîmarî qadeke bêhnstandinê ya hucreyê nîne. Yanî girtiyekî li vê derê tê ragirtin ji bo karibe mafê xwe yê bênstandina li derve bi kar bîne, ji hucreya lê dimînin dibin beşeke cuda. Ji ber vê avaniya mîmarî girtî tenê saet û nîvekê dikarin mafê xwe yê bêhnstandina li derve bi kar bînin. Lewma modeleke girtîgehê ye ku tecrîda lê gelekî giran e.
Her wiha tav û hewa nakeve hucreyên li vê derê. Paceyên hucreyan bi rengekî welê bi têlê hatiye girtin ku tenê serê pênûsekê dikare di navberê de derbas bibe. Ji ber vê avaniya xwe ya mîmarî tav nikare li hucreyê bixe, her wiha hewa jî nakeve hucreyê.
Beşên hucreyê li van girtîgehan bi rengekî taybet hatiye avakirin ku têkiliya girtiyan ji hev bibire. Bêguman li van deveran gelek mafên weke pirtûk, sohbet û nameyan têne binpêkirin. Bi giştî girtîgehên bi tîpa bîrê dikare bi vî rengî bê pênasekirin.
Gurkan Turkoglû yê ku 5’ê Tîrmehê me ew ji dest da, li dijî van girtîgehan 268 rojan li ber xwe da. Lê belê girtîgehên bi tîpa bîrê mixabin li vî welatî bû sedema mirina mirovekî.”
‘BI DEH QATÎ JI TECRÎDA LI TÎPA F GIRANTIR TECRÎD LÊ HEYE’
Emînoglû destnîşan kir ku tîpên bîrê ji aliyê mîmarî ve bi feraseteke ku ne li gorî jiyana mirovan hatiye avakirin û got, “Yek ji sedemên bingehîn ên rabûna li ber girtîgehên bi tîpa bîrê avaniya xwe ya mîmarî ye. Avaniya mîmarî ya van girtîgehan bi taybetî ji bo girtî ji fikir û kesayetiya xwe dûr bikevin, ji bo ji jiyanê îzole bibin hatiye avakirin. Ji tecrîda li girtîgehên tîpa F’yê bi deh qatî zêdetir tecrîd li van deveran li girtiyan tê ferzkirin. Ev rewş jî dibe sedem ku girtî li ber rabe û li ber xwe bide. Bi qasî ku me tespît kir li Tirkiyeyê li dijî girtîgehên bi tîpa bîrê heta niha 43 kesî bi demdirêjî çalakiya greva birçîbûnê kirin. Daxwaza veguhestinê ya temamiya wan hate qebûlkirin.
Girtî li van deveran bi rengekî giran têne tecrîdkirin. Bêhnstandina li derve ji bo girtiyan gelekî girîng e. Nebûna cihekî bêhnstandinê li cihê ku lê dimîne, gelek pirsgirêkan ji bo girtiyan bi xwe re tîne. Ya herî ji rêzê; nikare kincên xwe yên şuştî ziwa bike. Neçar dimîne ku li nava hucreyê raxe û nêma wan kincan girtî nexweş dixîne.
Her wiha ji ber ku mafê bênstandina li derve tê binpêkirin girtî nikare bi têrkerî tavê bibîne û hewayê bistîne. Girtî li van girtîgehan li hevalên xwe yên girtî dûr têne xistin û bi ti awayî nikarin têkiliyê bi hev re dînin. Ev rewş jî îzoloasyona civakî zêde dike.”
‘DESTHILATDARÎ DIXWAZE ŞOREŞGERAN BÊDENG BIKE’
Emînoglû ragihand ku israra li ser tîpên bîrê ji bo bêdengkirina têkoşîna şoreşgerî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Sedema herî mezin a desthilatdariyê ku di tîpên bîrê de israr dike ew e ku dixwaze li Tirkiyeyê muxalefetê bi temamî bêdeng bike. Şoreşger, sosyalîst û welatparêzan dixe van deveran û dixwaze wan ji fikrê wan vegerîne. Hewl dide mirovên welê biafirîne ku dest ji hemû nirxên mirovahiyê berdane û ti nirxekî xwe nîne.
Tîpên bîrê bi esasî bi polîtîkaya nediyariyê tê meşandin. Desthilatdariya siyasî bi rêya rewşeke nediyar dixwaze civakê bi temamî bitirsîne.”
‘LI TÎPÊN BÎRÊ ZÊDEYÎ 100 GIRTIYÊN SIYASÎ HENE’
Naîm Emînoglû diyar kir ku heta niha li tîpên bîrê zêdeyî 100 girtiyên siyasî hene û got, “Lê belê em hejmara zelal nizanin. Bi qasî ku me tespît kirine zêdeyî 100 girtiyên siyasî li van deveran di nava mercên li derveyî mirovahiyê de têne ragirtin. Lê belê em ji malpera Wezareta Edaletê zanin ku 42 tîpên bîrê hatine vekirin. Lewma hejmara girtiyan dibe ku zêdetir be.”

